Weha dibêjin

Yasîn Hisên

(Dema rexne peyda nebe, hemû cûreyên wêjeyê li binguhê hev dikevin)
(Gava çeka rexneyê tête li ser babeteke me î wêjeyî, em jî çekên xweyî nepen derdixînin, û bera yek kêr be û yek penêr be).

Du pendên rexneyî ên nuh di derbarê wêjeya kurd de…. ji devê rexnevanekî kurd hatine guhestin…
– helbestvanekî mezin û têr û gelekî zengîn carekê bi devekî fireh got: helbestvanên kurd li Sûrya peyda nabin anku helbesta kurdî li Sûrya tune ye.
– nivîskarekî bi nav û deng carekê got: nivîskar di nava kurdên Sûrya de tune ne, tenê çendek hene ji xwe re helbestan dinivîsînin.
-çalakvanekî mezin di dema festîvaleke mezin de ku li darketibû weha got:me xwest helbestvanekî mezin ji kurdên Sûrya li festîvala me beşdar bibe, lê me helbesta mezin nedît, belê helbestvanên mezin li Sûrya pirbûn.
– nivîskarekî kurd – ji yên ku bi zimanê Erebî dinivîsînin- weha got: ê ku jîr be bela xwe berra nava çanda Erebî de, lê di baweriya min de ê ku bi zimanê kurdî dinivîsîne ji nivîsa xwe ne bawere.

 Û weha pêşinyar gelekin ji bona peydakirina helbestvanan û nivîskaran. Hinek dibêjin ku nivîskarên we divê li moxil kevin, da serrad û genim ji hev cihê bibin, û hinek dibêjin bandora helbesta Erebî li helbesta we bûye, anku helbesta kurdî cuda ye ji helbesta dunyayê û divê em ji wê re staylê wê çêbikin.

Dema min ev babet bi nivîskarekî kurd re gengeşe dikir, min xwest ez nerîna wî jî nas bikim, nerîna wî ev bû:
-Yabo, divê hûn ji xwe re tiştekî bikin.
Dema min pirsa wî tiştî jê kir, li min vegerand:

– kuro, ji bona xwedê,,, ez naxwazim têkevim devê qeşmeran…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…