Ji te ditirsim! Û Em du zarok bûn (2 Helbest)


Demhat Dêrikî

Te tûrikê xwe
ji ferhengên tirsê dagirtiye
û li mejiyê xwe yê
di navbera hêvî û bê hêviyê de diçe
û tê, bar kiriye û her kêlî
bê ku razevîna min di dibistana
dilê Memo de têbigihê
di rûyê destegulên kenê min de

dibêjî; JI TE DITIRSIM!
Keçê esmerê, dînê, malxirabê,
bê îmanê!…ne te ez kirim kevokek
bask şikestî, dûr kirim ji refên firdana
di şahiya aso de.
Te ez kirim pêleke bê hogir û heval
di devê deriyayên bê binî de.
Te ez kirim dîl di peyvên nehezevînan de
ku awirên wan min dikin zindiyek mirî
li ser darbastên zimanên wan!
Te ez kirim persekekî koçber
li ber dergehê nezanan…û hêj
tu dibêjî JI TE DITIRSIM!..
tirsa çi?..
Ji dilê min ê ku te di xewnên xwe de
dike hilata rojê,
dike stêra herî geş,
dike evîna kevot,
dike evîna tav û avê,
dike qublegeha nimêjên evînê,
dike şanên jînê,
dike hebûna keskesorê?…nizanim esmera farqînî
ger tu ji van ditirsê,
nexwe tirs li te pîroz be,
jiber ku tu ji tirsê jidayîk bûyî!…

—————————————-

Em du zarok bûn

Li gundekî di nava sirûşta
heft reng de, di nava zarokan de
em du bûn; yek keç ya din kur.
Me xaniyek hebû ji kelpîçan…
li zivîstana germ, li havîna hênik.
Li demê dibistanê
diya min pênûsa rêjî dikir du
jêbir dikir du
lênûsk dikir du
me li dora wan dikir dîlan,
sibehan zû
bi cilên pînekirî
di nava dilên çûkan de
em diketin rê!
Lê carna em şivan bûn
em her du hevalên baranê sor bûn,
li gel bayê zozanan,
li gel pêkeniyên seyê me bozo
kulilik ji lêvên me dipişkivîn
tevlî bêhna cilên me dibû…
her ku em dikenîn cokavên zelal
pêlên xwe li kulilikên sorî dixistin,
ew jî tevlî govenda dilê me dibûn.
Nanek tenûrê,
serîk pîvaz,
kulmek lorik,
em dibirin xewa şîrîn!…ma çend xweş bû gundê me?..
Lê, rojekê wek mîroyan kes hatin,
pêlavên wan reş,
cilên wan belek,
li destên wan tiştine biyan,
wek gurên birçî ketin nava gundê me,
agir pêxistin,
gund talan kirin, wêran kirin!..
Kenê me kuştin!
Beranê sor xwarin!
Bozo xeniqandin!
kulilikên me serjêkirin!..
Em avêtin bajarên canxwer!
Li vir;
ne hevaltî heye,
ne hogirî heye,
ne hezkirin heye,
ne diristî heye,
ne bawerî heye!
Tenê dûmana reş
wek marek ji kunê derdikeve
jehra xwe belav dike!..
va di nava wê de em her du
mezin bûn,
ne ez ez im û ne ew ew e!..
Her yek ji me bû cîhanek,
her yek ji me bû derewek,
her yek ji me bû janek,
her yek ji me bû evînderewînek,
her yek ji me bû bê bextek,
her yek ji me bû koleyek,
her yek ji me bû ne tiştek!
Em bûne du kesên biyan
di nava buhuşta pişaftinê de!
Ne êdî me gund heye,
ne me xak heye,
ne me war heye,
tenê me xerîbiyek hey û ew jî
ne ya me ye, em bûne du kesên winda!…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Burhan Hesso

Du Baskên min in,

Tu î
û
Helbest …
Berê, ez xewna Tîrkekî bûn
Di malzaroka Kevan de
Kevloşkî,
Xûz,
Çimandî,
Kewş…
Xwe dispart, tîbûna Kerwankî lal !
Ba,
Mîna Silava Peyxamberan
Xav ,
Dibişivîn Hinarên, hinartî xwelya şikestinan
Xav , dibuhurî bixêrîkên pirsan
Têperên Regezan, Qalûnên Qitranê dikşandin ,
Sehên Barîk
Ji Mitêlên Ûcaxan desmêj digirtin
Kendavên hilmirastî, Kindir dadihijtin dûmahiya Henasên min
Li ser pîkoliya min
Qirix diçû Ava
Serek…

Rêber Hebûn

Di roja 11ê Tîrmeha 2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li Düsseldorfê êvarek awazê ya bi navê “Şevbêrkeka Hunerî” li dar xist.
Ev çalakî bi dengbêjî û awaza kurdî ya hunermend zanyar: Hisên Bilal hat xemilandin

Rêvebirina civînê ji aliyê nivîskar Rêbar Habûn ve , rêvebirê Destpêşxeriya Kombûna Zanyarên Azad,…

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …