Zara Brahîm
Danê êvarî bû, gava Evdê bi tena xwe li hundirê oda Textorê xwe bû. Derî hemû vekirî bûn, hayê Evdê ji ti tiştî nema bû, ji xeynî dîwarên oda textor, cihê ku dîplom û nîşanên pisporyê û hin xelat jî daleqandî bûn.wê kêlîkê gelek sawîr û raman di mejyê wî de diçûn û dihatin, û ji xwere digot:( ma wê çi buba heger ez jî Textorek bana……erê min bi zora xwe sinfê niha derxist, lê bi xwedê anha ez ji textorekî jî zanetirim………gelek xelk li tarê hemû bi navê Textor ban min dikin…bixwedê sehwa min jî heye, ji wî madê minî tirş…….ma qey çi ji mi kême???? De ka ez hinekî rûnim …), û li cihê textor rûnişt.
-merhaba textor…textor. Deng kete guhê Evdê de. Evdê li xwe nema heyirî û matmayî û di xwe ne anî der ku ne textor e, ji ber ku hîn di wê xewna xwede bû û derfet jêre hat, û heme ziravê xwe xurt kir û vegerand:
– fermo, derbasbin.
Yê nexweş û bavê xwe bihevre derbasî oda textor bûn, rûniştin. Evdê wê kêlîkê textor bû. Berê nexweş da ser text û destpêkir lê nerî, û hin pirs jî jê kirin li ser rewşa wî. Derman ji wan re nivîsî. Bavê nexweş çû anî. Du derzî li nexweş dan, pere jî ji wan birin û berê wa da malê.
Êdî lingê Evdê nema erd digirt piştî vê bûyerê, û ji xwere digot:( laoo van jibinî dimin neanîn der ku ne ez textorê rastî bûm……..xuyaye ku dihnê textora bimin dikevê…ma çima na ).
Di cî de bezî û çû qehwek danî ser êgir, pêre pêre çixarek pêxist û li cihê xwey rastî danîşt, lê hîn jî dilê wî ji kêfa lê dixist.
Dem û roj bi ser Evdê de derbas dibûn. Gelek guhertin li wî hatin diyarkirin, û ketibû pingaveke nû de.sîkolociya wî dibin barê ku ew jî êdî textore û ji xwe bawer kiriye, nema cih di gewdê wî de peyda dikir. Her û her têkilyê wî bi nexweşa re hinekî hişk dibûn, carna jî erza hinan ji wa jî dişkand, ji ber wî bi cavê textor li xwe dimeyzand. Guhê xwe pêl dikirin li gotinê textor û peyvên wî bi nexweşa re. navê dermana jî jiber kiribûn.ta ku jê dihat dixwest rengê cilê xwe jî nêzîkî yê textorê xwe peyda bike. Li derve gava dimeşî, ta jê hatiba weke textor pêk tavêtin û peyvên wî jî bi kar tannin. Xwe didît wêneyek ji textor. Şêweya kopiyê ji çavlêkirinê,giyanê wî rizgar dikir ji girêk û komplêksan ku kesayetya wî ketibû warekî din de.
Evdê bi rastî ji xwe bawer dikir ku êdî biserketiye, kesayetya xwe di hundirê kiras û berdilka sipî de tenê didît, loma vêce şaşî û metirsî li pêş wî derbûn.
Rojekê ji roja textorê wî jêre got:( va ezê herim bin konê cîranê xwe, bavê wî çûye ber dilovaniya xwedayê xwe, heger hinek hatin, telefonê ji min re veke .), textor derket û çû.
Piştî çûna textor bi demekê, ji nişka ve pîrekek û zilamê xwe tevlû zarokekî li milê wa derbasbûn. Nal nala zarokê ye, dê jî hewara xwe digihênê textor( berdestîk). Vê carê jî yek nekire dido û xwe dîse dike textor li ser serê wê zaroka biçûk.
Laşê zarokê pir germ bû, carna jî erqê verşandinê dihatinê de. Evdê xwe jîr û jêhatî didît, û çîroka êşa zarokê nekire tiştek, pêre pêre bavê nexweş şiyande dermanxanê, derzîk anî. Piştî lêxistina derziyê, zarok kambaxtir bû û laşê wî hişk bû weke kevir û nema lebat jê çêbû. Bû qêrîn û hewara diya wî, û bav jî pêre doza çarekê li ( textor) dike û jê pirs dike ka çi bi zaroka wî hatiye.
Evdê bi rastî ji desthilanî ketibû, xwe naskir di van kêlîkan de ku ne textore û nikarê her dem bi vê rolê rabe, nexasim bi nexweşan re, kete hevde, nema zanê bi çi rengî xwe jivê pirsgirêkê xelas kê û ma matmayî ( heger wan bişînê cem textorekî din, wê bê naskirin, û wê derewa wî eşkere bibe. Ji xwe gava bi textorê xwe re biaxifê, wê rewş kambaxtir bibe….).
