Taxa Zor Ava li Şamê (Xeleka 2)

Luqman silêman
Luqman_sileman@live.se
 

Wek ku me got: Zorava  bi neperoşk destê mêr û jina û bi xwîdana eniya wan û bi dizî û bi çavê tursê  û wê ava neyî û bê enterîk û di ber giriyê zarokê li destare hatiye avakirin lê tiştê baş ew bû ku xelkê wê ji hev hezdikirn û di wan rojê teng de li milê hev disekinî n û heger ku alî hevjî nekirban li hev gilî jî nedikirin….
Xelkê destpêkê yên ku çûne Zorava avakirine dibêjin ta salên duhezaran dema ku mirovek ji welêt dihate Zorava û pirsa melekî dikir me yek ser berê wî dida mala ku ewî lê dipirsê çimkî me teva hev nasdikir û me di zanî her yek ji kî bajarî yan ji kî gundî hatiye û çi karî dikê ne tine ev na me dizanî çi zarokê wî hene û keçikin yan kurikin…..
Û me dizanî em kurdin û  hestê kurdîtî di taxê de bilindbû û rêxstinê me jî di taxêde di xebitîn û kom komik dihatin çêkirin û şev li dardixistin…

Yek dî ji taxê wesa dibêjê me ji hevdû fedîdikir û me haj zarokê xwe û pîrekê xwe hebû û peywendiyê me wek civaka kurd bi hevre hebûn û em alîkarbûn bi hevre û em xêrxwazê civaka xwebûn û dema ku me bidîta zarok ji zarokê taxê berê xwe didê şaşîkî me ew zarok wek zaroka xwe didît û me ew bi xwe yan bi dê û bavê  wî/wê re ji wê şaşiyê di vegerand…. û me tem ji xwe re di got: kengî be emê li welatê xwe vegerin lê ji rexek dîve jî me ji xwe re di got: madem em hatine Şamê wê zarokê me jî li zangoya Şamê ji xwe re bi xwîn in.. Çimkî me didît dema ku em li welat bûn gelek me nasdikirin ne dikarîn zarokê xwe bişînin zangoya Şamê jiber rewşa xweya abûrî… ê çaxê ku em ber pêlê jiyanê ketin û em li vê qefê sekinîn me ji xwe re  di got: başe him emê ji xwe re li Şamê karbikin û him wê zarokê me li zangoyê bi xwînin û dibê ku sûda me ji Şamê xwendina zaokê me be lê  (ez xwe wek mînak tînim) ji ber ku me digot: zarokê kurda hemi wek yê mene…..!!??

Bavê C. wesa dibêjê: bi rastî me pir haj peywendiyê xwe yê civakî hebû û me di xwest ku em li vê devera biyan yanî em hezarê kîlomitra dûrî warê bav û kalê xwe ketine ji lewma me di dît ku pir giringe em peywendiyê xweyê kurdîtî bi parêzin û em zarokê xwe bidin xwendin û dibêjî ku rewşa meya abûrî hinekî xweş bibe çimkî piraniya me ji birçîbûna di van devera re derketine û ez ne bawerim ku kes hebe  ji xweşiya xwe dev ji gundê xwe yan bajarê xwe berdabê û hatibê vê devera dûr û biyan  lê divan heft heşt salên dawî de….!!!???

Birastî  ew Zorava ku xelkê wê hemiya hev nasdikir û ji hev hesdikirn (têbînîn dema ku ez dibêjim Zorava ez li ser Riz û Zorava dibêjim jiber ku herdû bi hevene û mirov nikarê wa ji hev cuda bike)…

ez vê ji were bêjim va kalemêra çi ji min re got: carekî min dît wa sê çar mirovê navser wê li dikanekî ji dikanê Zorava rûniştîne ez çûm li cem wan rûniştim û min pirsa rewşa civakî û têkiliyên wan bi hevre û ka asta xwendinê li taxê çaweye ji wan kalemêra kir..

Kalemêre kî ji wan xulekî li min nêrî û keserek ji kurahiya hinavê xwe kişan û ji min re got: birazî kulê me veneke û nema bi min re axivî lê li hevelekî xwe nêrî û jêre got: bavê H. ka bersiva biraziyê min bide…….

Bavê H. ma ezê çi bêjim wek ku tu nizanê bêjê mane ev nîr ji hemiya ve xuya ye û bihin bi taxê ketiye ma em dikarin veşêrin lê ma ka ezê/mê çibkin ma hûn nabîn in ku xelkê hemî hokar pêkanîne ku me bighîn in vê qonaxê û tiştê ku di xwestin wa pêktîn in û em ji xwe re li wan guhdar dikin.. birazî em miletekî bêserî ne û dijmin li herdeverê ji xwe re bi me dilîzê û em bê pirojene ji lewma em îro li Şamê ber bi windabûne ve diçin û xuyadike ev ziryaneke xelkê bi ser mede şandiye û di baweriya min de heger em wesa bimîn in em xwe li ber vê ziryanê nagirin.. çimkî ez nabînim kes ji rêxistinê me xemxwarê vê rewşê ye û her yek bi xwe ketiye û milet hatiye ji bîr kirin…

