LKD BUROYA XWE YA DIYARBEKRÊ VEKIR

Îro bi beşdariya gelek vexwendiyên ji deverên cuda, vekirina buroya LKD ya  Amedê hate pîrozkirin. Berdevkê LKD Sertac Bûcak û birêvebirên wê, katjimêr 13 00 dergehê Buroya Amedê ji mêvan û vexwendiyan re vekirin. Sertac Bûcak bi çimaya vekirina buroyê daxuyaniyek çapemeniyê pêşkêşî rojnamevan, TV û endamên ragihandinê yên beşdarî vekirinê bûn, kir. Daxuyaniya ji çapemenîyê re weha ye:

Statuya ku Kurdan bi zordarî tê de dihêlin, statuyeke ne huqûqî ye û ne heq e. Ji bo paraztina mafên gelê me yên tevayi, pêdivîya kurdan bi rêxistineke nû ku mafên Kurdan yên hevbeş wek bingeh bipejirîne ku armanca wê desthilatdariya kurdan ya li ser axa xwe be û li gora vê yekê bernameyeke kulturî, civatî, siyasî û aborî bide ber xwe, heye.
Dema tekoşîna li gora vê yekê dihête birêvebirin, referansa me hêjayiyên hevpar yên cîhana hevdem e. Di zemîneke li rê de, avakirina xebateke siyasî ya vekirî  armanca me ye. Ev pêkhatina nû bikaranîna zorê weke navgîneke siyasî napejirîne. Ji bo normalbûna siyasetê, divê  siyaset ji zorçoyiyê bihête azadkirin. Divê şêwaza tekoşîna vê avakirinê tekoşîna demoqratîk be. Tekoşîna demoqratîk; derfetên peydabûna ramanên ku pêdivîya kurdan pê heye û hêjayîyên xurumîne û dezgehên ji ser xwe çûne ji nuve xwe birêsin, derdixe meydanê.  Ev tevger divê; bi rûmetgirtina hêjayiyên gel, tevaya kurdan hembêz bike.

Em demoqratîzebûna Tirkiyeyê û pêvajoya Yekîtîya Ewrupayê girîng dibînin. Em palpiştîya her pêngavên ku demoqrasî û azadiyan bigihînin astên navneteweyî dikin.
Ji bo newekhevîya aborî  ya di navbera herêman de ji holê bihête rakirin, divê  kedek ji dil û birêkûpêk bihête dan. Ger bernameyên bipêşketinên aborî, bi pêngavên sîyasî re bin, dibe ku rê li ber çareserkirina pirsa kurd vekin. Reformên aborî bi tena serê xwe, nabin çareserîya pirsa kurd.
Em bidestvehatinên desthilatdariya Hukûmeta Herêma Kurdistanê girîng dibînin. Divê danûstandinên cîraniya qenc bihêne pejirandin û rûmeta mafên desthilatdariya li ser axa xwe were girtin.
Legerîna Kurdên Demoqrat (LKD), li gora regezên li jor rêzkirî, bi vekirina Buroya xwe ya Diyarbekrê dest bi xebatên xwe dike.  
Lêgerîna Kurdên Demokrat (LKD)
Diyarbakır, 29.05.2010  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…