«Viyan» Karekî Rêzder e (awarte ye) , Ne Li Gora Rêzika Xwe Bikar Tê …!

Deham Ebdulfettah

Karê ( viyan ) bi raweya ( vên ) û ( vîn ) jî hatiye .
Gêwê Mukriyanî di ferhenga xwe de , ya bi navê (kurdistan) dibêje ( di Kurmanciya Bakur de ) :
Vên : Wîstin , xoşewîstin , arezû.
Vîn : Daxwazî ( Kurmanciya Bakur ) .
Hejarê Mukriyanî jî di ferhenga xwe ya bi navê ( Henbane Borîne ) de dibêje :

Vîn : Eşiq , evîndarî , arezû .

Ev her du gotin , bi wan wateyên jorîn , di hindek jêderên dîtir de jî hene :
Ehmedê Xanî di ( Nûbihara Biçûkan ) de dibêje ([1]) :
( Îşaret wehî û telwîh û îradet vên û qudret şên )
Anku , ( vên : xwestin , daxwazî , arezû ) .
Ev kar bi raweya ( viyan ) , weku jêderên karan , di hemû dem û raweyan de tê veguhestin:(Min viya , ez divêm , ez ê bivêm…. ) .
Rêzderiya ( awarteyiya ) vî karî ji du hêlan ve hatiye :
1 – Ji hêla teşeyê ( formê ) ve , ev rawe ( viyan ) wek karên nederhingêv ( têneper ) saz bûye :
( Keniyan / kenîn / , geriyan / gerîn / , kişiyan / kişîn / , westiyan / westîn / … ) û li wê şopê jî viyan û / vîn /([2])
2 – Ji hêla têgeh û watedariyê ve , weku karên derhingêv ( têper ) , bi wateya ( xwestin ) , dihingive berkarê xwe yê rasteder ( rastewxo ) :
( Min pirtûkek viya / xwest / , ez pirtûkekê divêm / dixwazim / , ez ê pirtûkekê bivêm / bixwazim / …. ) .
Em dizanin ku hemû karên nederhingêv ( li gora rêzika xwe ) , di hemû deman de , bi cînavên koma / ez / re tên veguhestin : ( viyan ) jî , li gora forma xwe ya nederhingêv , gerek bi wê pîvanê bihata veguhestin : ( Ez viyam , ez divêm , ez dê bivêm …. ) .
Ev jî ne durist e . Çiku ( viyan ) li vir derhingêv e , gerek di demên borî de bi cînavên koma ( min ) re bê veguhestin , Wek :
– Min pirtûkek viya ( xwest )
– Te pirtûkek viyaye ( xwestiye )
– Wî pirtûkek diviya ( dixwest )
– Wê pirtûkek viyabû ( xwestibû ).
– ….
Lê di demên nuha û paşeroj de , ev kar ( derhingêv be yan nederhingêv be ) pêwîst e ku bi cînavên koma / ez / re bê veguhestin :
– Ez pirtûkekê divêm ( dixwazim )
– Ez ê pirtûkekê bivêm ( bixwazim )
Di warê kiryariyê ( pratîkê ) de karê ( viyan ) , di nav gel û di nivîsaran de jî , bi du coran tê xebitandin :
1 – Corên Nederhingêv :
Ev corê nederhingêv li gora demê tê guherîn :
Dema Nuha :
Di vê demê de ev kar bi raweya ( divê ) bikar tê .
Wek :
– Divê ez te bibînim
( gerek ez te bibînim )
– Divê em herin Şamê
( pêwîst e em herin şamê )
– Divê hûn zimanê xwe biparêzin
( pêdivî ye hûn zimanê xwe biparêzin )
Em dizanin ku raweya hemû karên nederhingêv ên asayî ( normal ) li gora karayên ( kiryarên ) xwe tên guherîn , anku eger kara yekjimar  be , yan komjimar be , kar jî li wê gorê , raweya xwe digire , wek ( ez diçim , tu diçî , ew diçe , em diçin … ) .
Lê karê ( divê ) , digel ku nederhingêv e û di dema nuha de ye jî , nehatiye guherîn , gelo çima ?!
Di mînakan de , karê ( çûn ) , li gora guherîna karan ( ez , tu , ew , em ) tê guherîn . Lê karê ( divê ) , ji ber ku karekî rêzder e ( awarte ye ) , karayê wî hevoka li pey wî ye . Ev hevok jî bi karayekî yekjimar tê texmînkirin , anku hevok cihê karayekî yekjimar digire . Loma karê ( divê ) di raweya yekjimarê de ( bê guherîn ) dimîne :
– Divê em biçin = çûn bo me divê = çûn divê bibe
– Divê tu pirr bixwînî = xwendina pirr divê = bo te
xwendin divê .
Di van mînakan de ( çûn , xwendin ) karayên yekjimar in , karê ( lêkera ) wan jî ( divê ) , li wê gorê yekjimar hatiye . Ev jî li gora aheng û kategoriya karên nederhingêv pêk hatiye .
Di hindek hevokên vê raweya ( divê ) de , kara navekî eşkere , li pêş karê xwe ( divê ) bikar tê , anku wek hemû karên nederhingêv :
– ( Arvan ji malê re /divê/ , şekir û ardû jî /divên/… ) .
