Dîwana konê reş ya bi navnîşana (Şîhîna şevbihêrkên dîl)Derket

Xalis mswer:

Dîwana helbestvanê navdar konê reş, ya bi navnîşana(Şîhîna şevbihêrkên dîl),  bi çapkirineke pir rengîn û ciwan derket, ew dîwaneke ciwan û rengîne, çi di warê qap û dekorê de, û çi jî di warê wate û naveroka xwe de.

Dîwan ji (186) rûpelan pêktê, û bi zimanekî resen û hesan, û bi helbesteke bi kul û derd û xem û xeyal hatiye avakirin, hêjhaye ku hemû kurdên dil soz û bibirîn û xwediyên şevbihêrkê dîl bixwînin, û birînên xwe yên xedar pê tedawî û derman bikin.
Konê reş xwe mîna mirovekî şivan,  hem şivanê zarokên xwe, û hem jî şivanê milet û welatê  xwe dibîne, û herdem jî şivanekî sozdar û bi wijdane.Di xweşxaneya dîwanê ya didiwan de, şivanê  şevbihêrkên dîl (Konê reş) şivantiya xwe , weha dide nasîn û dibêje:
Şivan im!
û kes bi min
nizane.
Ji berbanga sibê ve
Ta bi nîvê şevê
Şivantiya zarokên xwe
dikim
……
Şivanekî bi soz û
Wijdanim:
Belê, weha qêrîn û nalîna Konê reş, dikeve kerika kuhê hemû kesên kurd ku,  jibo zarok û kulfet û miletê xwe  zik êş û sozdar û fîdakarin.
Û ez jî lê vedigerînim, û bi diyarî van rêzan jê re pêşkêş dikim û dibêjim:
Konêreş bese
Menal
Hevqasî bilûra
şivantiyê
tevnexurcilîne
Deng vegera
Soz û peymanên te
Nalîn û kalîna te
Newal û hêrikên
Berya xelef axa
Bi awazên kurdayetiyê
Dixemilîne û
Rehên dilê me
anîne xwar
lê nizanim 
çawa û bi çi hawî
û ta kengî
li qêrînên te
vî şivanê
bi wijdan û sozdar
guhdarbikin û
lê bi xwedî derkevin

………………………………. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…