Ey reqîb yan Kurdistan?

Ev bûye demek ku di Medyaya kurdî de behsa  hewldanekê ji bo guhertina Ala rengîn  û sirûda Ey Reqîb ya neteweyî ya gelê Kurd, tê kirin. Her weha  tê gotin ku helbestvanê Kurd  Şêrko Bêkes  sirûdeke nivîsiye  da ku şûna  Ey reqîb bigire.
Nivîskarê Kurd Jan Dost, ew sirûda Şêrko Bêkes ku navê wê Kurdistan e guherandiye Kurmanciya  jorîn  û  niha jî  li ber destê xwendevanan e ku ew jî nêrînên xwe  li ser naverokê bibêjin û vê sirûdê  û sirûda Ey reqîb bidin ber hev û binêrin ka kîjan  bêtir  nêzîkî  hest û dil û giyanê  gelê Kurd e.

Kurdistan

Dayka me yî, çi şêrînî, serbilindî, Kurdistan
Kevnareyî, tu pîrozî, roniya çavê hemyan

Li bakur û li başûr bî, rojava, rojhilatî
Armanc yeke , al jî yeke, doza me ye azadî

Te dparêzin, li çarhawîr, wek rêza çiyayên te
Canfida ne, dilpola ne, bi milyonan lawên te

Bi salane, çira xwîna şehîdan e, ev xak e
Ta hetayê, dê li ser me biçirise,  ronak e

Yekgirtîne, di rê de ne, jin û mêrin, mil li mil
ji bo pêşerojek geştir, ciwantir ji roj û gul

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…