Di vî şêwazê hevokan de karê ( divê ) jî , weku karên dema nuha , nîşandekên jimara kara lê xuya dibin :
– Pênûsek bo min divê ( gerek e )
– Gelek tişt bo min divên ( gerek in )
2 – Corê Derhingêv :
Li gora ku ( viyan ) bikar tê , ew jî weku hemû karên derhingêvên asayî , li gora rêzik û destûran tê veguhestin :
1 – Di her çar demên borî û daxwaziyên beranberî wan de , bi cînavên koma / min / re tê veguhestin .
Wek :
– Min sêvek viya ( xwest )
– Te sêvek viyaye ( xwestiye )
– Wî sêvek diviya ( dixwest )
– Wan sêvek viyabû ( xwestibû )
– ( Xwezî ) min çar sêv biviyana ( bixwestana )
– ( Bila ) te jî pênc sêv viyabûna ( xwestibûna )
– HD…………………………. .
2- Di dema nuha û daxwaziya wê de , ev kar bi cînavên koma / ez / re tê veguhestin .
Wek :
– Ez sêvekê divêm ( dixwazim )
– Tu sêvekê divêyî ( dixwazî )
– Ew sêvekê divê  ( dixwaze )
– Hûn sêvekê divên ( dixwazin )
– ( Gerek ) ez sêvekê bivêm  ( bixwazim ) !
– ( Xwezî ) tu jî sêvekê bivêyî ( bixwazî ) !
– ( Bila ) ew jî sêvekê bivê  ( bixwaze ) !
– ( Belkî ) em jî sêvinan bivên ( bixwazin ) !
– HD………………………….. .
3 – Ev kar di dema paşeroj û daxwaziya wê de jî bi cînavên koma / ez / re tê veguhestin .
Wek :
– Ez ê sêvan bivêm ( bixwazim )
– Hûn ê sêvan bivên ( bixwazin )
– ( Gerek ) em jî ( sibe ) sêvan bivên ( bixwazin )
– HD…………………… .
Bi vê veguhestina karê ( viyan ) , ku di hemû dem û raweyan de pêk hatiye , em piştrast dibin ku ev kar weku hemû karên derhingêv , bi asayî dikeve ber rêzan û destûrên rêzimanî .
Lê tiştê seyr û balkêş di karê ( viyan ) de ew e , ku di warê kiryarî de berevajî wê veguhestina jorîn bikar tê.
1 – Li gelek herêman û bi berfirehî di nav gel de tê gotin :
– Min ji te divê …
– Min ji te navê ….
– Te çi ji min divê ?
– We çi divê …. ?
Ev şêweyê veguhestinê ne bi devikî tenê bikar tê , lê di nivîsînên gelek kesan de jî tê dîtin .
2 – Seyda Sadiq Behadînê Amêdî , derbarî karê ( viyan ) dibêje : ( kirineka / karekî / ne rastrêzan e / rêzder e / ) . Seyda Amêdî veguhestina vî karî bi vî şêweyî pêk tîne :
Borî : Weku karekî derhingêv bi cînavê koma / min / re veguhestiye : ( Min viya , min viyaye , min diviya , min viyabû …. ) .
Nuha : Di vê demê de ( nerastrêzana ) vî karî diyar dike û berevajî destûra veguhestina hemû karên derhingêv û yên nederhingêv jî , karê ( viyan ) bi cînavên koma ( min ) re vediguhêze :
( Min divêt / divê / , te divêt , wî / wê divêt , me divêt , we divêt , wan divêt ) .
Paşeroj : Di vê demê de jî , berevajî karên derhingêv û nedrhingêv , vî karî bi cînavên koma / min / re bikar tîne :
( Min dê vêt , te dê vêt , wî / wê dê vêt , me dê vêt , we dê vêt , wan dê vêt ) .
3 – Di helbestên Kurdî yên kevneşop ( kilasîk ) de jî ev xebitandina ku ne li gora rêzan û destûa rêzimana Kurdî , pêk hatiye :
– Ehmedê Xanî dibêje :
– Her çî te divê bibî ( ddelalê – ضلالى )
pabendî dikî bi zulf û xalê ([3])
Melayê Cizîrî jî dibêje :
Me bi dil nêrgizên xasse divên ,
semen û yasimînê taze divên
– Bi ziyaret me ji wan bose divên
turreya şengê dil- aşufte divên ([4])
Melayê Bateyî jî bi wî şêwazî dibêje :
– Meclisa bê saz û heyhey
min nevêt , naçimeyê ([5])
Di van mînakan de xuya ye ku her sê helbestvanan karê ( divê ) , wekî ku ew  karekî derhingêv di dema borî de be xebitandiye û bi cînavên koma / min / re veguhestiye , digel ku ev ( divê ) di dema nuha de ye , ne ya borî  .
Arîşeya vî karî , bi vî şêweyê xebitandinê , ev e :
1 – Raweya ( divê ) forma dema nuha ye , boriya vî karî ev e ( viya , viyaye , diviya , viyabû ) , ne ( divê ) ye .
2 – Forma ( divê ) ya dema nuha , gerek bi cînavên koma / ez / re bihata veguhestin , ne bi cînavên koma / min / re . Anku , li şûna ( min te divê ) û ( wî tiştek ( divê ) , gerek bê gotin : ( Ez te divêm ) û ( ew tiştekî divê ) .

