Zimanzanekî nasraw di kovara ((Gulîstan)) hejmar 31 de, gotarek bi navnîşana ((Gotina ” lêker ” bi wateya ” verb, kar ” ne durust e!)) weşandi bû. Wî tê de goti bû, gotina ” Lêker ” ya ku Mîr Celadet bi kar aniye, wateya (Fi””il) nade, û bêjeya ” kar ” li şûna bêjeya ” lêker” bi kar aniye. Û bêjeya ((kara)) jî bi wateya bêjeya Erebî “Fa””êl” û Înglîzî ” subject ” datîne, ew wê jî li şûna bêjeya “Kirar” a Mîr Celadet dixebitîne.
Di vî warî de, zimanzanine din jî hene, ew jî pêkol dikin, da têrmên ku Mîr Celadet di warê rêzmanê de bi kar anîn bidin alîkî, û hine din li şûna wan bafrînin û bixebtînin.
Me berê nêrîna xwe li ser van têrman ((lêker, kirar û kar, kara)) di kovara “Pirs” de belavkiri bû, lê ji ber giringiya mijarê, emê dîsa wan nivîsarên xwe bibîr wînin, û li ser mijarine rêzmanî yen din jî baxivin..
A. Têrma “Lêker“
Di baweriya me de, dema ku Mîr Celadet têrma ” lêker” bi wateya (fi’il, verb) bi kar aniye, wî zanî ew çî bêje ye, û çi wateyê dide.
Wek em dizanin, bêjeya “lêker” ji koka xwe de “bêjeke bargiranî” ye, û ji sê bêjeyan hatiye darijtin:
Li + (wê / wî) + ker = Lêker
Ango:
1. Li+(wê,wî)=Lê: Ji têkilhevbûna dacek “li”, û cinavên nîşankirinê “wî, wê” hatiye darijtin. Yanê “li+wê/wî=lê”, ev têkilhevbûna jî di zimanê Kurdî de tiştekî naskirî ye.
2. Ker: Ji koka xwe de ” kir ” e. Radera wê ” kirin ” e . Kirin bi xwe jî lêkereke alîkar e, li paş bêjeyan tê, û bêjene nû pê çê dibin. Lê bi demê re, gava ku bi dawiya bêjeyan ketiye, carina rengê xwe guhertiye û şêweyê ” ker ” standiye. Bi gelemperî “ker” bi dawîya navdêran dikeve, û rengdêrên endamtî û teybetiyê çê dike. Wek: Karker, xebatker… Darijtina bêjeya lêker jî di hundurê vê rêzanê de ye. Ji xwe, tîpa wê “k” bi rengê xwe yê nerim tê bilêvkirin.
Yanê bêjeya “lêker” rewş, mebest û wateya tiştekî, karekî dide nasîn, ku hikariya xwe, bandora xwe çûye ser kesekî, tiştekî…din .
Di baweriya me de “kar” û “lêker ” tucarî nabin yek, ne di wateyê de, ne jî di rêzmanê de. Di zimanên din de jî wiha ye. Ango bejeya “kar” rêçika xwe teng e, gava mirov dirame, hez dike, dimre, ew bûyer bi wateya ” lêker ” tênasîn, ne bi wateya ” kar “, ji ber ku wek nimûne, ramandin, evîndarî û mirin ticarî ne bûne kar, ne kar in, lê belê ew bi têrm û bêjeya ” lêker – (li wê kir)” tên kirin, û baştir têne têgîhîştin.
B. Têrma “Kara”
Mîna ku xuya dibe, KARA bêjeke pêkhtî ye, û ji du beşan pêk tê: “kar” + parkît ” a “, wek bêjeyên “beza (bez + a), zana (zan + a)”…hwd.
Wekî ku nas e, parkît ” a ” salixa kesekî yan tiştekî dide, ango ew ji bingeha xwe de, tenê salixa ew bêjeya ku bi dawiya wê ketiye dide. Yanê ew kesê ” beza “, tenê salixeke wî heye, ew jî (bez) e, û wilo (zana), û hwd. Lê belê, bêjeyeke mîna bêjeya (kara), ne di nivîsandinê de, ne jî di axaftinê ticarî bi kar ne hatiye, û ne jî me bihîstiye.
