Cihê hêzên 14 adarê yê durust eve

  Salih Demîcer – Beyrût

Di dema ku gelek aliyan dianî ziman ku wê yekîtiya hêzên 14 adarê hilweşe û tiştek namîne bi  navê  hêzên 14 adarê , bi taybetî  piştî rûxandina hikûmeta Se`ed  Herîrî  û binavkirina Necîb Mîqatî ji bo damezrandima Hikûmeta nû û hin agahiyên ku dihatin belavkirin li ser pêşbîniya beşdarbûna partiya Ketayêb di hikûmeta Necîb Mîqatî de , aliyê 14 adarê  bi hersê pêkhateyên xwe ye serekîn ( şepola pêşerojê, partiya Hêzên Lubnanî, partiya Ketayêb) di roja 14 Şubat de  bi awakî aşkere û barbiçav diyar kirin ku ew hîn wekû laşekî yekgirtîne û çi hêz nikarin wan ji hev bixin.
 Wan di bin navnîşana belê ji bo dadgeha navnetewî na ji bo çekê ne rewa  de,  Bîranîna şeşem a kuştina Refîq Herîrî li hola Biyêl vejandin û tê de helwesta xwe bi awakî diyar û aşkere li ser van guhertinên dawî di derbarê hikûmetê û beşdarbûna wan têde ragihandin.
Ev Bîranîna ku îsal di rewşeke herêmî û navxwyî ya  taybet û ciyawaz ji salên  berê de  tê çêkirin ,ew li gor hêzên 14 adarê vexwendineke bo hemwelatiyên Lubnanî ku her yek bi şêweyê xwe evê rojê bi bîra xwe bîne û rola xwe bi awakî zelal di biryara niştimanî ya serbixwe de bilîze, û bi çi rengî rê nede wan destdirêjiyên herêmî yên ku dixwazin Lubnan bikin qadeke vekirî ji bo pêkanîna  pilan û pirogramên  siyasî ye ku tenê xizmeta wan welatan dikin.
Di vê boneyê de  Se`ed Herîrî  gotarek pêşkêşî amadeyan kir û têde  diyar kir ku ew wekû hêzên 14 adarê bi çi rengî çekan napejirînin û bi taybetî dema ku berê wan çekan li sîngê Lubnaniyan  bi xwe be û her wiha wî anî ziman ku daxwaza wan tu carî ne desthelate, belê ew pêkanîna destûr û sîstema demokratîke .
 di vê derbarê de  Herîrî bal kişande ser sê xalên girîng  ku ew wekû pirinsîbên serekîn ji bo xebata wan di demên pêş hatin bi nav kirin :
1-    Pêgiriya bi distûr.
2-    Pêgiriya bi dadgeha navnetewî a di derbarê  Lubnan de.
3-    Pêgiriya bi jiyana taybet û giştî û parastina wê ji çekên ne rewa.
Herîrî di berdewamiya axaftina xwe de û li ser çûna xwe ye Sûrê  got:
“Ez çûme Sûrê wekû serok wezîr û kurê Refîq Herîrî , çûna min ne daxwazeke kesayetî bû , me di demên xwe ye herî bi hêz û xurt de dest ji bo aliyê din dirêj kirin lê mixabin ev yek bi awakî şaş hate têgihiştin  diyare em şaş bûn bi nerîna xwe li ser wan”.
û li ser pêşdestiya Si`ûdistana Erebî û Sûrê a bi nave sîn-sîn dihate nasîn Herîrî nerîna xwe wiha anî ziman:
“Pêşdestî bi xwe li ser bingeheke serekî hatibû avakirin  ku em amadene ji bo li darxistina kongirekî berfereh ji bo lihevhatineke niştimanî  , li  Riyad were li darxistin û  karibe berjewendiyeke  berfereh û beşdarbûneke berfereh ji hemî aliyan re dabîn bike û wê piştre encamên biryara dadgeha navnetewî bibin berpirsiyariyeke  niştimaniye giştî  , lê daxwaza wan ne wiha bû ,wan xwest em serî ji wan re bitewînin.  bersiva me jî ji  wan re ewe ku em ji dibistanekê ne jê re  dibêjin( kes ji welatê xwe mezintir nîne)”.
Ji aliyê xwede  serokê partiya hêzên Lubnanî   semîr Ce`ce` anî ziman ku jiyan serkeftine  ji bo kesên hêzdar bi dilên xwe ne bi çekan ,û li ser aliyê 8 adarê û Sûrê , Ce`ce` di axaftina xwe de wiha got:
     “Em şaş bûn dema me bawer dikir ku birayên me li Sûrê, li xwe  vegeriyan  û        helwesta  xwe li ser Lubnan ber bi aliyê durust ve birin , diyare helwesta wan hîn wek helwesta wan a roja 13 şubata 2005an ne. belê em şaş bûn û  me nizanî bû  ku aliyê din  nerîna din napejirîne,…. Niha û ji hemî demên berê bêhtir em dibêjin  Lubnan berî her tiştî….. em wiha ne û emê bimînin wiha …. Şoreşa me sipî û berdewame heta serkeftinê”.
   Her wiha serokê partiya Ketayêb Emîn Cimeyêl, di axaftina xwe de ragihan ku ev guhertinên demên dawî li Lubnan çêbûyî ew  di bin siya çekên Huzbullah de çêbûn û evjî tiştekî ne rewaye , bi çi rengî çênabe û ne ji mafê tu partiyane ku baweriyên xwe û çanda xwe û çekên xwe li ser hemwelatiyên Lubnan tev  bisepîne.
Bi van helwestên hersê serkirdeyên 14 adarê di roja 14 şubatê de em dikarin bêjin ku tayên dîmena siyasî li Lubnan diyar bûn , wê damezrandina hikûmeta Necîb Mîqatî yek alî be û bi destên Sûrê û Huzbullah be û hêzên 14 adarê jî wê wekû opozisyoneke  hevgirtî û bi rêk û pêk cihê xwe di piroseya siyasî de bigrin û evjî  cihê wanî duruste , bi kêmanî di vê qonaxê de.

15-2-2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me…

Hozanê Girkundê

Bajarekî wêran darbesta evîneke
Westiyayî
Li ser piyê xwe hildigire
Bi dilekî şikestî
Xulmaş dibe!
Jiyan digrî
Êşê bi rondiken zemînê dişo
Perperîk
Şevnema li ser pelên
Sibehan dinosînin!
Zarokên pêxwas bi morîkan
Dilîzin sarbûna axê
Maçî dikin û qevdên hermelê
Bi dîwarê xewnên xwe
Dadilqînin!
Her tişt li derdora xuristê
Tê….guhertin
Babelîsk li beyaren payîzê
Keserên salan kom dikin!
Darên pîr toza
Demsalan ji ser xwe diweşînin
Rengê rokê bê…

Mehmûd Badilî

Sûriyê, piştî salên dirêj yên şer, parçebûn û wêrankirinê, derbasî qonaxeke pir hestiyar bûye, qonaxeke ku dê rengê dewletê û paşeroja têkiliyê di navbera pêkhatiyên wê de ji bo salên pêş de destnîşan bike, ku ji hemû aliyan tê xwestin ku ji mentiqê serdestî, mandelkirin û tunekirinê derbasî mentiqê lihevhatinê û avakirina dewletê bibin….