Ker firoş

Abbas-Abbas

Ji deh salan, ku salek jê payêz û zivstana wê kêm baran derbas dibê, di herêma Qamişlo de tiştekî sirûştiye, loma bandora wê li gelê kurd bê nakokiyên giran derbas dibê, lê ku dibê du sal, hingî jiyan pir zor tê qedandin!…

Li gundê Nisran û piştî ku du salên kêm bran derbas bûn û ket sala sêyem, di dawiya bihara wê de ku hîn liba genim û ce, di çaxê şîr de ne û baş ne peşkivî ne, teyêrokê li zadên wan da û ew bi erdê ve pelax kir!….Êdî her tişt li ber winda bû!…
Ev malwêranî û kambaxî, tev tiştekî sirûştî û xwezayî di dîtin!…Ew jî ji bê çarî bû  .

 Bandora van salan jî, bi giranî li sewal û dewarên wan bibû, keriyên pez têkçûn, bihayê wan bû bi kulmek ka, dawî jî bû ne bi tiştekî!….Tev nexweş û lewaz, li ber mirinê, hingî jî ku derbas bû havînî û kelkela germa wê da herêmê, her tişt bi rengê sor xuya kir, pez û bizinin gundiyan,kelaşên wan bibûn derd ji xwediyên wan re, heya êdî hin ji gundiyan, hîn sewalên wan sax, bi çolê dixistin û bê serî berdidan!….

 Bedro jî yek ji vî gelî bû, ku axûrê pezên wî ji her tiştî vala bibû, heya ji pişkulên sewalan, wek ku tim jina wî ji cîrana xwe re di got:

-Ciranê, ji bo agirê tenûrê, pişkul jî di axûrê me de neman!…

Bi tena xwe, kera wî di hewşê de girêdayî ma bû!….

Roja ku kelaşê Beranê sor bi çolê de bir, li ber kerê ma sekinî û bi dilekî xemgîn got:
-Ne goştê te tê xwarin û ne şîr ji te tê dohtin !…..Êdî bo çi ti li ba min maye ?!…..
Hevsarê kerê ji serê wê kir û kulma xwe bi himet li taliya wê da, kir ku ker ji arandina taliya xwe, bi lez ji hewşê bê der û bi nav kolanên gund kevê .
Wek nîvsaetekê geriya, hingî ku tiştekî bê xwarin nedît, berê xwe da ber çemê Soplaxê, çemê ku di ber gund ve derbas dibê!….Çemekî ziwa û erdeke rût, heya qeramê di ber çêm de jî, gundiya dabû ber dasikên xwe û kişandibûn mal!….
Kera mê, di nav koma kerên beredayê de winda bû, wilo jî ji êrîşa kerên nêr debora wê nebû, loma zû li Bedro vegeriya û hêviya wê gemara ji ber xwarina zarokan bû, ev jî heger ji ber wan dima!…..
Ev malwêranî, ji zagonên sûriştî bû, loma jî tu kesî hişkere, dij karê Xwedê tiştek ne di got!….Lê derdên bê derman, ku ev zagonên sûriştî di herêma kurdan de, giran dikir, zagona ewrte ya komara Al-Bees bû, ku gelê kurd pê hatin koçkirin û talankirin û guhestin, tev jî bi anîna kesên ereb, ku bi Al-Xemir tên nasîn û bi evakirna gundên nû ji wan re, di nav gundên kurdan de, ew jî piştê ku erdên wan ji dest wan girtin û li Al-Xemir dan belav kirin!…..
 Dema ku erebên Al-Xemir, cihê xwe di gundên nû evakirî de girtin, wek tora xwe, ku bê ker nikarên bijin, car dî li keran geriyan, loma ker di gundên kurdan de kêmbdiûn û bihayê wan bilind bû!….
Bedro jî, ku wilo bihist, hevsarê kera xwe girt û berê xwe da bajarê Terbespiyê, zû kera wî hat firotin!….Piştî sê salên ziwa û kambax, cara yekeme ku Bedro bi dilê xwe xwarinê ji zarokên xwe re di kirê, ew jî bi bihayê kerê!….
Di bin barê xwe de westiya, loma li ber bîra gundikê Evdê Ebês, ku di rêya wî de ye, barê xwe danî û dêwlek av ji xwe re kişand, hingî jî ku vexwar û xuhdana xwe paqijkir, bêhna wî hinkî fereh bû, êdî ji xwe re di firotina kerê de ponijî!….Dawî jî ev pirsa han ji xwe kir:
-Bo çi ez keran nakirim û nafiroşim van erebên Al-Xemir?!….
Roja dî Bedro, bi nav gundên kurdan ket, kerên berdayê û yên girêdayî, hin bi perên jiber bihayê kera wî man kirîn û hin jî bi deyên anîn!….Û roja dî berê xwe car dî da bajarê Terbespiyê!….
Di her du mehên havînê de, jiyana xwe û yan zarokan, xweş bi kiriyarî û firotina keran derbas kir, lê ku havîn ber bi dawî ve çû, êdî ne kerên beredayî û ne girêdayî bi dest Bedrxan ketin!.. Ev jî ji ber pirbûna bazarvanên keran!…Yên wek Bedro ku bi bazervaniya keran zarokên birçî xwedî dikirin!…..     
Piştî rojeke germ, ku tavika wê patikan di kelînê, Bedro bê ker vegeriya bajarê Terbespiyê û li çayêxanê ji qam de xwe berda ser kursî!…Çaya wî li ber danîn , piştî ku caya xwe vexwar, li dora temaşekir!….Di kêleka wî de, sê kesên ji Al-Xemir li kêleka wî rûniştî, li ser masa wan, goştê biraştî û çeqilmastê cemidî hat danîn, êdî kir ku ev bi devê Bedro ket!..  
Yekî ji wan berê xwe da Bedro û bi laqirdî got:
-Haaa….Mamosta Bedir….Kerên firotinê li ba te hene?….
Bedro jî, bi blengazî bersiva wî da û got:
-De welahî gundik nema û ez lê negeriyam!…Kurooo….Heya bi keran jî di vî welatê de neman!…..
Her sê ereb bi hev re bi dengekî bilind keniyan, dawî jî yekî ji wan got:
-Ma ne tiştekî başe, ku ker di nav we de nema bin!….
Bedro çaya xwe di cih de hişt û ji çayêxanê hat der, jê dûr ket bû, lê hîn jî dengê kenê wan di hat guhên wî, loma û ji qehra zikê xwe, hevsarê kera xwe, ku tim bi xwe re di gerand, kir sukira xwe û bê deng berê xwe da mal!…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…