Belê Rast e, Elîyê Bozo Pirtûkxaneyek Bû!

Konê Reş

   Belê rast e, ez jî bi we re ku apê Elîyê Bozo wek pirtûkxaneyek bû. Û di baweriya min de her ku kalemêrekî Kurd dimire, pirtûkxaneyeke me pêre tê şewitandin. Ji ber ku tiştekî me nehatiye nivîsandin.. Ew jî, ji ber nebûna dewletek me a serbixwe û rewşa welatê me a ciyopolotîkî, paşketin û nezaniya me û qexekirina zimanê me..
   Vêca wek ku çawa çiya û serhildanên me, em ji windabûnê parastin, wiha jî bi saya zargotina me a devikî, bi tev cûreyên folklor ve, ji stran, çîrok, serpêhatî.. zimanê me hatiye parastin..
 Erê, tiştekî me yê hêjayî nehatiye nivîsandin, tiştê hatiye nivîsandin jî xelkê li gor kêf û menfîeta xwe nivîsandiye.. Tiştê me yê mayî di sînga kalemêr û dengbêja de ye. Pêwîste em sûdê ji wan bigrin û ew tiştê ku di sînga wan de maye, berhev û tomar bikin.
   Ez, di lêkolîn û xepartinên xwe de sûdeyê ji kalemêrên ku dîdevanên wê dema ku, ez li dor dixepêrim dibînim. Ew kalemêr a rast dibêjin; li ber mirinê ne, ji Xwedê bi tirsin, newrên a rast nebêjin.. Rehmetiyê Elîyê Bozo jî yek ji wan kalermêra bû, wek pirtûkxaneykê bû, dîdevanê gelek bûyer û rûdawên civakî bû, hem jî kurmikê civata bû, û hê jî gelekên wek wî hene.. Çend carekî pêre rûniştim û min sûde ji gotinên wî wergirtin..
   Belê ez di lêkolîn û xepartinên xwe de, ji gelek kalemêr û rihspiyan dipirsim, ne ji yekî bi tenê û dawî tevan berhev dikim.. Ya ku durist dibînim, wê dibêjim. Eger tiştekî nivîsandî jî bi wê mijarê ve girêdayî hebe, bi wê nivîsa xwe re berhev dikim û di encam de belav dikim..
   Sebaretî nivîsandina min a dor rehmetiyê Elîkê Betê, tevî ku ez çav bi gelek kesan ketime, lê min navê kesekî neaniyê ziman û min ev yek di dawiya lêkolîna li dor Elîkê Betê de zelal kiriye..
   Bêguman rehmetiyê Elîyê Bozo jî yek ji wan kesan bû, rehma Xwedê li canê wî bibare.
   Û ji wan kesên ku name û mailên kirêt û megrûdî ji min re dişînin û şerê min dikin, qerf û tinazên xwe bi nivîsandinên min û taybet bi vê nivîsandina min a li dor Elîkê Betê dikin û dibêjin; Elîkê Betê çiye û çi kiriye..?! Ji wan re dibêjim: Bese ku Elîkê Betê di wî heyamî de, karîbû zindana Nisêbînê ji destê tirkan rizgar bike û tev girtiyan azad bike.. Hem jî ku wî, di herêma Torê de belav kiribû ku, ew qebûl nake kes neheqîyê li kesekî din bike, kesek werê şelandin, zor û tade li xelkên bêguneh bê kirin.. Û şerê wî û Sofî îbrahîmê Gijalî bo vê yekê bû.. Dawî spas bo wefadariya kak Ehmed Bavê Alan.

Qamişlo, 17.11.2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...