Xwîn bi xwîné naye şuştin Şenq û xwîné rawestînin!

Yén ku beré Qadî Mihemmed dan sédaré û şeniqandin li Meydana Çarçira, yén ku bi bébextî xweşmirov Qasimlo şehîd xistin, yén ku ji ‘Masîké biçûk’ é Samet Behrengî bizdiyan û ew dane kuştin, îro jî gewriya dersdar û çirokvebéjer Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî, Şirîn Elemhulî Atêşga û Mêhdî Îslamiyan  dixin bené şimakirî, da çîrokén xwe nebéjin, da dengé xwe nikaribin bigihînin guhén jiyané!
Her mirin li ser van axan; li Eyrana ariyan  qîrîn û birqvedenake olanvedér e!
Her mirina bi desté zaliman dibe nemirtiya réwiyén li ser riya jiyaneke bi rûmet!

Her mirin dé veguhere nemirtiyé bi diruşma ‘Ferzad Kemanger nemir e’!
–Elî Heyderiyan nemir e!
–Ferhad Wekîlî nemir e!
–Şirîn Elemhulî nemir e!
–Mêhdî Îslamiyan nemir e!  
Li gorî bîr û baweriya islamiyeta ku niha li ser navé Xweda desthelat e li Îrané, nîrxé herî giranbiha jiyîna mirov e!
Ev feraset jî vé hişmendiyé ji xwe re dike palpişt: ‘ cané ku Xweda daye, incex Xweda bistîne!
Lé; desthelata ser bi şaş, koma mellayén ji tirsa Xweda bépahr, bi fitûyén xetsor kuştiné, şenqé, xwînréjiyé helal dike!
Komeleya Nivîskarén Kurd, pémayén desthelata Îmam Xumeynî  vedixwîne rawestandin û dawi anîna li şenqkirinén li Îrané!

Komelya Nivîskarén Kurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…