Pirtûka “Kurdên Almanyayê“ derket

  Pirtûka lêkolînî ya bi navê “Kurdên Almanyayê“ ya sosyalpedagogê kurd Zekî Ozmen ji aliyê Weşanxaneya Ronahî ku navenda wê li Amedê ye hate weşandin. Ev pirtûka lêkolînî yekem berhama bi zimanê kurdî  ya li ser kurdên li Almanyayê dijîn e. Nivîskarê pirtûkê Zekî Ozmen ku du salan ji bo amadekirina vê berhemê xebitiye, lêkolîneke berfireh li ser kurdên li Almanyayê dijîn pêk aniye.

Pirtûk bi kurdên destpêkê yên di serdema împeratoriya osmanî û farisan yên hatine Almanyayê û navê wan bûye malê dîrokê destpê dike. Dû re jî pêlên hatina Almanyayê yên kurdan yên di demên cuda de û sedemên wan bi awayekî berfireh hatiye lêkolînkirin û nivîsandin.
Di pirtûkê de komeleyên kurdan yên yekemîn li Almanyayê hatine damezirandin û rewşa giştî ya niha ya komeleyên kurdan jî hatine rêzkirin. Hejmara kurdên Almanyayê di çarçoweya daneyên fermî û tezên li ser vê babetê û her wiha bicihbûna kurdên heman herêman yên li heman bajarên Almanyayê jî hatiye lêkolînkirin. Ji bilî rewşa xwendekarên kurd yên li zanîngehan û saziyên wan, cihekî taybet ji bo dersên fermî yên kurdî yên Almanyayê û elaqeya malbatên kurd yên ji bo vê yekê hatiye veqetandin.

Dezgehên ragihandinê yên kurdên Almanyayê û dîroka wan jî babeteke din ya pirtûkê ne. Sosyalpedagog û nivîskarê vê pirtûkê Zekî Ozmen cihekî giring daye babeta hunerê ya kurdên li vî welatî jî. Digel beşên li ser ciwan, spor, sînema û nivîskariya kurd ya li vî welatî nivîskarê pirtûkê di çarçoweya lêkolîna xwe de dide diyarkirin ku di hemdembûna muzîka kurdî de rola stranbêjên kurd yên li Almanyê dijîn û jiyane bi awayekî giştî diyarker e. Digel beşa li ser qedexeya PKK´ê, gelek aliyên doza Mykonosê ku di nava raya giştî ya kurd de nehatine minaqeşekirin jî bi awayekî delêlî hatiye lêkolînkirin. Di pirtûkê de digel babetên li jor û gelek babetên din, di dawiyê de awir li ser jiyana kurdan ya rojane hatiye gerandin û ji betlane, şîn û cejnên kurdên Almanyayê bigirin, heta babeta zewacê jî di pirtûkê de tê dîtin.

Zekî Ozmen kî ye?
Zekî Ozmen di sala 1979´an de li gundê Emerînê yê girêdayî Cizîra Botan hatiye dinê. Di 11 saliya xwe de digel malbata xwe çûye Almanyayê û li wir niştecih bûye. Wî beşa sosyalpedagojiyê ango perwerdehiya civakî bi giranî bi naveroka pisportiya li ser entegrasyonê li Zanîngeha Frankfurtê xwendiye.  Her wiha ew ji temenê xwe yê ciwantî ve wekî rojnameger jî kar dike. Ew niha digel pîşeyê xwe yê sosyalpedagojî, karê rojnamevantî û nivîskariyê jî dike.

Zekî Ozmen / Kurdên Almanyayê / Weşanên Ronahî  / 189 rûpel

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…