Tevgera kurdî di navbera bêdengî û xemsariyê de *

Zagros cizîrî

   Di van çend salên bûrî de û bi taybetî di van salên dawîyê de ,hindek aliyên tevgera kurdî li Sûryayê ,bi hindek bizav û çalakiyên berfireh rabûn bo çalakkirina doza kurdî li rojavayê kurdistanê ,û bi vê çendê tevgera kurdî, bû jimareyek û  yarîkerekî bi hêz di terazûyên siyasî de û serhildana 12 adarê bû fakterê bi hêzbûna pêge milletê kurd û tevgera kurdî , lê eve bêhtir ji salekîye û roj bi roj tevgera kurdî li rojavayî kurdistanê ya di paşgeziyê deye û rewşa  wê ya kambaxtir û lawaz  dibê ,û di çendîn buyer û pêşhatan de ya xuya dibû ku tevger hêşta ne amadeye û nejî di astekî deye ,ku bi rola xweye berê bilehîzê û rabibê
 û birastî bê dengiya tevgera kurdî  di  bûyera  newroza Reqayê de  , ya seyr bû û hindekî  milletê kurd bê omêkir,  ku tevgera kurdî ,ne di astê rûdan û pêşhatan deye û bi yekcarî evê tevgerê bi xemsarî û bê dengiya xwe rûdan û bûyerekî weha giring ji dest da bê bersivdan ûbêhûde ,ku zalbûna rijêmê carek dîtir dubare bû li ser zemînê ,û ev çende ramana hindêye ku rijêm dê bi tawanên mezintir rabê dijî milletê kurd di paşerojê de. Bêdengiya hemû aliyên tevgera siyasiya kurdî ,li hember tawana rijêmê di ahinga Newroza Reqayê de ,bi rastî çendîn wate û ramanên xirab didê ,û ew behaneyên tên gotin ji bal layenên tevgerê dûrin ji rastiyê û nayên pejirandin ji bal Şeqama kurdî ,ew Şaqama çaverê bersivdanek bi hêz hatbe dan ji bal tevgerê li hember dilreqî û çavsoriya rijêmê li ser kuştina ahingêrên kurd di ahinga Newrozê de , bi taybetê piştî damezirandina (Encûmena Siyasiya Kurdî ) ji bal nih partiyên kurdî ve, ku hindek ji van partiya  çalak û xudan rolekî karîger bûn ,ku îro endamin   di nav  Encûmena navhatî de ?!!Xemsariya tevgerê li hember pilan û piyadekirinên deselatê ,gehaye radeyekî ku mirov li ser bi goiman bê ,ku tevgera kurdî ,di bin navê,yekrêzî û yekhelwîstiya  tevgera kurdî de , xwe diveşêrê û direvê ji xwest û daparên xebatê ,û bi vê çendê ,hîç rêgir û berhingarîyek nabê li hember tawan û piyadeyên deselata Şamê di derheq milletê kurd de  ,û bi vê çendê hîç qazincek nîne ji pêkanîna hevbendî û encûmenan ,bi tenê eveye ,ku ew hevbendî û encûmen dibin perdeyek tevger xwe di bin de diveşêrê ,ji pêkanîna maf û daparên vê qonaxê , û  bi  fêlbaziyeyek siyasî xwe bê deng bikê di dema pêdivî de ….???  Bi dîtina min ,Encûmena navbirî ,şikest û derneçû di yekemîn taqî û ezmûn de ,bi hêvîme ,ku ev dîtina min nedirist û şaş bê ,û hêvîdarin di paşerojê de ,tevgera kurdî xwidan deng û bersivdan bê, û weku bavubapêrên me gotî : heger mirov dizbê şevreş gelekin …

Jêder: rojnama Deng (Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê) hejmar( 114) – 2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…