Helbest u pexşan

Evîna Welat


Mele Nûriyê Hesarî

Evîna welat! Gelekî ti zorî
Ez nadim welat, bi çerxê jorî

Bavê min jêre dibêjin Yûsiv

Navek şêrîne, wek dims û hingiv
Diya min bi min, gelkî biha ye
Navê wê Xanim, kîza Mela ye

Ez li Hesarê, çêbûm ji dê re
Diya min zû çû, (Fermo) ji Xwedê re

Şehra me Mêrdîn, li Kurdistanê
Tirk li wan dikin îro fermanê

Jîna min çardeh, gîhame Sûrî
Çi hat serê min, ji destê dûrî

Li min bû peyda, evîna welat
Zimanê min bû, Xabûr û Ferat

Min melatî kir, peyda li gunda
Bûme biyanî, ji rengê Kunda

Geriyam li gunda, nebûme dilxweş
Qirdê min kor bû, bextê min bû reş

Hatim Qamişlo destê min vala
Guhneda ser min, keskî ji hevala

Ji ber neçarî, ez ketim xana
Hişê min tev çû, ji derd û jana..

Bi helkeftina koçkirina dawî a rehmetî (Mele Nûriyê Hesarî), kêfxweş dibim ku, xwendevanên zimanê Kurdî vê helbesta wî bixwînin.. Min ev helbest ji qaba dawî a dîwana wî, ya bi navê (Şoreşa Bazrzanî) girtiye. Ev dîwan di sala 1995 an de çap bûye.

Konê Reş

Qamişlo, 25.01.2011

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…