Mûsa ZaxuranîHêja du tişt li ba wî herî pîroz bûn, di ser her tiştî re bûn; yek hezkirina Xwedê û ola Îslamî, dido hezkirina rêbaza azadiyê, rêbaza cangoriyê, rêbaza Barzaniyê nemir.. Rojekê min û rehmetiyê Mihemed Emîn, Bavê Kawa û çendekî dî me ew xelat kir û xelat wêneyê Barzaniyê nemir bû.. Melayê me, bû weke zarokekî û bû kûr kûra wî giriya, hêsira di çavê wî de rê nedida hev, cote cot dibarîn.. Car cara ez diçûm serdana wî û her ku min ew didît, min destê wî maç dikir, min ew destê ku dirahişte wê pênûsa mafnas- şûrê zanyaran- tewaf dikir..
Kar û xebata wî di warê nivîsandinê de, dide zanîn û dîdarin ku melayê weke wî kêm bûn.. û di ser hemî kar û xebata xwe de, melayê me mirovekî dilovan bû, rastgo bû, dilzîz bû, zar şêrîn bû.. pênûseke pîroz bû, ramanekî bilind bû, zanîneke bêsînor bû, hez ji mirovatiyê dikir, şahê spîtayiyê bû.. Dil, rû, dest û her weha cilê wî jî spî bûn.. Derd û hêviyê wî ji derd û hêviyê miletê wî bû..
Û di dawiyê de ji ebda tê veşartin ji Xwedê nayê veşartin; rehmetiyê Nûriyê mala Şêkir yekemîn dostê wî bû û her weha seydayê Palo jî..
Li gor ez dizanim, Nûriyê Şêkir gelekî guhdidayê û qencî pê dikirin.. Piştî mirina Nûrî û di van salên dawî de, çend caran digote min; mala wan ava yên ku arîkarî kirin di çapkirina pirtûkên min de.. Nav jî nedigotin. Ez jî bi Xwedê jê xweş re Nûriyê Hesarî re dibêjim, mala Nûrî û wan kesên ku guhdane mele Nûriyê Hesarî ava û serê kesên wan sax be..
Xwedê dilovaniya xwe li mele Nûrî bike, wî bi bihiştê şa ke û serê her kesê camêr sax be.
Di dawî de dibêjim, bawer bikin navê melayê me, kurê gundê Hesarê (Ronahî) bû û bi rastî jî ew ronahî bû..







Şîrove (0)