ŞÎNA SER ŞAGIRTÊN AMÛDÊ


Seydayê Tîrêj

Şermola hejar li rûyên erdan
Wey war û cihê xeman û derdan
 
Rabe vê sibê xwe reş girêde
Karwanekî boş va tê ji rê de
 
Karwanekî bi hêl û mêl û nîşan
Va tête ji Amûda perîşan
Ne koçer in ew , ne warguhêz in
Westa ne li pêy hev , ew bi rêz in
 
Nêzîk in ne dûr in xweş xuya ne
Wek teşneyê rahê Kerbela ne
 
Mêvan in , delal in pir ezîz in
Hilmiştî ne paqij in , temîz in
 
Sînga xwe veke li ber delalan
Himbêz bike xweş ewan şepalan
 
Zaro ne , ciwan in nû gihîştin
Ew teyrik û bilbilêd bihiştin
 
Amûd li wan bûye pêt û agir
Naçare revîn berê xwe dan vir
 
Zan in ku tu dayika henûnî
Bê şik e , li ser wan dê tu rûnî
 
Rêber Mihemed kurê Seîdî
Sed rehmet li gora wî şehîdî
 
Wan çakûç û bêr digel xwe anîn
Koça xwe li dor êla te danîn
 
Şingîn kete çak û çan û bêran
Borîn kete pîrekan û mêran
 
Porên xwe keçan hemî kişandin
Hinarêd ruyê xwe wan çirandin
 
Qîzik ku dibêjin : Ax birê min
Pîrek ku dibêjin : Ax kurê min
 
Ap tenha dibêjin : Ax birazê
Xal herdem dibêjin : Kanî xwarzê
 
Bû qîr û hewar li dê û bavan
Şûna hêstiran xwîn tê ji çavan
 
Amûdê seraser bûye lê şîn
Yek mal nema bê fîxan û nalîn
 
Ca rabe bipirse ey dilê jar
Carek tu ji sînema gunehkar
 
Bêje :Ey sînema bê ol û bê dîn
Ma qey te digel ewan hebû kîn
 
Kîna te li wan bû pêt û agir
Ev roja giran li wan te rakir
 
Birkan bû gelo di bin te  derbû
Yan berq û birûsk bi ser te werbû
 
Yan pêtek ji dojehê bi derket
Ku bakî Qerecdaxî bi berket
 
Ku pêk ve civîn bi kîn û azer
Hat girtin li wan derî û pencer
 
Pêtî ku ji jor avête şaşan
Agir şuxilî di term û laşan
 
Bû qîr û hewar , fîxan û feryad
Ji ber wî agirî tevan dikir dad
 
Ema çibikin  ne gazî û han
Bû agir li wan erd û ezman
 
Zarzarê mekin , gelî biçkûkan
Wîzwîzê mekin , ji rengê çûkan
 
Ev cewr û cevaya hûn dikêşin
Can û ceger û dilê me dêşin
 
Canê we dema ji ten cuda bû
Pertew ji xweda digel teba bû
 
Ew pêk ve firîn ji rengê murxan
Perwaze kirin di baxê Ridwan
 
 Sed carî tifû ji van deman re
Em hiştin ji kul û hem xeman re
 
Nakin em ji bîr ,bi dil şikestî
Sala hezar û nehsed û şêstî
 
Sêzdê çiriya duwem bi nîşan
Tarîx e ji roja sotina wan
 
Herçî ku mirin ew sêsed û çar
Bil yêd pel şewat û yêd birîndar
 
Tîrêj bigrî li xwendevana
Sed heyf û xebîneta ciwana .

Bibona /50/î salvegera  şewata sînema Amûdê em vê helbesta seydayê Tîrêj belav dikin..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…