Demhat Dêrikî
Esmerê, min nedizanî wê dilê te dilê welatê min de
yê ku di nava narîncok û bêhna agirê ji bin pêlavên
biyanan difore, bêhna beybûn, nêrgiz, bûkgulên zeviyan
pêşkêşî te dike, zer bibe!..
Niha payîz di nava te de dike guve guv û pelgên dara dilê te
diweşin! Ne Amed tê bîra te, ne Qamişlo, ne Hewlêr û ne jî
Mehabad tê bîra te! Ji xwe te hezkirin di nava xwe de kuşt!
Ka? Te bi werîsê Şêx Seîd sond dixwar, te bi peyvên Qazî
sond dixwar, te bi agirê sînema Amûdê sond dixwar,
te bi komkujiya Hewlêrê sond dixwar ku wê dara dilê te buharî be?!
Na na esmerê, ne kurte kirasên ku mil û piştan dikin xewnên awiran
ne jî rûdermanê lêvan dikin”sorgulî”dikare pîneyên dil winda bike!
Te çi zû jibîr kir?
Di wan şevên barînî de, li ber penecereya dilê te
min ji kenê te re digot,
min ji pora te ya di nava destê min de bêhna sirûşta
welatê min belav dikir digot,
min ji wan dêmên te yê bi geriyana tiliyên min re dibûn gulveker digot,
min ji wan lêvên te yê bi ramûsanên lêvên min re hesnesyên jînê diafirandin
digot, dilê min ji welatê serhadê tê,
dilê min kirasxeftanê dayîka Cizîra Botan tê,
dilê min ji nalînên Mihemed Şêxo tê!
Ev e dilê min…û te bi ayatên serpêhatiyên welatê rojê sond dixwar
wê dilê min di dilê te de dareke pelge geş be!
Mixabin, va pelgên dara te diweşin, esmerê!