Mehmûd Badilîdi şeva helbestî ya sisyan de, çend pirsên taybet hatin raxistin, yek jê gelo helbesta kurdî li bajarê Hesekê ber bi ku ve diçe..? gelo helbesta kurdî ji wê çarçewa xwe ya teng derketiye û xwe gihandiye asta helbestên welatên dîtir; Erebî, Tirkî, biyanî…t.d?. heger ev pirsên ha, di şevên helbestê de taybet bi helbesta kurdî li bajarê Hesekê hatin li dar xistin, lê mirov dikare va pirsan û hinekî dîtir derbarî helbesta kurdî bi giştî raxîne, bi hêviya ku guhdan bi xwendin û nirxandina helbesta kurdî çê bibe.
di vê şeva me de, çend helbestên Xalid Omer, bûn nimûne digel helbesta kurdî ya kevneşop li bajrê Hesekê.
Xalid Omer yek ji wan helbestvanên wendayî ye, ango di meydana helbestê de, yek ji wan kesên bê nav û denge, lê ta ser û pê di helbestê de wendayî ye, jiyana wî tev helbeste, bi rewanê xweyî naz û çeleng helbesta xwe dilorîne, bi hestê xweyî tenik wê şîr dide, dûvre wek kevokekê ji nav mêlakê xwe wê berdide, lê mixabin ev kevok, ev helbest, hîna li asîmanê Hesekê bi tenê difire!?
taku debarî helbesta Xalid Omer, dûrî pesindariyê herim, va çend nimûneyan ji helbestên wî, ez li ber destê rexnevan û xwêneran datînim.
ayîna rojê dirêsim ji ximava qelemê
bi sura ba re diçim nav henasê ””””alemê
gunehê min ew Mesîhê di himêza Meryemê
meyweyên şor bi sirûdan diweşînim ji lemê
agirê dil vêdixînim bi çirîska seqemê
qedeha bêrya mi dadigre Xelîc û Qelzemê
şeh dikim ez bi evînê incika vê serdemê
sore bayê hêviyên min dihejîne sitemê
Sitêrka na jimêrim
sitêrka na jimêrim ez
dixwazim serbilind bighême cem yezdan
sitêrka na jimêrim ez
ji bona birçiyê jînê du çavê min kulorê nan
sitêrka na jimêrim ez
şevên min neynikê zîvin bi asoya ve man û man
sitêrka na jimêrim ez
heta ku sitêrk hemî vemrin li ber roka te Kurdistan
sitêrka na jimêrim ez
Lêvên xwe limike
çi mi germe min di çavên xwe de werd û şil bike
navbera xewn û şiyariyê dil çi bêriya te dike
tu siwarê her şevê ye tê dilê min şeh dike
tu sura bayê sibê ye pencera min vedike
ku li ber bayê te jînam wek perîka sivike
xunçeya baxê evînî ger tu sed salî bike.







Şîrove (0)