Eger têbîniyek derbarî mijarê hebe, bi hêvî me ku berçav bibe.

 

[1] – Xanî : Nûbihar . Vekolîna Mela Hemdî ( Selefî ) – Bexda ( 1990 ) . Rû . / 44 /.
[2] – Bi dîtina min , ( vîn ) navê jêderî ye , ne jêdere .
[3] – Xanî : Mem û Zîn ( şirovekirina Jan Dost . Beyrût ( 1995 ) – Rû . / 32 / .
[4] – Cizîrî : Dîwan ( şirovekirina Zivingî ) . Heleb ( 1987 ) Bergê duwem – Rû / 821 / .
[5] – Ebdulreqîb Yûsif : Dîwana Kurmancî . Necef . ( 1971 ) – Rû . / 52 / .

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Xak

rehên xwe li ber ronahiyê vedike

rokê weke piyaleke meyê di 21ê Adarê de vedixwe

Çiya

xeftanekî ji bê davêje ser mile xwe

radibe ser tilîkan û çirayên xwe li quntaran vêdixîne

li asîman reng vedidin

<p...

Dr. Mahmud Abbas

Cejna Newrozê nêzî sê hezar sal berê hatiye avakirin û di dîrokê de weke têgeheke piralî derketiye holê û di nasnameya manewî û çandî ya gelên herêmê de cih digire.

Cejna Newrozê ne tenê cejneke derbasbûyî ye, lê rêûresmek e ku di nav sembolan de ye,…

Fewaz EBDÊ

Şeva qirkirinê

Şeva wêranê

Şevek ji şevên Remezanê

Şevek ji Adara kulên kurdî

Osmanê Ebdo malbat li dora xwe kom kiribû

Xewna zeviyeke genimî berfereh ji wan re digot

Şeva wêranê

Çivîkan baskên xwe ji sibe re amade dikirin û

Keçika…

Fewaz EBDÊ

Helebce!

Ey bajarê ji destê qederê şemitî û

li ser milê ba di xew ve çû

Di bêdengiya gerdûnê de birîn vebû

Şiyar bû, xwe bi girî pêçayî dît!

Ji bilî siya kêlên jibîrkirî li wir tunebû û

ne nalîn…