„ Roja helbesta kurdî li derve“bi beşdariyeke germ, pêk hat.

Di 16/10/2010an de, „Roja helbesta kurdî li derve“ li bajarê Bottropa Elmanyayê lidarket.
Helbestvanên beşdar ev bûn:
1-Abbas Abbas
2- Dilyar Dêrikî
3- Jan Dost
4- Husên M. Hebeş
5- Keça Kurd
6- Kawa Şêxê
7- Mizgîn Hesko
8- Merwan Osman
9- Merwan Elî
10- Abdulqadir Mûsa
11- Alwan Şivan
12- Nezîr Melle
13- Nezîr Palo
14- Tengezarê Marînî

Helbestvanên mêvan yên ji her sê perçeyên Kurdistanê yên din ev bûn:
1- Newaf Mîro (Bakur)
2- Evdulhemîd Bamernî (Başûr)
3- Hesen Îrandost (Rojhilat).

Herweha, nivîskar, lêkolîner û rexnegirê Heyder Omer ji hêla komîta birêvebir ve hat xelatkirin.

Şanogerê kurd Kerîmo jî bi xwînsivikayiya xwe, derket ser dikê û bi şîroveyên xwe yên qerfî beşdar kêfxweş kirin.
Hunermend Zubêr Salih bi stiranên xwe yên ku gotinên wan ji helbestên Melayê Cizîrî hatibûn girtin, dawî li „Roja helbesta kurdî li derve“anî.

Pêşkêşvanî û birêvebirina rojê: ji hêla Narîn şêxê û Helîm Yûsiv ve, hatin kirin.
Komîta amadekar ya „Roja helbesta kurdî li derve“ ya îsal 2010 ji Keça Kurd, Elî Cafer û Helîm Yûsiv pêk hatibû. Gotina Komîta amadekar Elî Cafer xwend:

Gotina komîta amadekar ya „Roja helbesta kurdî li derve“ li jêre:

Gotina komîta amadekar

Xûşk û birayên hêja! Mêvanên helbesta kurdî!
Nivîskar, helbestavan, hunermend û rewşebîrên rêzdar!
Medya ya kurdî bi hemî cureyên xwe! Dema we hemiyan xweş.
Em, wek komîta amadekar ya „ Roja helbesta kurdî „ bi kêfxweşî pêşwaziya we hemiyan dikin, û dibêjin, hûn bi xêr hatin, ser seran û herdu çavên me.
Hêjayan!
Îsal jî, wek erkekî rewşenbîrane me dît ku va çalakiya salane, ya ku dîroka wê vedigere sala 1993 an, dema ku helbestvanên Rojavayê welatê me, destnîşankirin ku roja koçkirina helbestvanê navdar Cegerxwîn 22. 10 an, bibe roja vejîna helbesta kurdî li vî beşî.
Helbetê gelek caran ji me tê pirsîn; gelo çima roja helbesta kurdî li beşê Rojava tenê? Ne li seranserî Kurdistanê? Bersiva me weha ye: Wek hûn dizanin di destpêka salên 90 î, ji çerxa borî, û ji ber sînorên hatine dayîn di navbera herçar beşen welatê me, û nebûna derfetên danûstandinê, ku em karibin pêşniyaza xwe bighînin hevpêşeyên xwe li beşê din, nemaze helbestvanan, loma me nav lêkir ( li Rojava ), lê îro bo me wê gelek cihê kêfxweşiyê be, ku helbestvanên beşên welatê me yên dî jî va rojê, wek roja helbesta kurdî li seranserî Kurdistanê bipijirîn. Wekî çawa ku 22 Nîsanê roja rojnamegeriya kurdî li hundir û derê welêt, ev roj jî wisa bê. 
Her dîsa di wê demê de, hêviyek hate pêş ku li duwarojê helbestvan û ronakbîrên me yê li dervayî welêt, ew jî karibin li welatên mişextiyê vê rojê vejînin. Xweşbextane ku ev bû çara pêncemîne, nivîskar û helbestvanên me li Elmanya vê rojê didûmînin û bejna helbesta kurdî bilind dikin.
Beşadrên hêja!
Dema ku em vê rojê bi bîr tînin, mebest jê ew e, ku helbestvanên me bi kêmanî salê carekê hevdu bibînin, afrandinên xwe yên nû ji hev re bixwînin, û danûstandinek di navbera nifşê nû û yê berî wan de peyda bibe. Herweha armancek me ya din jî heye, ew jî ew e; ku bi baweriya me, dema em vê rojê vedijînin em helbestvanên xwe yên giran biha mîna: Ehmedê Xanî û Nalî, Melayê Cizîrî û Hejar, Cegerxwîn û Dildar, Osman Sebrî û Ebdula Goran, Tîrêj û Qadir Koyî, Feqê Teyran û Herîrî, Qedrîcan û Pîremêr û bi dehan navên din yên hêja. Em dixwazin dilên van gişan di gorê de şa bikin. Û ji wan re bêjin: Vaye nifşên pê we, riya we girtiye berdewam dikin.
      Li dawiyê em spasiya hemî kesayetiyên pişikdarbûne di amadekirina lidarxistina va roja pîroz; nemaze „ Komela Hevaltî li Bottropê „ ku bi riya wan me ev cih girtiye. Hunermend Zubêr Salih ku bi alav û dengê xwe hazir bûye. Dîsa spasiya kesayetiyên alîkariya diravî pêşkêşî komîta amadekar kirine, herweha spasiya alavên ragihandina kurdî yên îro şahiya me bi me re parve dikin.
Her bilind be peyva kurdî

Komîta amadekar ya Roja helbesta kurdî li derve
 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xoşhnav Silêman

Pistînên hebûneke bêdawî diqîrin
Ristên helbestan jê der tên
mîna pêleka jenînê derdikeve
mîna xewnên serxweş
Li kuçeyên şevê dimeşin
Mîna awazeke winda
Hûn li benda şevê ne
Bi guhekî ber bi nobedaran ve
Tu li dengên bêdengiyê guhdarî dikî
Weke ku xwendevanekî zimanê gerdûnê
Di çavên tarî dirame
Tu di navbera tîpên wê de mîna tilismên bêşîfre digerî.
Hemî alfabeyan çêdikin
Û ji peyalên…

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…