Heta kengî qedexekarî?

14.emîn Dadgeha cezayén giran a Stenbolé wekî her caré bi biryareke bayébezé, weşana rojnameya Azadiya Welat bo heyveké rawestand.
Ev biryar  şanî me dide ku dewlet dixwaze qedekariyé wekî şûré demoklesé li ser seré  kurdî û kurdan bihejîne!

Dewleta ku di medîa dîtkî û nivîskî a Tirkiyeyé de ‘temaşevan’é her cure niqaş û guftûgoyén derbaré çareserkirina pirsgiréka kurde ye, ji ber çi tehemûlî rojnameyeke kurdî nake?
Ji me ve wisa dixuye; dewlet hé jî bi hemû saziyén xwe; artéş, dadgeh, hézén ewleyî én polisî û saziyén péwendîdar én bi perwerdeyé li hemberî xwestek, derbirîn û xwe îfadekirina kurdan wekî mertalekî astengker radiweste.
Wekî ku tét zanîn; mudîr û xwediyé îmtiyazé é ronameya Azadiya Welat Wedat Kurşuné ku 166 sal cezaya hepsé lé hatibû birîn hé jî di hepsé de ye.
Hé jî siyasetmedarén kurd én ku di qada siyasî a demokratîk de siyaset dikirin, bi hinceta ku endamén réxistiné ne di heps û zîndanande ne.
Komeleya Nivîskarén Kurd, bi çi hinceté dibe bila bibe, biryara girtina her rojnameyé; bi taybetî biryara girtina tekane rojnameya xwerû kurdî, Azadiya Welat şermezar dike, û vé biryaré wekî birrîna zimané kurdî, astengkirina agahdariya raya giştî a kurd dibîne û dihelsingîne.
Em nivîskarén kurd, hemû kes û derûdorén demokrasîxwaz, reftar û alîgirén azadiya derbirîné vedixwînin şermezarkirina biryara dedgehé!

    22.08.2010/Amed

Komela Nivîskarén Kurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…