Eger em li dora bêjeya KIRAR a ku Mîr Celadet bi kar aniye bigerin, emê bibînin, ku ew jî bêjeke pêkhatî ye, û ji bêjeya “kir” (ji radera kirin) û parkîta ” ar ” lêk hatiye (kir + ar). ” ar ” jî parkîteke bêjesazkar e, û ji bo darijtina rewş, salix û xwediyê salixekê bi kar tê. Ango, bêjeya ” kirar “, bi tevahî, li gor wateya xwe, vê mebestê diyar dike, ango: (Xwediyê kirinekê), ew kirin jî çi dibe bila bibe.
Ji şiroveyên jorin xuya dibe, ku bêjeyên mîna : kar, bez, zan… tenê wateya tiştên sînorkirî û naskirî didin nasîn. Lê belê bêjeya “kir”, xudî wateyeke fereh e, ango em kanin bi alîkariya wê, hemî kar, bez, zanebûn, raman, hest û tiştên din jî bidin zanîn û nasîn û wan diyar jî bikin, ji ber ku bêjeya (kir) ji bingeha xwe de, lêkereke alîkar e, û ji stûnên darijtina peyvên Kurdî yên ji hemî wate û rengan e.
Di baweriya me de, pêdvî tineye, ku em têrmine din e nû di warê rêzmanê de bi kar wînin, ji ber ku ên hene bes dikin, û belkî zêde bin jî.
D. Pirtikên (dê , ê):
Piraniya zimanzanên Kurdî dupat kirine, ku ji bo darijtina teşeya demên ” wêbê “, tenê nîşandekek heye û bikar tê, ew jî ” dê ” ye. Di raweya hevoka dema wêbê de, ew kît bi tevahî, yekser li paş kirarê tê danîn. Eger kirar navdêrek be, ” dê ” cihê û serbixwe tê nivîsandin, lê eger kirar cinavek be, ” dê ” tîpa “d” ji dest dide, û wek ” ê ” dimîne û ligel cinavê mîna yek bêjeyê tê nivîsandin û bilêvkirin.
Nimûne:
Eger kirar navdêr be: Azad dê were.
Eger kirar cinav be: Ewê were.
Lê hin zimanzanên me dibêjin, ji bo darijtina raweya wêbê du nîşandek hene: (( DÊ û Ê )), ango ew “Ê” jî mîna nîşandekeke darijtina dema wêbê dibîne, û wê jî cihê li paş cinavan dinivîse, wek: (Ew ê were).
Ez bawer dikim, eger em di vê mijarê de li ser rêzanên ku berê hene herin, dê rastir be. Ango em alava “dê” tenê, wek nîşandeka dema wêbê bibînin û bi kar wînin, û bi cinavan re jî wek “ê” bi dawiya wan ve binivîsin.
E. Dubarekirina du tîpên dengar ên mîna hev di bêjeyekê de:
Hin nivîskar, du tîpên dengdar ên mîna hev di bêjekê de li dû hev dubare dikin.
Mîna ku em dizanin Mîr Celadet û piraniya zimanzanên me, wê yekê rast nabînin. Ji bilî wê, tiştê ku di wan nivîsaran de bala me dikşîne, ew e, ku ew tenê tîpa ” r ” dubare dikin, mîna di bêjeya “kirrîn ” de. Lê mîna ku em dizanin, ji bilî tîpa ” r ” çar tîpên Kurdî yên “çêwîdeng ” ên din jî hene, ew jî du dengan didin, ew jî ev in: (ç, p, t, k). Û dema ku tîpa ” r ” dubare bibe, gerek em her çar tîpên din jî ji bîr nekin, ew jî bi wê pîvanê werin birin û di bêjeyan de werin dûbarekirin.
Li demên pêş, pêşniyareke din jî hebû, belkî hîn jî heye, digot: Ji bo naskirina tîpên çêwîdeng di rengê sert de, gereke nîşandekek li ser wan were dînin.
