Bi şev bûk e

 
Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Rexneyan li nivîskaran dike…
Dibêje: “Li xwe vegerin, ma hûn ji xwe napirsin, ha ji xwe hebin” ew bi xwe jî nizane çi dibêje.
Bi  mûma xwe a vêketî tiliyên xwe dişewitîne…
Dixwaze rengîniya ciwaniya xwe fena şemalan ji her kesî re vêxîne.

Rexnevanekî got: Min dixwest dîroka tazîbûna pênûsa wê binivîsînim; gava xwe mîna kevala bêbuha, bi laşekî arzan firot û navê xwe xist nav navdêr û navdaran…
Hilma min çikiya, şev pê de li ber şahiya neynikê vêxistî bû. Tilyek dicût û du hinark diyarî dikirin. Silgoan gelek digotin “Ji Papa bêtir Katolîk bû”… Sibehîn li ber telefonê, êvarê li ber paltalkê, nîvê şevê li ber kamîra xemxur bû.
Silav bi pirsan ji aş û bajar li keviran dikir. Di heman çax de bi tinazên şêrîn dikarî bû rewan bi wan ve bîne.
Dermanek ji ba re nivîsand dema bi nerîna xwe ew xist tayê, êş û birîna çendîn cendekan li ber raxistî bû. Zozanekî sar qilûsa xwe bi bawerî li ber pê raxist. Evîna nezanan li ser Kevirê Sor bi tîpên zêrîn dinivîsand.
Xwe ji ava çeman zelaltir dikir.
Cotê çavan diyarî heyva nîvê şevê dikir.
Ajotina cotê hestan bi girnijîna xwe dikir.
Li ser banî rûnişt û cîhan ji çavên xwe re, ji berjewndiya xwe re hêsir kirin çek û li ser pişta mixabiniyan çû û çû…
Karwanekî ew bir, gustîla hunerbaziyê wek pertûkekê di nav destên xwe de perçiqand û got: “Sed dil bigirîn, bila yê min negirî”…
Rexnevanekî dî got: Ez leylanê dibînim, dotmîrekê dibînim. Navê keserê li ser xincera hilmê, spîbûna kaniyekê, li tenişt keniştekê herikîna derewên reş û spî dibînim.
Asman di nav sîngên diyarîkirî de dibînim. Rewşa avahiyê li welatê ko liv û canbaziyan jê hîn bûme dibînim.
Serê sibehê xanî li xanimê vala dibe, ronahiya tevdayî li xwe digerîne û serê xwe bi strana (Ev dilê min e) germ dike. Va neviyê pêximberekî bi destê wê girtiye û helbestbadeya erebî ji xortên hêjayî re hildide. Strana Hesenê Cezîrî di bîra rexnevanekî din de tê ” Lê Nazo nazeliyê kihêla min Erebiyê, min ji xwe re li çolê diyê, lê Nazo, nazeliyê”…
      

13/02/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…