Di wan kêlîkên zor û zehmet de ku Evdê bi temamî xwe jibîr kiribû, carekê ku va tiliyên wî pêl nemra textor dikin, ta wê radeyê ku li dora xwe jî nehayedar bû û hewar hewara dê û bavê zarokê jî nema digha guhê wî.lê tê bîra wî gotinên ji wan re û nêzîk hatina textorekî hevalê wî.
Bêhna Evdê fereh bû, gava textorê wî da devê derî, lê pêre jî bala wî de bû ku êdî çîroka wî hate eşkerekirin ji aliyê textor ve.
Textor li zarokê nerî, çend pirs ji Evdê kirin. Naskir sedema hişkbûna laşê zarokê piştî Evdê navê derman jêre got.
Textor derzîk ji cem xwe lêxist, pêre pêre zarok ber bi başbûnê diçû. Diberre jî textor dilê dê û bav xiste cî de û got ku wê vê gavê, ev nesaxî biburê.
Bi rastî jî rewşa zarokê baştir bû. Textor hin derman ji wan re nivîsandin û berê wa da malê.
Ji nûvre bû kut kuta dilê Evdê, jiber ew kêlîka ku ti cara wî ne dixwest vaye hat, divê her tiştî ji textor e bêjê, lê ka bi çi awayî!!!!
Ristikek ji buyer û bîranînên nexweş di serê wî de diçin û tên, û bê çawa textorê xwe dixapand. Heme ji diziya nexweşa bigre ta standina pera ji xwediyê rêngina –sûreta-,û ji yên analîza ( tehlîl) a xwînê bi hinceta ku nexweş bi taybetî ji wan re rê dikirin, û firotina dermanê bênirx ji nexweşa re û carna jî didane dermanxana, û nexweş jî ji wan re rê dikir, lê helbet her tişt bi heqê xwe bû.
Ji nişkêve, textor ban Evdê kir : – Evdê, textoro……. de rabe her tiştî bi rastî ji min re bêje, û bê ka te ji pişt min ve çi dikir!!!!
Evdê bibû lepek, nema zanîbû xwe dikûde veşêrê, gelekî fedîkar û deyndarê textor bû, wê bi çi riwî lê binerê. Gotin nema dihatin ser zimanê wî, nema xwe li xwe digirt, lê piştî bêhnnikê dengekî melûl hat:- bibûre textor, bixwedê ez gelekî di heqê wede şaş bûme, va ez li ber we me, win çi dikin ji min bikin, lê derîkê mal û zarokê min negirin. Bi rastî wextekî mi ji xwe bawer kiribû ku ez weke textorekî zane me. Min didît gava we derman ji nexweş re dinivîsandin, û we carna bi derzîkê wan sax dikir, min jî ev pir hesan didît û min digot ne xeme ku ez carna xwe bixim textor li ser serê hin kesan. Bêtirê caran bi min re lihev rast dihat, jiber wilo jî temayîyê li mi da, û dawiya wê jî ev zaroka îro bû, ez li ber destê we û xwedê me û ez soz didime we û tobedariyê li ber destê dixwazim ku êdî ez dev ji van karê pîs berdim û rûpelekî sipî bi were vekim. Jiber ezê bimênim bêkar, ku bi zehmetî îro peyda dibe, tevlu ku min navê xwe jiberî pênc salan ve jî, li Hisiça di bîroya bêkara de jî nivîsiye.
_xwedê zanê bê ka te çi kiriye û ne kiriye di pey min re. lawoo ma qey jiyana mirovan wilo arzane !!!ma ne ti jî xwedî jin û zarokî, heme îro ev zarok dinav destê te de biçûna, teyî çi bi gota xwe???bi xwedê karê ku te kirî tu kes nakin, vêce tu xwedê lihevdû, lê karê te lib a min êdî nema!!!
Evdê nikarîbû ti berxwedanê bike , ji ber ku hemu deriyên lêbûrînê hatibûn girtin ji pey pirêza wî ya gemarî, loma ew jî pîse pîsa û ser tewandî ji cem textor çû ber bi mal ve.
Piştî demekê, textor xwest dilê xwe qenc bixê cih de, û rabû çû ji cîrana pirsî, çû tara Evdê û pirsa wî kir. Tiştê ku ne dihatin bîra kesî vî berdestîkî pêk anîbûn, loma êdî bêhna textor jî fereh bû ku bera Evdê da berî tiştin girantir û kambaxtir bianîna serê nexweşan.

Lê weke ku pêşiyên me gotine: ( temayî mirov kor dike ), Evdê jî xwe jibîr kiribû ku sûnda wijdanê mirov, pêşî li wî dikeve berî ku li textor be, ew sûnda Hîpokrat ya textoran hemiyan, piştî bi dawîkirina xwendinê. Loma rastî , her û her wê bê xuyanîkirin û wê biserkeve jî.lê nexweşî û girêka Evdê ( û kesên weke wî), ew avêtibûn jiyaneke din ku cihê xwe têde ne dît, û serê wî zû li zikê xênî ket.