bo bala raya giştî ya tirkiye û kurdistanê

di roja rojnamevanên de, li gel rojnamevanên kurd ên ku sed sal ceza li wan hatine birrîn, li tirkiyeyê çapemeniya rexnegir û dijberê pergalê hê jî di bin çevs û fîşara dewletê de ye, û hê jî bi sedan rojnamevan di girtîgehan de girtî ne.

komeleya nivîskarên kurd, di her rewşê  û her mercê de reftarê azadiya derbirînê ye, alîgîr û piştgîrê xwevegotina bêsînor e.
eyan e; tirkiyeyê ji hêla mafê mirovan ve li gorî salên bihurî ne di asta ku civata tirkiyeyê dixwest û daxwaz dikir de ye.
bi baweriya me, bi qasî kurdan û belkî zêdetir, pêdiviya kom,kêmar û baweriyên ayîn-cuda bi pêngav û rêlibervekirina demokratîkbûna tirkiyeyê, û makekanûneke demokratîk heye.
di vê pêvgirêdanê de; baweriya me ew e, ku çareserkirina pirsa kurd; pêngav, rêvekerî û rêlibervekirina herî watedar e di prosesa demoratikbûna tirkiyeyê de.
ji vê baweriya xwe, em bangî rayedar û rêvebêren dewletê dikin, ku di kata herî  nêzîk de rojnamevan girtî û girtiyên ji ber baweriya siyasî û bîrdozî di zîndanan de ne, berdin!

10.01.2011
komeleya nivîskarên kurd
desteya rêver

Navnîşan:Gevran cad. 1. Akkoyunlu sok.kupik 9 apt kat:1 no:2
Ofis /Diyarbakır

WEB:          www.kurtyazarlardernegi.org.tr
Tlf-Fax:      0090 0412 224 33 12
GSM:          05384545168
E-Mail:       komeleyaniviskaran@yahoo.com
niviskarenkurd@windowslive.com, arjenari99@yahoo.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…