Venamire dîroka te ?

Abdisemed Memûd (Bavê helbest)  

        Di helkefta koçbarkirina mamoste yê nemir û  tekoşer de   BAVÊ ŞIYAR Ismail Umer serokê Partiya yekîtî a demuqrat a kurd li sûryê bi dehan nivîsandin li ser hatine nvîsandin û weşandin, lêkolîn, gotar ,helbest, pexşane, behîname, bi tevahî li ser siciyên wî yê paye bilind rawestyane , rola wî ya giring di tevgera kurdî de ne tenê di nava partiya xwe de lê di tevahiya tevgera kurdi bi taybetî  û di tevgera niştimanî sûrî de bi giştî beşdariya  mezin di rêûresmê veşartina wî de, û di rojên behiyê de, bi sedan kesayetiyê navdar  ji birayê me yên Ereb  , Asûrî ,xelkê menî yêzîdiyan, eşkere dikir ku ev kesyetî awarte bû di nav tevgera kurdî de
 ez nayêm wan sinciyan dûbare nakim , lê dixwazim yên nehatine gotin bêjim ango ew tabyet bûn tenê kesên nêzî wî zanîbûn , ew mêrxasiya  wî  ya kesayetî, di sala 1973 an de di şerê çirya pêşîn de, yê ku di navbera sûryê û israil de çêbû , bavê şiyar tê de beşdar bû , serbazê(mûlazim) bêlûkek leşker  bû (siriyekê) dema êrîşeke dijmin mezin hate wan bi zanebûn û mêrxasiya xwe endamên xwe tev ji kuştinê rizgar kirin , tu kes ji endamê bêlûka wî ne hatin dîlkirin û ne kuştin , li ba erkanê leşkerê sûrî nave wî pakrewan  hate tomar kirin , ew bilind kirin  bi paya mûlazimê  yekmîn, piştî eşkere jî bû ko saxe ne pakrewane ma biritba xwe ya nû wek xelatkirinekê ji erkan bo mêrxasiya wî.
        Mêrxasiya wî di karê rêxistinê de hemberî desthilatê mezin bû  bi sedê caran berpirsiyarê şaxên esayişa di riya kesên xwe re jê re dişandin ger tû newe ba me emê te bigrin , te winda bikin , te pir bêşînin . lê bersiva wî yek bû beryare li ba me em narin ba wan kengî ez grtim bila min bigrin .
Ji bilî van mêrxasiyeke din li ba bû ko dema xwe di dît şaş digot û eşkere dikir  ez şaş çûme yan şaş têde gihiştim , li ba wî gelekî mezin bû ko dilê kesî bihêle , ta wan kesên ko ne wek hev raman dibûn di konevaniyê de
 Di vê bûneya mezi de ku bi ser me de hat , ko dostek, hevalek, birak ji me stand , zimanê min lal di be . peyvên min hev nagirin tenê xwezî min karîba li gor asta lehengiya te , helbestekê diyarî giyanê te kim

      Qamişlo 28/10/2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…