Spasname

Ez bi navê xwe û malbata xwe spasiya her kesê ku hatin serdana me an email û birûskname şandin yan jî telefon vekirin û şîniya me  bi me re par ve kirin.spasiyek taybet ji bo medya û malperên kurdî ku ev nuçe belav kirin Hêvîdar im ku hûn û malbatên xwe rojên nexweş nebînin û herdem di jiyana xwe de dilgeş bin. Mirov di jiyana xwe de rastî rojên xweş dibin û herweha rêjên bi xem û êş pêrgî mirovan dibin.
Ev bingeha jiyanê ye, jiyan bi vê awayî berdewam dibe, lê hevî ew e ku her yek ji me hay ji rojên xwe hebin û di temenê xwe de hezkirina mirovan di dilê xwe de biçînin.
spas ji bo dilsoziya we
Ronican 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Yusra Zibêr

Bi pênûsa xwe ya nenas binivîsînim

Xêzên winda li jiyanê birêsînim

Armancên dûr tev keseran bihûnînim

Li asoyan tîpên nexwya bi civînim

Rewşa tarî ji jiyana xwe dûr xînim

Demên bûrî dev sawêran binerxînim

Hêdî hêdî pêlê derya bi hejînim

<p...

Burhan Hesso

Bitenê,
tê here nemaya xwe,
ja tijjjjjjjjjje tunebûn, çendîn rêka goristanê dirêj be
Tu nawestî
Mîna laşekî vala , ji goşt
Ji hestiyan
Ji xwînê
Ji rehan
Tê laşê xwe ê westiyayî ji xwe deynî,
bi kenarê xemgîniya xwe ya kevnar ve daliqînî!
Û bi kurepist, tê ji xwe bipirse
Qey tu Dîn î ?
Xwe nabîn î ?
Ev çi kîn î ?
Loma wilo bêmirês î
Û…

Yusra Zibêr

Dinavbera dan û standina ku îro li kolanê kurdî tê kirin piştî rûxandina rêçîma Esed ewe yek rêziya kurdî dinavbera hedû beşên serkede Enks û Pyd ê

Lê gelo doza yek rêziyê durste ?
Bo çi em nabêjin lihevkirin û rawistandina li ser kêşa netewî ya gelê kurd rûnên?
Ji ber ku îro derfeteke girîng hatiye holê…

Birêz nûnerê Emerîka
Birêz nûnerê Ferensa
Birêz nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî
Silav û rêz

Di destpêkê de, em hewlên we ji bo yekrêziya siyasî ya Kurdî li Sûriyê bilind dinerxînin, û em vê nameyê di derbarê kesûkarên xwe yên wendakirî di zindanên QSDê de arasteyî we dikin.

Birêzino,
Hîn çarenivîsa kesûkarên me di zindanên QSDê de, ji dema revandina wan ve û…