(Welat Binase) Dîwaneke nû li ber destê xwendevanan

Ji weşanên wezareta rewşenbîrî û lawan ya herêma Kurdistanê pirtûka helbestan ya helbestvanê mezin Emerê Lalê derkete ber destê xwendevanan.
Pirtû bi navê (Welat Binase) û ew pirtûka çaran e piştî pirtûka XEM Û SAWÊR  , ÇAR ÇIRA ,  û TEWAFA YARÊ .

Ev dîwana (WELAT BİNASE) bi rengek helbestî nexşê kurdistanê hatiye vehûnan bi sînor û deşt û çiyayê xweve bi av û gelî û kelih û zinarê xwe ve, ev cara yekemîne di toreya kurdîde nexşê kurdistanê hatiye  vehînan bi vî rengî  weke belgenamekî dîrokiye mirov dikarê  mitmanê[1] lê bikê ji ber ku
giringe û pêwiste her kurdek welatê xwe binasê û sînorê welatê xwe diyar bikê da nebê pirsgirêkek di riya nifşên werêde ji ber ku ev erkê me hemiyaye .

Ev dîwan ji du helbesta tête jimartin
1-helbesta nexşê kurdistanê
2-helbesta dî hemî deşt û çiya û kelih û zinar û av û çemên kurdistanê têde hatine diyarkirin    
 -tevî vî jiyê wîyê dirêj hê berdewame di vehînana helbest û nivîsandinê de.

Welat binase

Divê her kurdek welat binasê
Cihên çep û çûr deverên asê
Çi li tirka bî çi li îranê
Li sorî û êraq hemî bê basê
Dema  dibêjin kurd û Kurdistan
Em ji du peyvan didin xeberdan
Yek navê kurde ya dî sitane
Dibê kurdistan em dikin base
Wek em dibêjin navê gulistan
Yan jî dibêjin navê daristan
Cihê gulane cihê darane
Du peyvên hevgir xwe didin nasî
Welat binase b xîzika tanî
Li derya sipî  qefa bêlanî
Eskinderonê ber û jor banî
Ber bi çiyave ta amenosê
J, amanos diçê şarê osmanî
Bajarê mereş li çiyayê banî
Di roj avayê armodaxêre
Qeyabebere dighê sêwasê
Ber bi tuqatre diçê demrozê
Sodê û berkelê em dikin dozê
Hesar şiban kar girason  rêzin
Aloc beleban çiyayên asê

——–

[1] Mitmane: piş pê germ kirin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara duhem de em dikarin van gotarên kêrhatî û hin helbestên niştimanperwerî bi pênûsên cuda bixwînin:1-(Erke pîrozekanî Hêviya Welêt)Kamal Fuad.2-(Bi hatina cejna Newrozê)Desteya Kovarê.3-(Bîreweriya cejna Newrozê) ji (Dengê Kurd),hejmar (8) hatiye wergirtin.

4-(Newroz be xoş hatî,wê her bê rojî serxwebûn!!!) Şivan .5-(Perîşanî) Soro.6-(Nexweşiya me xweşiya neyaran e )Hemreş…

Bavê Zozanê

Berya çend salan gotarek li ser hostatiya avakirin û şûngirtina peyvê di helbesta melayê Cizîrî de min nivîsand wek têgeh yan têrma Yarim min bikaranî ku yarim ew kelpîçê zirave ku dîwêr bivehve dihûne yan jî girê dide,babet ne di gotin yan di peyvê de ye bi qasî di cihê…

Can Yûsif*

“Çavkaniyeke ji tîpên bedew, û buxçeyek ji wateyên pîroz”

Helbestvan û nivîskarên jin ên Kurd di serdema ku peyv bi sînor bû û tîp qedexe bû wan roleke pêşeng lîstin, pênûsên xwe kirin xetereyên hişyarî û berxwedanê, tîpên xwe kirin bin xizmeta gelê xwe û doza wî de û…

Subhî Deqorî

Zimanê kurdî ne tenê dengên ku di qirikê de çêdibin e,

ne jî komek azînên ku di pirtûkan de têne hînkirin e.

Ew tiştek mîna siya dirêj a bîrdankê ye;

bîrdank ku ne di dibistanên dewletê de çêdibe,

lê di zevî û xaniyên teng de, li…