Kalê dî berê xwe da min û bi mehdekî tirş û bi dengek nimiz ji min re got: birazî sîxorê li taxê ji netew parêza bihtirin em hatine dor pêç kirin lê xwezî ev tinê ba  mane namûsa me li ber linga çû li vê Şamê û torên pûştîtiyê di nav mede çêbûne ma ji te weye keçik mane… bi dihê keçikê me li vê Şamê bûne tiriyato û bavû bira bi wan re diçin ta ku karê wa tewa dibê û wan divegerîn in malê…. ma kengî ev di nav kurda de çêbûye… birazî me pêşî ji tere got: dev jime berde (hasil giha ye Mûsil)…

Çaxê ku van kalemêra wesa ji min re got:  min xwest ku ez rewşa civakî ji nêzîkve di Zorava de nasbikim ji lewma ez çar miha ma me li Zorava û min xwe berda kolanê wê taxê wan kulanê teng û dirêj wan pêpelûkê ji hevdûr û bilin hin ji wan sed pêpelûkin û hindî bihtir ji sedî û teng û hin ji wan di mirov nikarin di ber hevre herin.. malin mirov dih pazde pêpelûka dadikevê û kulanin hene çaxê ku mirov têre diçe tedî wa mirov ketiye bergihê malekî bê ku mirov zanibe… ez bawerim di wan kulanê teng û dirêj û tarî de tiştê mirov bixwaze mirov dikare bikê û bê ku hayê kesî ji mirov çê bibe..

Mane ji xwe Zorava çar celde têde hene û yek gi nav bera wê û Rizdeye û herçar jî ji cem mizgevtê dest pê dikin ji serê celda ku ji Şamê tê ewe ya ku tumbêl têre tên.. lê ew celde ji esrê pêde kes nikarê têre herê û werê ji mirova nexasim tumbêla ku ji derve tê yan ya ku ji cem mizgevtê bi xwazê derkeve û yan yak u bi xwazê derbasî nava taxê bibe jiber ku her dih gava kêmtir ji dih gava di xort sê xort çar xort li celdê de sekinîne ji bilî keçik û pîrekê ji vê firoşgihê derdikevin û dikevin diya dîde.. ji lewma rê û rêbarî di wê celdêde namîne û çaxê ku tumbêlek di wê celdêre tê bi zehmetî dikarê xwe bighînê ciyê xwe û çaxê ku yê şifêrê tumbêlê li pîpîkê dixê dixwazê ku ew xort xwe ji ber wî bidin alî… lê mixabin ji dêvla ku ew xwe ji pêşiya tumbêlê bidin alî bi yê şifêr de di xeydin.. ji lewma gelekê cara şer li ser vê yekê çêdibê û hevdû dikşînin cem polis… lê ya baş ewe ku tumbêla polis bîst û çar seheta li dest pêka taxê sekiniye…

Ez bawerim keçikê ku dadikevin celda Zorava na dakevin tubî celdê dî ne kurnîş û ne murnîş.. yanî dema ku mirov di wê celdêre diçê gerek mirov pir haj ji xwe hebê da ku mirov kesî ji xorta adiz neke da ku ramanê wî tarî varî nebin û ew di wê sekna xwede û di wê kêlîka mirov dighê rastî wî lê nebê ka be wê kêlîkê ew li kîjan pîrekê yan kîjan keçikê dinêrê û çi di mejiyê xwe de dihûnê û dibê ku wî xefka xwe li ber yekî ji wa vedabê û nabê ku xefka wî vale bi teqê û nabê ku tu bibê sedema fira çûkê ji ser xefka wî.. ji ber dibe ku ew çend rojbin ewî xefka xwe li ber keçikê vedabê û keçik hatibe xefkê bi teqîne…

 Mirovê ji cem dermangiha El kurdî ta bi cem mizgevtê herê wek ku ew di Çiyayê torabora re herê hingî çûna wê qasa celdê ne xweşe çimkî celdejî tenge û herdû rexê celdê firoşgihin û wek me got: keçik û xort lê di çin û tên û tev bêkar heger ku celga Zorava ne wek torabora be be goman wê wek celda Rewşê ya li Bêrûdê be.. birastî ew dîtin nifretê bi mirovre çêdike û diniya li ber çavê mirov reşdibe û dilê mirov ji wê dîtinê li hev dikevê …

Li bakur li raserî Zorava ew bînayetê pazde bîst qatin مشروع دمر) ) xuyadikê ew xelkên di qatên jorde ji xwe re li xelkê Zorava dinêrin û şer û derdeseriyên wa dibînin ji ewma ji wanre dibêjin ev Qurbatî ne غجر û ji ber vê yekêjî hin Dibistan hene zarokê Zorava li cem xwe nahewînin… ev jî li ser zimanê xelkê taxê wa ji min re wesa gotiye..

 Ta xeleka dî 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…