Berbiskên Botanê

 
Ehmedê Huseynî
ehmedhuseyni@live.co.uk

HARÛN:
Zarokên Amedê, dilên xwe li ser keviyên kolanan, wek gwîzan, dişikandin, li min û te dinêrîn û serokê xwe bi xwînê re diherikandin.
 Min ji te re bi zimanê mirinê digot: diya min, aniha, li ser devê sînor, diçilmise, divemire, dilerize, demsalên êşa xwe dikuje, li xalê min Sofî Şerîf dipirse û kêla min bi alên sor dixemilîne..
Stirana te, dilê min bi xwe re dibir, xewna min birîndar dikir, di nav destê te de sêwî dimam, berzûrî dilê Botanê dibûm, min xwe davêt bextê gotinê û radestî kenê te dibûm…
Harûn!!!

Tu dikarî wêneyekî rengîn bo keservedana Botanê bikêşî?
GUMAN:
Li ser çequlên dara zimanê te, pirsek, di çeşnê karwanekî windayî de, dipişkive..
Ji Gebarî mezintir, ji Behra Wanê firehtir, ji dilê Memo sêwîtir, ji darbesta şevistanê aloztir, ji şewatên esmanê Kurdistanê gurtir, ji min wêdetir û ji çavên bendemanê zelûltir.
Bagera te ber bi min ve dihat, min dixwest bi çavên te hetahetayê bigirîm, lê te çiyayên bilind û şerzanên serhişk ên dilê xwe şanî min dikirin..
Min Gebar ji ser milê xwe ber bi rojê ve diavêt, min bi tobedarî  nimêja te ji pinpinîkên sergerdan re şirove dikir…
Di razên berbangê de sernişîv dibûm.

METÎN:
Li jor, li jêr, li çep û li rasteqîniya goristanan nenêre.. dê serbazên nexweş xewna me bibînin..
Ma tu nabînî ku çawan ji Birca Belek ber bi zimanê me ve diherikin û hildiperikin pêxîra dîroka me ya ji keviran?
De navê şehîdan li ser nermika destê min binivîsîne, ji zarokên Botanê re bibêje bila neynikên xwe bişikînin,  bîranînên xwe ji bîr bikin, rexên xwe bavêjin devê tang û topan û berkaniyên xwe di çavên xwedê de daçikînin..
Hevokan nîvçe nehêle û xewna min jî hetanî derengî rojê di xew de nehêle!

CEFER:
Dilopên eşqê bi ser zuhayiya min de bibarîne û ji leşkeran re bibêje bila herin şerê xwe bikin… Bila di xwîna dîroka xwe de bigevizin, bila daristanên evîna me bişewitînin, bila tu kesî ji me nehêlin, bila çîrokan li pey xwe hêrayî bihêlin, bila Botanê bi ser sere me de bişikînin, bila moristanê di xwîna me de biteqînin,  bila sîberên me bikujin, bila  ez û tu bi ser wan de wek nifirekê birijin, de bila!!
Min di dilê Zinê de veşêre û xwe jî di bîra kavilbûyî ya Medreseya sor de!

CIHAT:
Aliyekî te deşt û zozanên Şerfdînê, alîyek jî ser bi zêrên Botanê, aliyekî te dilbaziya Cûdî û yek jî bêbextiyên Nûraya min a ji nêrgizên xeydê, aliyek dijminên berbangê, aliyek bazirganên xwîna min û te!
De Cûdî û Gebar, di wê xewna teng û tarî de, ji min û xwe re, dabeş bike, sere xwe deyne ser sînga min û mirina min di esamanê Botanê de geş bike!
Aliyan di nav destên xwe de biqermiçîne û aliyekî eşqê li ber serê Memoyî vêxîne!

ZEKÎ:
Paytextên xelkê ji çenteyê xwe derxîne, xwe bi ser darbesta bîranînan de biçemîne!
Mîrnişîniya bavê min a ji tolhildan û ji bêzariyê, bi serkeftinên xwelî û dûmanan bipesinîne. Gula matmayînê pêşkêşî berbiskên Botanê bike, stêrka xwe li sînoran ji bîr neke, sertaca axê bi xwe re nebe velerzîna sirûdan! Peyvan ji mirinê dawerivîne û keskesora nasnameyê li ser keviyên Firatî bê esman nehêle!
Rengên berbangê ji min re bihêle lê medaliyên reşegirêdanê, di bendemana dayikên çiyê de bikole.

 London
25. 05. 2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…