Roja cîhanî ya zimanê dê

Selah Beyro

Li gel destpêka guhartinên siyasî yên dijwar ku li welatên Erebî têne rûdan û rijêmên wanî regezperist têne têkdan û ruxandin,nemaze li wê dema ku em pêşwaziya hilkefta roja cejna cîhanî ya zimanê dê dikin ya ji bal kongirê rêxstina  Al yûnsko giştî ve li rêkeftî 17.11.1999. ê hatî li darxistin,ragehandibû ku ji sala 2000.z pêde her sal /21/sibatê Mîna cejna zimanê dê li cîhanê tê destnîşan kirin û pejrandin,ew jî ji bo besendkirina çandên heme cor ,û pir zimanî li cîhanê ,ev zimanê ku bihtir ji /7000/ netew û kêm endam li ser vê xakê pê di peyivin,û li gor agahiyên zanyarên ziman wê ev rêje ya zimanan kêm tir bibe ji encamê teknolociya serdem ,bi hatina nifşên nuh re li paşerojê.
Li vê serdemê pir guhertinên lazgîn li ser hemî astan hatine rûdan û bikaranîn bi binesaziya rêzgirtina hemecora  ziman zanî û çandeyî û hevçerxî û siyasî,li welatên dîmukrasî û hevçerx yek reng û yek çand û yek boçûn nayê pejrandin  li vî çerxî û tu paşeroj jêre nîne li dema diyar kirî de, lê mixabin rijêmên kurdistan dagirkirin mefa ji van guhertinên lazgîn ta nuha ne wergirin,û baweriya wan bi netewên heme cor nayê,û ev rijêm ji yek reng û yek çand û yek derbirînê pê ve na pejirênê, lew ra bi dihan ziman zan û helbestvan û nivîskarên kurdistanî ji bal wan ve têne girtin û bin Çav kirin.
  Banga min ji gelê kurd re ku gotina Mîr Celadet Bedir Xan li bîra xwe bînin ya li sala1941ê di hijmara/27/ê hewarêde gotibû:
   Malxerabo ! ma we ew çend wext nîne hon ko ji bo hînbûna zimanên biyaniyan bi salan ve xebitîne îro jî dixebitin ji bona ko bikarin “fînfoneke” derewîn bi lêv bikin
Kuro .. Keçê
Eybe..şerme..fehite, an hînî zimanê xwe bibin an mebêjin em Kurd in bê ziman Kurdîtî ji we re ne tu rûmete ji me re rûreşîk giran e
Heyf û xebînet û hezar mixabin nemaze ji wan re ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û elfabeya zimanê xwe hêj nas nakin “
 
  Bê goman pir partiyên siyasî û kurdperwer di van kawdanên aloz da nifşê nuh fêrî zimanê zik makî(dê)dikin,ew jî cihê rêzgirtinê ne,pêwîste ev roj bibe helkeftek ku hemî gelê kurd bizmanê xwe yê zikmakî şêrîn bixwînê û bi xwendin bide.
Bijî roja cejna zimanê cîhanî


20/2/2011.z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xalid Cemîl Mihemed

BÎRDANKA NETEWE

Ziman sîstemeke pêwendiyê ye, di navbera mirovan de, ku ji gelek rêsa û hêmayan pêk tê. Di bîrdank û hişê mirovên civakekê yan neteweyekî de, cih digirin û bi rêya axaftinê ew sîstem dikeve bikaranînê, bi mebesta dirustkirina pêwendiyê, ne tenê di navbera takekesan de, lê…

Ezîz Xemcivîn
Sal 1980î bû, tîpên Kurdî ên latînî ji bo min ji hêla mamoste Abdulkerîm Abdulkerîm Xelef hatin nivîsandin, berî ewê hingê min bi tîpên aramî derbirrîna hestên xwe dikir….
Piştî ko ez ji ewê reşbelekê tîpên latînî hîn bûm, min hin pirtûkên destpêkî li ser zimên peyda kirin, ji wan jî pirtûka M. Berzencî, lê…

Di vê rojê de, dema ku em Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin, em di Kampanyaya Azadî de tekezî li ser statûya zimanê Kurdî weke stûneke bingehîn a nasnameya çandî ya gelê Kurd dikin û weke pireke ku nifşan bi hev ve girê dide û bîranîna têkoşîneke dirêj a rûmet, naskirin û azadiyê di…

Tengezar Marînî

Bi vê boneyê fermon ev nivîs:

Roja Zimanê Kurdî: Nîşaneke geş a berxwedana wêjeyî.

Dîrokek di salnameyê de ku ji hejmarekê pir wêdetir e – Roja Zimanê Kurdî mîna stêrkekê di tariya jibîrkirinê de dibiriqe. Ew nîşaneke bihêz a berxwedana çandî ye, bîranîneke bêdeng a tirs…