Xewnek

Dr. Ebdilmecît Şêxo

Ez ji hechecuka
xwe re,
ya li ser dara sicikê,
ku herdem li stêrkekê
temaşe dike,
li ber awaza Sulava
Meydankê

li ber hênkayiya darên henarê
li Kurzêlê
nazik nazik
li têlên dilê xwe dixim,
û ji rinda rindan  re,
stranekê li ser guleke çelmisî
distirêm.

Almaniya , 2002

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xalid Cemîl Mihemed

BÎRDANKA NETEWE

Ziman sîstemeke pêwendiyê ye, di navbera mirovan de, ku ji gelek rêsa û hêmayan pêk tê. Di bîrdank û hişê mirovên civakekê yan neteweyekî de, cih digirin û bi rêya axaftinê ew sîstem dikeve bikaranînê, bi mebesta dirustkirina pêwendiyê, ne tenê di navbera takekesan de, lê…

Ezîz Xemcivîn
Sal 1980î bû, tîpên Kurdî ên latînî ji bo min ji hêla mamoste Abdulkerîm Abdulkerîm Xelef hatin nivîsandin, berî ewê hingê min bi tîpên aramî derbirrîna hestên xwe dikir….
Piştî ko ez ji ewê reşbelekê tîpên latînî hîn bûm, min hin pirtûkên destpêkî li ser zimên peyda kirin, ji wan jî pirtûka M. Berzencî, lê…

Di vê rojê de, dema ku em Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin, em di Kampanyaya Azadî de tekezî li ser statûya zimanê Kurdî weke stûneke bingehîn a nasnameya çandî ya gelê Kurd dikin û weke pireke ku nifşan bi hev ve girê dide û bîranîna têkoşîneke dirêj a rûmet, naskirin û azadiyê di…

Tengezar Marînî

Bi vê boneyê fermon ev nivîs:

Roja Zimanê Kurdî: Nîşaneke geş a berxwedana wêjeyî.

Dîrokek di salnameyê de ku ji hejmarekê pir wêdetir e – Roja Zimanê Kurdî mîna stêrkekê di tariya jibîrkirinê de dibiriqe. Ew nîşaneke bihêz a berxwedana çandî ye, bîranîneke bêdeng a tirs…