Dimuqrati * Û ji vê giringiya daxuyaniyên ku berêz serokê komarê dabûn tê, ew daxuyaniyên ku têde dozeke giring rakiribû, ew jî doza kurdî ye, ji ber wê partiya me yekser daxuyaniyek belav kir têde piştgirî xwe dide vê helwesta niştimanperwer û wêrek û ketwar.
Ji dema damezrandina partiya me de, herdem xebat dikir ji bona bicihanîna çareseriyê ji doza kurdî re, ew doza ku partiya me wê dibîne dozeke niştimanî ye, û herdem kar dikir ji bona belavkirina çanda xebata siyasî û dîmoqratî ji bona peydakirina çareyek aştiyane ji vê doze re û ji xeynî wê ji dozen welêt, û div ê derbarê de û tevî pirbûna astengiyan a ku li pêşberî partiya me derdiketin ji ber vê rêbazê ji ber bikaranînên şovînî û siyaseta zordariya netewî û ji ber helwestên xwedûrkirinê ji hinek aliyên kurdî ve, lê partiya me pêdar bû di meşa xwe de divê riyê de, û teqez berdewambûna xebatê û bizavên berdewam encamin baş dan, giringtirîn encam ew bû ku xeleka hevxem û pêbaweriyan fireh bû bi dadweriya doza kurdî re di civaka Sûrya de, û baweriya piraniya gelê Sûrya bi dûrbûnê ji ramanê şovînî ê paşketî û ji muzawedên vala ên di navenda kurdî de û bi bînahî bi giyanê niştimanî û ketwarî de. Ev raman û bîrûbawerî hemû partiya me kar dikir da wan belav bike û wan biçesipîne, û nayê veşartin ku ev erkê xanedan wê gelek astengî raberî wê derkevin û wê bizav bibn da nehêlin bicih bibin, û nayê veşartin jî ku dijminê vê rêbazê û alavên wan û şabaşçiyên wan ên nasraw wê hemû bizavên xwe bikin ji bona vê rêbazê biêşînin, û wê dest bavêjin xerakirinê û alozkirinê da kar bi wê rêbazê nebe, li hemberî wê, erkê niştimanî bare li ser milê hemû kesên dilsoz û niştimanperwerane ku piştgirî û alîkariya vê rêbazê bikin, da bighên bicihanîna van ramanên ku berêz serok komar ew danxuyan û wan bikin pilanek kar.

Şîrove (0)