pêkenokek ji ofîsa min

Dr. Alan Kikani

Berî du salan rojekê Dengbêj Baqî  Xido yê rehmetî  hat Ofîsa min, nexweş bû, piştî min ew dît û dermanê wî dayê. Min jêre got apê Baqî, bila xêra te be ka tu ji biraziyê xwe ra tiştekî bêje ku ez hinekî  pê bikenim. Ji min re got:

 „Berî pêncî sal ez rojekê çûm bajarê Riha yê, ez li Ordiyê li Seyare yê siwar bûm û me riya Riha yê girt û em di çûn.
Îcar ji kortifaqiyê re bi rê de pîreka heftê salî jî siwar bû, hat li kêleka min rûnişt. Ajovan jî kaseta min avêt Teyîbê û deng hilda.

Îcar ew ê pîra ku min nas nedikir, min dît ew pêra girya û got: “Ez qurbana te bim Baqî, xweziya berî ku ez bimrim min carekî te bidîta.

Min jêra got, pîrê eger ku tu niha Baqî bibînî gelo tu wî nas dikî ?

-Pîrê got kurê min ma ez ê çawa nas bikim. Min caran ew neditiye ku ez nas bikim!

Min jêre got anê Baqî ez im.

-Pîrê got na tu heneka dikî.

Min got anê bi Xwedê Baqî ez im.

-Min dît pîrê baş li min meze kir û got: Tifoooo li te be… Xweziya min tim dengê te bibihîsta, lê ticarê te nedîta. Welahî min digot qey niha Baqî zilamekî çiqas xweşik û bedew e, lê min rebena Xwedê nizanibû ev qirdikê hane!…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Polȋtȋk karekî pîşeyî ye, û pêdivî ye ku kar ȗ xebata sîyasî standardên pîşeyî yên polȋtȋkî bipejirîne, ȗ xwe bi sipȇre pîvanên pirofesiyonelîzma siyasî, ku li gor civaknasȇ siyasȋ yȇ Elman MAKIS VȊBER”Max Weber” pȇwȋstȋ bi van her sê taybetmendiyên girîng heye : azwerî, hesta bi berpirsiyariyê, û…

Fewaz Ebdê

Di êvareke bi bêhna axa bi neynûkan kolayî de

Min dengê henasên çiyayan bihîst

qerqerin zelalî ji mijê li xwe kiribûn û

bi dengekî bizorderketî “Ey Reqîb” digotin.

Te yê bigota ji devê gorê gazî zarokên xwe…

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…