jimara yekemîn ji govara MEHFEL hate weşandin

Wekî berî çend rojekan me ji xwendievanên hêja re di çendîn dezgayên ragehandinê de diyarkirî ku em dê li meha heft /2010 govareke zanistî derheq ol, filkilor, edebiyat, ziman, dab û nerît …hit, yên kurdan bi giştî û yên êzidiyan bi taybetî weşînin, vaye me ew soz bi cih anî û jimara yekemîn ji MEHFEL derxist û kete ber destê xwendevanan, û me biryar daye di her jimarekê de 15 lêkolînan û Qewlekî yan diduyan biweşînin, divê jimarê da ev lêkolînên li xwarê hatine weşandin:
– pişka kurî – pîtên erebî:

  1. sergotar ……………………………………….………….…..xudanê imtiyazê
  2. fermama Firîq paşa……………………………… Merwan şêx Hesen reşkanî
  3. piraktîzekirina serwaya qewlê “afirandina dinyayê” ……………Kovan Xankî
  4. jiyan û berhemê qewilvan “Pîr Reşê Heyran”………………..…..Rêzan şivan
  5. qewlê îmanê “bo cara yekê ye ev qewle belav dibit” …….…şêx Deştî Zeydîn

– pişka zimanê erebî:

  1. afret û mafên afreta êzidî di qewlê “şêx sirî” de…..……………… Hecî Mexso
  2. mafên êzidiyan di destûrê îraqê û reşnivîsa destûrê herêma kurdistanê de ………………………………………………..…mafperwer: Hesen el – Cotyar
  3. afreta êzidî û îraqa nû ………………………………….…..Misto Elyas Dinanî
  4. nahya şemal li şingal “veguhastin û erebkirin” ………………şekir Xidir Mirad
  5. cîhana diravên Kevin ……………………………………..…Qasim Eto Osman
  6. êzidîyatî û hinek cihên wan yên pîroz li efrînê ……amadekirin: şêrzad xêravayî
– pişka kurdî- latînî:
1. şêx Hesen û hizra pêkînana dewleteke kurdî …………………………Rêsan Hesen  
2. Giringiya dîrok û şûnwarên Êzidiyan yên li herêma Hesenkêfê …….. Kemal Tolan 

  1. Êzidiyên li çiyayê kurmênc (Efrînê) … ……………………………….Konê Reş 

4. Helbestvaniya Cegerxwîn ………. ……………………………….Heyder Omer 

5. Wêjeya Kurdî berî Îslamê …………………………………………… Xebat şakir 

  1. Qewlê pişt perda …………………………………….……… Xema ş. Zeydîn

Qebarê govarê navinciye û ji (170) peran pêkhatiye û li çapxana Hawar li Dihok çap bûye, layqî gotinê ye ku MEHFEL govarek malbatiye ji bal Rêsan Hesen …xudanê imtiyazê, Kovan Rêsan Xankî …sernivêskar, Hecî Mexso…sikirtêrê nivêsînê dihêt weşandin. Tê çaverêkirin jimara duyemîn li destpêka meha deh bihêt weşandin, lewma eger nivêskar bixwazin beşdar bibin dikarin lêkolînên xwe li ser van navnîşanan rêbikin:

–    g.mehfel@yahoo.com
–   xanki_kovan@yahoo.com  

Mehfel

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…