gurzek pexşan helbest ji esmera bakur re


Demhat Dêrikî

1.DA BIBIM PARÇEK JI XEWNÊN TE
 

 Ji tizbiyên not û neh lib, ji kenên derewîn û awirên xapînok, ji roviyên di qehbîtiya felekê de bûyîn”şêr” direvim, xwe diavêjim di navbera didanên felsefa jînê û ji wir xwe diavêjim bextên şevên te û di nava çemên canê te de sed carî xwe noq dikim da ji gunehan pak bikim… û xwe di nava dilovaniya te de dipêçim esmera Amedê, da ku bibim parçek ji xewnên te!
2. KÊLIYÊN TE

Kêliyên bê te dibin werîsek li dora sikura min û di sêdara dûriyê de çîroka taya zer ji bê dengiyê re dibêjin. Çirayên kolanên Amed jî tevlî vê bê dengiyê dibin û xewnên serbanê gundên Ferqînê dilê min di navbera didanên xwe de dihêrin!..û wê demê pirtûka çîroka felsefa jînê di serpêhatiyên de dixwînim da van kêliyan nas bikim esmerê

3.EV DIL YÊ TE YE

 Ku tu here û dibe ku tu neçe lê ya giring ev e; tu di bajarê dilê min de her ew periya li ser dîwarên vî bajarî sernivîsên hezkirinê di bîra bê dawiya hezkirinê de kolayî û kolanên vî bajarî ji nêrgizan xemilandî!..Here, li paş xwe nenihêre, lewre te ji mêj de ev dil dilê xwe de biriye welatê hezkirina xwe û tenê ev dil yê te ye!…

4. JI TE TÊRNABIM

 Esmerê!..dûriya te di bîranên kenê te de û bêrîkirina te di pêjina dilgera te ya li min de, te di şev û bê xewiya dilê xwe de nêzîk dikim, hembêz dikim!..Ramûsanên min, hemû tixûbên mirinê ji navbera lêvên te direvînê û min dike şivanê guldêmên xwe yê ji welatê kulilikan! Lê, dema çavê min vedibin, dîsa dibêjim aaax esmerê!..

5.LEWMA MIN JI TE HEZKIR

 Esmera bakur, ji pora te bêhna sirûşta welatê min difore, ji canê te bêhna xaka min difore, ji xuhdana te çemên welatê min diherikin; di çavê te de stêrkên asîmanê min diçirisin, sûrên Amedê di awirên te de dîroka min dibêjin, memikên te çîroka lehengiyê di axîn û kenê te de ji min re dibêjin û ramûsanên te dastanên evîna te ji agirîn lêvên min re dibêjin…lewma min ji te hezkir esmerê!îna te ji agirîn lêvên min re dibêjin… lewma min ji te hezkir esmerê!

6.TU EW STÊRÎ

 Pir şevan min tu bi stêrkên li asîmana re aşop dikir, lê min nerî, di jiyana rasteqîne de ew stêr tu yî esmerê!

7. DILÊ TE

Esmera bakur; ez li welatekî digeriyam, lê min tu welat jibilî dilê te nedît ku min bi dilovanî hembêz bike, min li dûrî tûpişk û maran li ser baskên evîna xwe bi azad
bigerînê!

demhatderiki@hotmail.com  ipêçim esmera Amedê, da ku bibim parçek ji xewnên te!ipêçim esmera Amedê, da ku bibim parçek ji xewnên te!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Franz Kafka û Jin

Franz Kafka (1883–1924), yek ji nivîskarên wêjeyî yên herî karîger ê sedsala 20an, di warê têkiliyên xwe yên bi jinan re de gelek nakokî didît. Ev hevsengiya wî hem di jiyana wî ya şexsî de û hem jî di xebatên wî yên edebî de bandorê…

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…