Hevdîtina bi endamê polîtburoya pdks-elpartî M. Ismayîl re

  Li ser kêşa kurdên  bê nasnama niştimanê li rojavayê kurdistanê (sûrya)
Û her wiha li ser pîlana serjimartinê li devra cizîrê di sala 1962ê de hatî kirin me fêr dît em vê hevdîtina ha bi mihemed ismaîl indamê mekteba siyasî ya P D K li sûrya (alpartî) bikin .

kak mihemed kurdên bê nasname û pîlana serjimartinê xwendineke dîrokî zehmet nebê .

piştî hilwişandina yekîtiya dinav bera misir û sûrya de ((komara hevgirtiya erbî)) di 28/9/1961ê de miletê sûrya bi tevayî dijî wê veqetandinê bûn .
nejadperstên ereb dixwestin arîşeyan di navbera miletê sûrî de pêkbînin dijatî û dirleşiyê biçînin . û kurdan ji hev parçe bikin jibo wan winda bikin . zogana /93/ di 23/8/1962 de ji bal desthilatdariyê ve hate pejirandin û komîtên amarê di herema cezîrê de dest bi serjimartinê kirin di 5/10/1962an de bi mebesta paqijkirina tomarnaman(  ji kesên beyanî) yên ji derve hatin welat û nav nivîsandin di xan xanîkan de . ew tomarname bi hemi navan ve sipartin kesên nejadperist ku navên hin kurdan xirakirin . ji encama wê bi dehên hezaran ji welatiyê kurd nasname ji wan hatin kişandin  bi tevlî ku wan belgename hene dide xuyanîkirin kû ew sûrî ne û ji sedê salan ve li vê axê u li vê qadê dijîn (ji nasnamê fernsî û qoçanê pez ji ser demê osmanî ) . jimara wan kurdan yên nasname ji wan hatî kişandin 120 hezr bûn û niha jimara wan bêtir ji 200 hezariye ji bilî (mektûman) yên bi yek carî ti belgename nine li sûrya  jimara wan jî bêtir ji 100 hezahiye . ev kiryarên sexte pîlaneke rijêmê bû . da kurda tar û mar û winda bikin . di jiyaneke tengav re derbas bikin . her wiha jimara wan kêm bikin û deryê xwendinê û pêşveçûnê li ber wan bigrin bi zicîrekê bên dûrpêçkirin hin bi hin li wa teng bikin da bi demê re sal bi sal mijûlî xebatê nebin û kesayetiya xwe winda bikin wek wan kurdê li bajarê mezin dijîn mina dîmeşqê û hema yê.

encam û bandora vê pîlanê li ser civaka kurd de piştî bûrîna vê dema dirêj?

encam û bandora vê pîlanê li ser civaka kurdî de gelek zore li ser hemî astan. Çi civakî û abûrî ,çi siyasî û insanî . ji ber kû beşekî mezin ji civaka kurdî  hatine bê barkirin ji mafên xwe yên surştî û insanî û di jiyanke sext û dijwar de dijîn , bê kar , bê xwendin , bê saman , ta nikarin mala xwe li ser nave xwe qeyd bikin û her wisa jin û zarokên wan li ser navê wan nayên qeydkirin .
Kurdên bê nasname nikarin di nexweşxanên dewletê de derman bibin , ta nikarin di hûtêlan de rakevin …… her nikarin pişkdarî di bijatin û helbijartinan de bikin . mirov nikarê bijmêrê ji çi û çi bê barin .
Lê em dikarin bibêjin ji her tiştî re nasname pêwîste …..!!!!! tiştek tine kû nasname jêre nave tuneye .
Dikarim bibêjim ji encama vî karê bi nejadperstî civaka kurd tar û mar bûye gelek xêzan derbeder bûne li kolanê bajarên mezin û welatên biyaniyn, welatê wan bi xwe bûye zîndaneke mezin tijî êş û azar . kû li seranserê cîhanê wek wê tengav nine dij u bervaji wan  rûdanên ser dema nuh , mafê mirovan , mafê miletan û bayê dîmuqratiyê û guhartinên li cîhanê de peydadibin .
Bi kurtî miletê me ji egera vê kiryara hanê bûye wek laşekî nexweş û çilmisîye.

êrîş û pîlanê nû di derheqê miletê kurd de bi nerîna te ji çi tên..?

pîlanê nû di derbarî miletê kurd de ji nejadperstî û tirsa rijêmê ji guhartinên li cêhanê pêktên , ji ber sîstmên rijêmên yekta şermezarin divê serdemê de , û ji rola pêkanîna fidraliyê di Kurdistan û iraqê de û despêka wan pingavên li kurdistana turkiyê tê avêtin û her wisa ji ber gurbûna komelên mafên mirovan li cîhanê yên kû bi zelalî kiryarê wan yên sext didine ber çav .
Dizanin kû tevgera kurdî û miletê kurd li sûrya dikarin mifa yê ji van mercan bibînin û kêşeya miletê kurd bibe kêşeyeke navdewletî
Ji wê yekê pîlanên nû têne sazkirin li ser kurdan, mina  zogana (mersûm ) 49an , û qedexe kirina çalakîyên kurdî ,yên siyasî , yên rewşenbîrî    û çendîn pîlanê din .

bizava kurdî çi heya yan çi amadekirye bermabrî van kara de ?

mixabin bizava kurd pêngavên wê ji bo çareseriyê kêmin , ji ber zordariya desthilatê û ew mercên dijwar yên têre derbas dibe , lê bê gûman nerîn û xebatek tê meşandin ê me wek PDK s (( alpartî )) em xwe dibînin berpirsyar di ber milet û tevgera kurdî  de bizava me û nerînên me hatin di aliyê kombîna tevgerê de ji ber levhatin û yek helwêstî li beramber kiryarên rijêmê û himbihêzkirina opzisyonê û da ku kêşeya kurdî bibe parçeyek ji kêşeyên tevayî sûrî de di 31/12/2009 an de me Encemîna siyayasî ya kurdî li sûrya pêkanî û diyarkir,  ya ji 9 partiyan pêk tê .
Ew baştirîn pîroz bayî bû ji miletê kurd re di despêka sala nû de em di wê hêviyê dane kû ev pingav bibe bingeh ji lêvegra kurdî re di rojava de ji ber em hemî dizanin hêza kurda di yakîtiya wa de ye .
Yek nerîn di derbarî pîlanê desthilatê de , yek dengî li bal hêzên demoqrat û aştîxwaz de , yak bangwaz li alî komelên civakî û mafê mirov li cihanê . bi kurtî , pirkirina dostan û hêzbûn li beramber rijêma sûrî ev  amadekirne bermabrî van karan de.

peyamner

NEWROZ EHMED/QAMIşLO –

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…