JI BINXETÊ RE


Demhat Dêrikî

1.Dizanim, li wir dilê te erdek qelişiye, nema rondik dikarin lib zêrîngenimê te li ser deşta yarê bikin destesimbil û pêşkêşî dildaran bikin!…hest ber bi Şamê ve, ber bi Libnanê ve, ber bi biyaniyê ve direvin û dilê min jî, li van kolanan strana penaberiyê ji xaka min re distrînê!
2.Strana penaberiyê li ser dika dilê xwe yê penaber ji kurdewariyê re distirînim! Ji deh yan çardeh, nema zanim çend ramanan re ku ava dilê te diçikînin, pelgên dara te diyarî bapayîzê dikin, distrînim!…û li ber gora Ehmedê Xanî, ez û zimanê xwe rondikan ber bi deşta teve dibarînin!
3.Hêj bêhna goştên zarokan ji xaka te diforê! Hêj dengê reşpêlavên biyanan tirsa lorandina dergûşane, hêj dilopên xuhdanê li ser mêza bazirganên kedê erzane!..û jibîr neke, şevên te, kenên te, şahiyên te ji keçkanî dixin û karwanên te tev janên xwe di deryayan de dixeniqin, binxetê!
4. Erê binxetê, ji deriyayan darbest li ser milê wey li minê ber bi teve tên û karwanên ne li minê bi sirûda”xwe bigihînin felatê”, ber bi “buhuştê”ve, li ser pişta qehbîtiya felekê, dibin rêwiyên serxweşiyê.” De bajo karwano de bajo”, ma çi” li vir maye, binxet dibe dareke tazî!”…Binxetê li xwe dixe, cilên xwe diqetînê, dike qîrîn û nale nal, binxeta min!
 5. Waaa binxetê, kevokên te jî tevlî karwanên mirinê dibin, seyên kolanan jî,ji pêlav reşan re dikin ewte ewt û bêhna nanê tenûrê nema silava rojbaşiyê û êvarbaşiyê dide bajarên te!…li asîmanê te nema stêrik dikenin…nema dilopên baranê te di evîna xwe de hildgirin!..baxenqandin heye, bêhna mirinê ji te tê, aaax binxetê!

6. Ji asîmanê te mirin dibarê! Xaka te cilê xwe diqetînê û “zindîmiriyên”te li gemîmiriyan siwar dibin,ber bi “roja felatê ve”dibin penaber!..û nalînên te jî, di şanên canê min de bîrên kovanan dikolin!…

7. Qubilegeha dilê min, ayata ser zimanê min, dergûşa zarokatiya min binxetê!
De hembêza xwe ji min re veke, min bike tayrek û li ser gora
Cegerxwîn û Mihmed Şêxo deyne!…Tu janî, ez jî li vir janim!
Tu dayîka nalîn û kedereyî, ez jî, li vir di nava agirê biyaniyê de dişewtim!
Tu dayikî binxetê, ez jî li vir sêwîme binxetê!..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...