Şevên Helbestê (4) bi Helbesên Axîn Mîrxan xemilî

  Şîndar A_yûsif

Hîn em nizanin yan em dizanin û di ser guhên xwe re davêjin, helbest çiye?
Hîna ev babet di Şevên Helbestê de lidare, vê carê babet helbesta nûjen bû, û helbestvan Axîn Mîrxan bû, belê êvarek wek vaqa êvara, mêvan, nîvisandin, guhdar kirin û xwendin li dar dikeve.

Di vê şeva Helbestî de, li pişt maseyekê çar qorzî, pelên xwe diyarî  melkemotê helbestê dike u bi ziq bûna mejî,  guh, çav, tev laş, me xwe amade kir ji vê şevê re.
Mêvan bi jimara temen, li bajarê Hisiça bajarê tiştên veşartî û destên direj, Axîn wek birayê ne di helbestê de,  xwe di hustê temenê min de  rakir û me biçûkanî bê hemdî xwe li hev pehir kiribû.
Li wî guhdar dikim gelek cara û cardî bê hemdî xwe .zane bê çi dixwaze ji nîvsandinê û nerîna wî di helbestê de  pêşketîtire ji nîvsandinê wî ,belkî ev êşeke, em giş têre derbasdibin jiber ta mero bigihê yekbûna pelê û nerînê belkû dem û xwendin divê.
Şeş pel xwendin, an şeş helbest  wilo dibeje, çapkiribû li ser pela û berî çayê bide me(kurdo)  pel dan me, îca her yekî ji me gulzika xwe derxist(kesên çav kêm) û çixara xwe vêxist û me xwend berî ew bixwîne.
Xweş bûn wek şekir helebestên wî, bêhna mero bi wan derdikeve dibe qey zarokin ,ger helebest zarok be û bi zimanê dayikbûnê biaxive ev bixwe gavek giringe bi alî giyandinekê bi nav.
Xwendin divê u guhdarkirin û hinek rexne di hinava mejî de ta mero karibe navekî li nîvsandinên xwe bike.
Di pela Axîn ya bi navê(weneya 1em)wisa nivisandibû digot
Perçak jê:
Gelek caran xwe di nav
Pûşên xewnan de didît
bayê bîranîna bêndera wî didêra
Barkinek ne ji dil xwe li riwê wî dipeça
Çirayên hevdîtinê dîsa şewq dan
û niha çav li demên derbasbûyî digerin
û xwezî bi sed xwezî dîsa bi Bilûra şivanekî
keriyên bêrîkirinê zîvirîn.
Ziman û gotinên wî zelal bûn, qajwaja zarokin kolana tîne bîra me û bêhna kiras û xifatanê diya mero, wêne têde ban dikin. Axîn, nikare xwe ji wan wêneyan xilaske û ew zelabûna zaroktiyê tenê zikê helbestê têr nake û cudakirineke bê wate ji mer çê dike.
Di wêneya pênca de Axîn Kamêra xwe cardî vêdixe û berî dide pirîskên baranê
Dibeje:
Li hêviya baranê
Ne bûk xuya bû
Ne berbû bi rê bû

Bi hêviya baranê
Wê baran bê
Tu nebû bûk
Û nebûm berbû
Ku em herin xweşiya baranê
Cardî ewrên wî ,baranê jê re û ji helbestên wî re tînin û  herî em li wê navê man ne baran û xelandineke di mejî de hate xuyakirin.
Em rabûn me xatir ji Axîn xwest û herî ew pelên wî pê re man û pelên me jî bi mer man şevbuhêrk  bi dawî bû.

Hesekê

27_9_2010    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Piştî hilweşandina rejîma ku bi dehsalan welatȇ Sȗriya bi sitem û zorê birêve dibir, û di vê qonaxa hestiyar ya biryardar de ji dȋroka sȗriya, ȗ di nav van guhertinan de, kurd li hember kȇlȋkeke dȋrokȋ ȗ veguhertineke siyasȋ ya kȗr in, derfeteke dîrokî kitiye di riwȇ kurdan de, ku…

Li gor hewildanên ji bo pêşketina rewşa çandî û destekdayîna ronesansa wêjeyî û ronakbîriyê di herdu cîhanên Kurd-Ereb de û bi armanca xurtkirina têkiliyên çandî navbera miletên herêmê bi taybet di navbera Kurd û Ereban de, her wiha ji bo xurtkirina cewhereke wêjeyî û ronakbîrî ya resen; em damezrandina Kovara Soryaz radigihînin, ku…

Rêber Hebûn

Tu niha nemirî

ev navdarî hezkiriyên te û helbestê avêtibûn li rex navê te

Û tu jî derbasî warên mirinê dibî

Ji me re helbesteke bê deng û pozbilind bixwîne

Derfet ji te re vekiriye

Ne tenê 5 xulek

Ne 10 xulek

Ne…

Komîteya Birêvrbir ya YGNRKS, û bi navê hemû hevalên Yekîtiya me radigihîne ko helbestevan û nivîskar Mizgîn Hesko koça dawî kir, şeva bûrî li nexweşxaneyeke Elmanya dilê wê rawestiya, ew jî piştî kêferateke dijwar û dirêj bi nexweşiyê re, wilo jî bê rawestan karê xwe yê nivîsandina helbestan dikir, heya ko hejmara pirtûkên…