Wek em dibînin, dema ku em pêşniyarekê ji van her duyan bibin, û her tîpeke cêwîdeng di rewşa sert de ducarkî binivîsin, yan jî nşandekekê li ser dînin, em bawer dikim, pêdvî tineye ku em bêjin rewşa bêje û nivîsîna Kurdî dê çawa bibe!. Çinkî, di her bêjeke Kurdî de, eger du tîpên cêwîdeng tine bin, misoker yek dê hebe. Ango, wê hîngê, bêjeya ku ji sê tîpan pêk tê, dê bibe çar tîpî, û ya ji çar tîpan çê dibe, dê bibe pênc û şeş tîpî û hwd!!. yan jî li gor pêşniyara din, emê ji bilî komikan û nîşandekan li ser bêjeyan nebînin.
Ji bo ku em bêtir vê babetê şirove bikin, emê zimanê Erebî wek mînak bibin.
Di nivîsîna Erebî de, dubarekirina tîpan bi du şêweyan tê kirin:
Yek: Ducarkirina nivîsandina tîpekê. Ew jî ji bo tîpên ku ducarkî tên bilêvkirin re tê bikaranîn. Wek: كرر، خطط
Du: Danîna nîşandeka sertkirin û girankirinê ” ـــّ ” li ser tîpan. Ew jî ji bo tîpên “sert” bi kar tê. Mîna: عبدالفتـّاح جرّ
Gelo! Di nivîsa Erebî de, kîjan tîp ducarkî têne nivîsandin? Bersiv: Tenê ew tîpên ku ducarkî, û li dû hev ji nav lêvan derdikevin, ew tenê ducarkî tên nivîsandin. Mîna nimûneyên ku me li jor anîne: Kerereكرر , Xetete خطط .
Lê tîpên ku tenê bi şêweyên “sert” tên bilêvkirin, ango mîna tîpa “ت” di navê “Ebdilfetah” de, û ji bo nasandina wan, tenê nîşandeka sertkirinê ” ـــّ ” datînin ser wê tîpê. Wek: Fere كرّ, Kere فرّ .
Ji xwe, wekî ku em tev dizanin, piştî ku zimanê Erebî baş hat xebtandin, û teşeyên bêjeyên wê jî hatin naskirin û liezberkirin, pêdvî bikaranîna nîşandeka sertkirinê nema, û li roja îro, ew ji bilî di deqên olî de netê bikaranîn.
Pirsa me ev e: Dema ku zimanê Kurdî jî baş were xebtandin, û formên bêjeyên wê baş werin naskirin û liezberkirin, wê hîngê, dê pêdvî bi dubarekirina tîpên cêwîdeng bimîne? Ew yek dê ji zimanê me re nebe giranî? Û emê li xwe poşman nebin, û venegerin ser şopa Mîr Celadet?.
F. Ev hevoka jêrin di nivîseke zimanzanekî de hati bû:
((Mebesta min ew e, ku Ez vî karê rêzder û aloz ji hemû hêlan ve tevbidim)):
Wek em dibînin, lêkera hevokê bi vê darêjê hatiye “Tevbidim”.
Mîna ku em dizanin, radera evê lêkerê ” tevdan ” e. Ango, ew radereke pêkhatiye û ji koka xwe de wiha hatiye darijtin: (tev+ dan). Mîna ku em dizanin jî, lêkerên pêkhatî, di rawyên lêkerên fermanî, bilanî û hekînî de, ango di ew lêkrên ku bi berlêkera “bi” tên veguhastin, berlêkera ” bi ” netê xebtandin, û tenê nişana kesan a wê raweyê bi paş lêkerê dikeve. Loma jî, ji bo lêkera “tevdan” a ku di wê hevokê de hatiye, darêja wê ya rêzmanî ya rast “tevdim” e, û gerek e wilo were nivîsandin. Çinkî raweyên mîna: Bila ez hilbidim, ez rabikevim, ez rûbibim… û hwd, ne di peyvê de, ne jî di nivîsandina Kurmancî de tinene.
G. Ev hevok jî di lêkolîneke zimanzanekî de hatiye: ((Me hev nedinasî )). Mîna ku xuya dibe, ev hevok di raweya neyînî de hatiye.