WÊ SELÎM BEREKAT JÎ BI KURDÎ BINÎVSÎNE ?

  Xemgînê REMO

Min çima ev pirs kir sernavê nivîsara xwe ? di gel ku tiştekî dijwar nîne, lê dîsa jî, min ne bawere, ku wê selîm piştî vî temenî, ji nûve, li nivîsandina bi zimanê Kudî vegere, û ez dikarim bibêjimî ku selîm bi xwe gazin jê nabeî ji ber ku ji destpêka xortanî ya xwe , ji nav civaka kurdî derketî ye, û jiyana xweî li sergonî ya dibûrîne, lê babeta min ne li ser vî nivîskarî ye, belê Min divê ez tiştnî din bibêjim .
Li nav me, kurdên li rojavayî welêt, yan jî li sûryê, di destpêka salên  heştêyan de,ji sed salên bûrî, me hijmareke baş, dest bi nivîsandinê Kir, ûji xwe destpêk bi helbestê bû, û di her demê de jî, em li ser du beşan parve bûn, beşek bi zimanê Kurdî, beşê Din bi zimanê Erebî, beşê Ku bi zimanê Erebî dinîvisandin, bê guman rê li ber wan vekirî bû , ji ber ku bi hezaran pirtûk li ber destê Wan hebûn, û toreya erebî, di qonaxeke dirêj re derbas bibû, lê beşê Ku me berê Xwe da nivîsandina bi zimanê Kurdî, mîna yekî berê Xwe bide xaçerêkên çîya, ewên bi kelem û sitirî, me wiha peyv û bêje, yeka yeka, didan ser hev û dixistin binê tûrikên xwe, yên vala, ji ber ku tiştek li ber destên Me tine bû, ji bilî dîwanên Cigerxwîn û ya Melayê Cizîrî, û yekî ku çend hijmarek, ji govara HEWAR ê, ya mîr CELADET, li ber destê Wî hebûna, ew mîrê serdema xwe bû, vêca bi serde jî, hevalên me, yên bi Erebî dinivîsandin, tim bi pozbilindî, henekên xwe bi me û wêjeya kurdî dikirin, ku em bi şûnde mayîne, û yekser wêjeya me û cîhanî beramberî hev dikirin, bêyî ku li ser pêvajoya dîrokî, ya miletê Kurd rawestana, ku sedemên vê paşketinê Ji ber çine ?
pêvajoya me, wiha bi rêve çû, heta bi salên nodî, jê û virde, çend govarên sipehî, li gorî wê demê, dest bi weşanê Kirin, wek ZANîN, ASO, PIRS, û Gulîstan û Gelawêj jî, bi şêweyekî nûjen hatin weşandin, û bi vê rûdana wêjeyî, delîve çêbû, ku vêca nivîskarên me, ji bilî nivîsandina helbesta kilasîk, ya ku di bin bazikên Cigerxwîn de, dihate nivîsandin, ku berê Xwe bidin şêweyên pexşanê, mîna gotar û çîroka hinerî,
Û helbesta nûjen, ger çendî alozî ji aliyê afirandinê ve hebûn jî, lê weşana van govaran, bizavek, nûjenîyek, di gel xwe anîn holê .
Her wiha dîsa di destpêka salên nodî de, li başûrê Kurdistanê jî, piştî serhildanê, hin govar û beravokên helbestî, dighan ber destê Me, wek govara Peyv, Metîn, û rojnameya Peyman, û bi nivîsarên xwe , em beşdarî wan jî dibûn, her di wan salan de, li nîva salên nodî, li bakurê Kurdistanê Jî, rojnameya Azadiya welat, govara Jîyana rewşen û Pelîn, dest bi weşanê Kiribûn.
Vêca me dît hinek hevalên me, yên beşê Erebî, li nivîsandina kurdî zîvirîn, helbet ev yek jî cîhê şanazî û dilxweşiyê bû, wek mînak, hevalê Me Helîm yûsif, ku berî hingê du beravokên wî yên çîroka, bi Erebî çapbibûn, wî bi xwe herdû jî wegerandin zimanê Kurdî, û heta niha jî çîrok û romanên xwe, bi kurdî dinivisîne, û vê rûdana şaristanî, li vî perçeyî heta bi salên 2000 î, berdewam kir, ez dikarim bibêjim ku ew deh salana, salnî zêrîn bûn.
lê ji sala 2000 î, û vir de, ji roja ku malperên me , dest bi weşanê Kirin, vêca mîna ku hina cîhên xwe bi hev guheztin, hinek hevalên me, yên ku bi kurdî, her yek ji wan sê çar berhemê çîrok û helbesta çap kiribûn, dest ji nivîsandina çîrok û helbestan berdan, û berê Xwe dan gotara bi zimanê Erebî, wek Pîr rustem û Fethela Huseynî, va jî vê rûdanê Mamusta Birahîm Mehmûd, ku gelek pirtûkên wî bi Erebî hene, me gelek gotarên wî yên hêja bi kurdî li ser malperan dixwendin, û her wiha mamusta Xalis Misewer jî, û pêvajo hîn jî berdewame, berî sê salan helbestvan Taha Xelîl, ku cîhekî wî yê taybet di qada helbesta Erebî de heye, wî jî,beravokek helbestên xwe bi kurdî çapkir, her wiha mamuste Birahîm Yûsif jî, li vê dema dawî tim ji min re dibêje : ez bi kurdî dinivîsim lê min hîn tiştek neweşandiye, û berî salekê Dîwanek helbestî, ya helbestvanê Navdar Hamid Bedirxan jî bi kurdî çap bû.

Û niha gelek ji hevalên me, yên beşê Erebî dibêjin: em îroj dikarin bi kurdî binîvsînin, lê çi nan di nivîsîna bi zimanê Kurdî de nîne, yanî ji alîyê diravî ve, çi pere jê nayê, wê jibo çi serê Xwe bi êşînin ?   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...