Ma ev hale?

  i.xelîl

Kurda berê gotiye ku dema mirov perda şerm û fediyê ji ser rûyê xwe radike , çi tiştê xirab û kesnedî hebe , wê bi karbîne .
 mixabin di nav me de di roja îro de ew kes zêde bûne , û di baweriya min de ew baş dizanin ku ew perde ne tenê hatiye rakirin , yan jî bi qule lê bi yek carê nemaye .

Wêneyek ji wan ev karê xirab yê ku bi cih tê li ser meydana malperên enternêtê di bin navê rewşenbîrîyê de , qîr qîra hina ji wan li felekan di sekine ta li erşê jorî , û doza wa çiye , mirov nizane , çi dixwazin ?
Dema ku xwendevanê malpera rûpelê wê vedikin , ku haylooooo wê çi bibînin !!
Çend rewşenbîr bi tîr û kevanên Ecemî yan jî bi şûrê şamî zirta li hev dikin , yan jî hin ji wan xwe ji her kesî zanetir dibînin û şîreta li millet û partî û serok û siyasetmedar û rewşenbîra …TD dikin , û xemgîn dibin ji ber ku tu kes bi şîret û gotina wan nake .
Hin ji wan doza lihevhatinê dikin di nav tevgera siyasî de , lê mixabin bi gotinê xwe wek gotina seydayê Cegerxwîn dikin : gotinê te wek dir û zêr … lê di nav de serê mêr ( Mar ) , ji ber ku ew bi xwe sedemek ji wa sedemê jihevxistina wê tevgerê ne .
Hin dî çaksazî û guhertinê dixwazin , gotinên qelew û xweş li ber guhê xelkê zingezing dikin , lê dema ku mirov wan nasdike wê bizane bê ew çi mal in , ji derve hella hella, û ji hundir ve ya sitar , di malê xwe de Dîktator in , û bi dostê xwe re Derwîn û xedar in .

Mixabin ne tenê hêzên ewlekariyê ew pencera enternêtê li ber me qedexe kirine , lê van kesa jî roleke baş lîstiye ku wê li ber çavê xelkê reş kiriye , dostekî min dibêjê : ji dema ku min enternêt aniye ez nexweş ketime ji xem û kulê ku ez dibînim , ji ber vê yekê ez soz didim ku ji wê meydanê xwe bidim dûr , û bela heger ew mêr bin , serê hev jêkin û weke bi Erebî dibêjin Fexarre û bera hev bişkînin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…