Ez niha bi elboma xwe ya nû ve mijûlim

 Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

Kerîm Şêxo kî ye?

Di sala 1981 li Qamişlo jidayik bûye. Ji sala 1995 ve karê hunerî dike û ta aniha 3 berhemên wî hene.
1- Her buhar 2003. 2- Cenga jînê 2005. 3- Mam bi tenê 2007.
Ji 2010 ve li Elmanya dijî. Bi jine û xwedan 2 zaroke Helez û Aryan.
Kekê Kerîm, piştî min li gelek stranên te guhdarkir û ev dengê xweş ku bi peyv û awaza xwe re dibe yek û mirov di nava xwe de dike gerok; di nava sirûşta welat de, di nava evîn û hezkirina welat de digerînê, ev pirs hate bîra min; çima ev deng di nava sînorekî teng de maye? Egerên ku ev deng heta niha derneketiye ser ekranên Tvyan çi ye?

Weke ku te gotî, evaya karê ekranan e, ne karê min e. Ê min ez bi xwe erkê xwe weke dengbêj pêktînim, lê pirsa ku çima ez ji weşan û alavên ragihandinê dûr im, ne ji min tê kirin, lê belê ji dezgeh û navendên ragihandinê mîna TV, radiyo . . t.d.
Helbet dîsan jî spas ji bo vê pirsa we û pesindana te ji dengê min re.

Li gorî Kerîm Şêxo huner çi ye, jan û xweşiya huner di kû de ye?

Huner li cem min hilma ku ez distînim , rengên ku ez dibînim, dengên ku ez guhdar dikim, razan, rabûna min e, danûstandina min bi hest û ihsas re ye. .
Jana hunerê di xemgîniya wan deng û rengan de ye, û xweşiya hunerê di ken û kêfxweşiya mirovan de ye, di lihevkirina wan de ye ji hev re, di hezkirina wan de ye. Çi dîmenek hebe hunerek tê de heye. Ez ji dîmenên kêfxweş hez dikim.

Kerîm Şêx di nava hunermendan de xwe çawa dibînê, gelo qet di mejiyê were derbas bûye ku nemafî li te hatiye kirin, yan tu di jiyana xwe ya hunerî de poşman bûyî?

Mesela ku ez di jiyana xwe ya hunerî de poşman bûme, ez dibêjim na, lê ya ku nemafî li min hatibe kirin, ez dibêjim Belê. Helbet hun jî dizanin ku rewşa min rewşa tevaya dengbêjên kurdan e, mafê çapkirin û belavkirinê li cîhên ku em li wan dijîn; sûriyê, îranê û turkiyê, tuneye. Hinek dezgeh henin berhemên me bêyî destûra me çap dikin û belav dikin û qezenckirina diravî ji xwe re dibin. Li aliyê din jî ji ber ku dîsan maf tuneye, stranên me jî têne wergerandin jiboyî zimanine dinê mîna erebî, û û. . Yenî têne dizîn. Di vir de ez dikarim bêjim ku ev rewş gelemperî ye, bi serê tevaya rewşenbîrên kurdan tê, çi nivîskar, çi dengbêj, çi helbetsvan..
Hêviyek me heye ew e ku herêma Kurdistanê mafê çapkirin û belavkirinê hinekî ciddîtir bistîne, daku em CD yên xwe li wir qeyd bikin, û sûdê bighînin fabrîkên xwe. .

Berî demekê (wek ez dizanim) we jî berê xwe da welatê xerîbiyê. Gelo, egerê vê derketina we çibû?

Li welatekî ku em tê de qedexe bin, ne bawerim ku wê rojekê ji rojan azadî ji me re li ber destê me bete raxistin. Mîna min mîna sed-hezarên xuşk û birayên min em bê nasname bûn. Gelek daxwazname û vexwendin ji min re ji bo dana konêsrtan li derveyî sûriyê ji seranserî cîhanê dihatin, lê min nekarîbû ji sûryê derkevim. Bi ser halan de lêpirsînên muxaberatan serê me gêj kiribûn, û şev û şahiyên me di hundir de jî qedexe dikirin.. Divabû ku ez bi erebî bistirêm, belê ezê bi erebî bistirêm lê tenê gava ku ez bixwazim, ne ku yek min bi darê zorê bide bi strandin. Li oropa ez hîna xwedî wî prinsîbî me, prinsîbê Qamişloyê. . Ezê zaroyên xwe bidim bi xwendina mûzîkê, û karê xwe yê hunerî berdewam bikim.

Ev rewşa nû, anko welatê Elmaniya, warê biyaniyê yê bandoreke çawa li hunera Kerîm Şêxo bike?

Tevlî ku em li elmaniya dijîn jî dîsan jî em êşan dikşînin. Nebûna mûzîkvanên kurd li oropa pirsa herî mezin e li pêşiya hunermendan. Di hêla teknîk de elmaniya welatekî pir pêşketî ye, cîhazên wê baş in, û stdyoyên wê jî pir paqij in, lê ji bo peydakirina tembûrvanekî baş em dikarin bi 100ê kîlomitran bajon bajarine din..
Bandora biyaniyê li gotinan jî dibe

Niha kekê Kerîm bi çive mijûle wek huner, kar û xebatên we yên dawî?

Ez niha bi elboma xwe ya nû ve mijûlim ya 4, nizanim wê kengî bi dawî bê, hêvîdarim bi dilê we û yê guhdarvanan be. .

www.rojnamawar.com

2011/jimara 308/rûpela 10

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…