Helbest u pexşan

RONDIKÊN MIN


Demhat Dêrikî

Esmerê,
Wê şevê  ew dilbuhariya min ya ku ji çavan destegul belav dikirin
ber bi şevistan, ewristan û baranistanan ve bû rêwî û di  nav tixûbên
dengvedana birûsik qeyrana heneseyên min de, çend dîmen; ji şewatê,
ji jana vedana reşkonên evîna kurdayetiyê, ji xwelî serî
û bê tebata hezkirinê hembêzkir.
Wê şevê, di wê şeva baranî de te sakoyê serpêhatî û peyvên nejibîrkirinê
li xwekir û çend nameyên ku min li bin banê stêrk geşên buharî nivîsîbûn
te li gel xwe bir û ber welatek nediyar ve, di nava xatirxwestinek bê wextî de
çûyî…ji wê şevê, ji wê çûnê ta vê kêliyê li asîmanê çavê min bi dûrîkirina te
reşewir avisdibin û li ser şopçûyîna te, rondik diherikin.
Xewnên min bi rondikin
Aşûpên min bi rondikin
Meş û hewldanên min bi rondikin
û ez û dilê xwe di golrondikan de melevaniyê dikin da bigihn sirûşta te
ya ku ez dibirim welatê xemrevînan.
Va dîsa li wirim, li bin wê tabloya şînrevîn ku ramûsanên me bi xwe re dikir yek
Û em di nava awaza şevê de dibirin…..lê ev car, li vir, bi tenê me
Û guve guva sarbayê di nava min de, min diguvêşê û piyal ji rondikên min
tê dagirtin û bi ser xwe de dikim rondikên dûrîkirinê…

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…