GUNDÊ KANÎ KERKÊ


Luqman Silêman
Hevind@nefel.com



 Li ku dikevê.?

Kanî kerkê li roj hilatî Dêrika Hemko ye.
Gund yê mala Hecî Zora ve.
Wek ku tê gotin ev gund ji pênsed salî û bi şûne de hatiye avakirin, dema ku kanî kerk hatî avakirn, wê demê kurdistan di parêçbû yek di bindestê Farisiya de bû, û parçêdî dibin destê Osmaniya debû.
Mala Hecî Zorav wê demê li Cizîra Btabûn lê piştî fermana Fila,Hecî Zorav gundê xwe siparte mala Henê keşe û ew bûne muxtarê kanî kerkê, di wê demêde hin gundê dî li wê derdorê Fila ji xwe re avakirin û ta roja îro, hîn çend gundê wa li wê deverê hene.
Henê Keşe kîbû.?
Dibêjin pêştî ku mala Hecî Zorav ev gund sipartin Henê keşe, hilanî û daniya gund kete destê wîde ta ku Ferensa hate Sûrî û ev sînorê îro di nav bera, Sûrî û Tukîde hate danîn nam,mala Hecî Zorav dikarîn werin Sûrî, Henê Keşe gund li ser navê xwe danî û ew bû xwediyê gund.

Dibêjin Henê Keşe mirovekî zalim bû yek ji wê zilma ku wî bi serê kurda tanî ev bû.
Henê Keşe li serê girê gund di rûnişt û tivinga wî di destê wîde bû, dema ku rêbarîn di wa rêya re diçûn Henê Keşe gule tavêtin wa digo: ka gule liwa diçin yan na, gelo mirovin hene ku gule li laşê wî naçê!?
Dema mirov biketa hewşekî ji hewşê Fila, mirov dikarîbû ji wê hewşê li tevayê hewşê wa bigerê, malên wa wek baja mişkabû, lê ez bawerim ku îro kes ji wa di gunde nemaye, hemiya barkirne çûne bajara, lê hîn erdê wa li gund heye.
Li hêla ro hilat gunê hekemiyê û gundê girka Mîro.
Li hêla başûr gundê Mameşûa piçû û ya mezin û girê kera, gundê girê kerajî yê Filaye.
Li hêla roj ava baarê dêrika Hemko û gundê Borizê ne.
Wekî dî hin kanî li derdorê gund hene ewjî evin.
Kanî hejîr, kaniya jina, kaniya mêra,kanî mircan, hejîrok, kanî xiramok.
Girê dimsê, girê hisên, girkê Mehmûd.
Qelaçê dêrê, qelaçê ziyaretê, qelaçê Seyd Abs, qelaçê qoçikê, kavilê Şêx Omer, lê kes ji gundiya Şêx Omer ne dîtiye û nizanin ev Şêx kiye yan ji kudêye?
Çemê kanî hejîrê, çemê kanî micanê, çamê girkê Hisên.
Gundê kanî kerkê hevtî û şeş mal têdene û çarsed û heştî mirovin, ji va hetî û şeş mala sî mal bê nas nemane û sed û sî û çar mirov ji çar des û heştî ewjî bê nas namene, şêst xort û heftî û şeş keçin

     

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…