Kolompusê kurd diçe amed

Mustefa ÎSMAÎL

Pi‏‏ştî ku min vexwendnameya bo tevlîbûna li çaremîn rojên wêjeyê li Amed ku bûye baweyekî salane wergirt. Divîyabû ku min serî li konsolgeha TC li bajarê Helebê bida, da vîzayê bistînin û amadehiyên xwe bona rêwîtiya ber bi xewnê ve bi dawî bînim.
Weha jî bû, ezê behsî astengiyan nekim, ezê nebêjim ku roja dawîn min çend katejimêr li benda vîzayê buhurandin, ezê nebêjim ku bextê minî resh xwe li hember şîna ku ji Ecewîd re di konsolgehê de hatibû veqetandin dît, û ezê nebêjim ku min çiqas lanet li karmendên wan barandin, û min wê demê dixwest dapîreke min tenê saxba da ku hin nifir li wan bikirana.

Ew hemû tisht nema girîngin, êdî ez diçime hembêza Amedê. Amed warê me ye.

Pirî caran, gava mirov sînorekî derbasdike, bi biyanîbûneke dijwar dihese, dil û hestên wî tên guvaştin, mirov di wê navberê de hin caran dixwaze ku bi şunde vegere, û dev ji rêwîtiya xwe berde. Lê kêliya ku ez derbasî aliyê sînor yê din bûm, kêliya ku min bakurê xudê ber hembêz kir, kêliya ku hêja baqî û du karmendên xoşewîst ji şaredariya nisêbînê pêrgî me hatin, ez bi firrîna giyanê xwe dihesiyam,di wê kêliyê de dihesiyam ku ez firindeyekî bi baskine efsanewî me, nema êdî xakê têre min dikir, nema êdî ezmanan têre min dikir.

Di kolanên nisêbîn û mêrdînê de, eynî qerbalixa li kolanên bajarên rojavayî kurdistanê heye, çûn û hatina şagirtên dibistanan li bakur wek ya şagirtên Kobanê, Efrîn, û Qamişlo ye, tenê kincên wan ji hev cuda ne. gundên serxetê dişibin yên binxetê, me di rê de pirs li dû pirsê li şoforê otobûsê dibarandin, feqîrê xwedê jî bi kêfxweşî pirsên me dibersivandin. Ez Berê bakur dinasim, lê di pirtûkan de, û di ekrana TV yan de, lê nuha rewş cuda ye, nuha ez di hundir perwazê de me, di hundir dîmenên xaka leheng de me, û li paş cama otobûsê bakurê xwe dar bi dar, newal bi newal, gir bi gir, gund bi gund, û deşt bi deşt bi cavên dilê xwe dipîvim e. û hawîrdorê dîmen bi dîmen, û wêne bi wêne ji ber dikim û wan di dosyayeke şîn de, di rehên xwe de vedişêrim e.

Di riya amedê de, sloganên nijadperest yên turkan , wek: ne mutlu turkum … hwd piraniyek ji çiya û girên kurdistanê talan kiribûn û nasnameyeke din li xwezaya kurdan pêçandibû, lê me dizanîbû ku ew tenê gotinine bê wate ne û bê bingehin, û ne di cihê xwe yê rewa de ne, çu ku bi cîzmeya leşkerî û terora dewletê nedikarin nasnameyê ji gelan re veqetînin, û wan di bin siya dîrokeke sexte de asîmîle bikin.  hestên me berevajî wan cure gotinên nîgaşî xwe îfade dikirin : em çiqas kêfxweşin ku em kurdin. 

Di wa kurte dema di navbera deriyê sînor yê Qamişlo- Nisêbîn û paytexta xewna kurdan Amed de min jînenîgariya axa bakurê kurd bi hemû hestên xwe dipeland, ji mafê min e êdî ku ez di her mistek axa bakurê dilê xwe de li xwe bigerim, û bi xwe baweriyeke bê hempa dikarim ji we re hestên kolompus dema parzemîna amerîkayê kifş kir  rave bikim, cudahiya min ji wî xweşmirovî ewe, min berê bakurê kurdistanê nasdikir, lê kolompusê bêzar bi korî çûbû aliyê rastiyê yê din.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Destpêk: Hilweşandina rêza kevneşopî ya têgihiştina nivîsê

Bi gotara xwe ya navdar «Mirina Nivîskêr» (La mort de l’auteur) ku di sala 1967-an de hate weşandin, teorîzanê wêjeyê yê fransî Roland Barthes yek ji herî kûr û bandorker guherînên di dîroka teoriya wêjeyê ya nûjen de pêk tîne. Gotara wî li dijî nêrîneke kevneşopî radiweste; nêrînek…

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî…

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…