Roja cîhanî ya pirtûkê

Tengezar Marînî

Îro, piştî nîvro, ez li pirtûkxane û dezgehên bi pirtûkê re têkeldar digeriyam. Bi gêrana gelek semînar û xwendinê, bajarê ku ez lê dijîm geş û xemilandî bû. Hişmend, nivîskar, fîlosof û bîrewer, noşa pirtûk, zanist, tore û xwendinê hildidan. Min jî di kûrahiya xwe de, ji xwe dipirsî, gelo dê kengî welatên me jî, çav li wan bikin û van çalakiyan bikin, dilê hijmareke mezin ji xelkên xwe geş û rengîn bikin?! Min ji xwe dipirsî, kengî dê pirtûkxaneya malê bibe rewiştekî gelerî û bibe kehniya zanînê bo zarokên me, gulîkên paşerojê(dema bihê)???
Ez giham ber dergehê malê, keça min ya biçûk, gote min: „Bavo min pirtûkeke çîrokan bo te diyarî anî. Îro, em, çûbûn û me pişbirka xwendinê hebû. Îro roja cîhanî ya pirtûkê ye. Grûpa ku ez tê de, serketin bi dest xwe ve anî“.

Li vir û di wê kêlîkê de, hem ez kêfxweş û dilxweş bûm, ji ber ku ji niha ve keça min Kalînê, bi van tiştan ve mijûl dibe, lê ji hêleke din ve, ez xemgîn bûm, ku derfet bo zarokên me kurdan, bi kêmanî li sê parçeyên Kurdistan nîne, ku şahî û xweşiyê bi rojeke wisa bibînin û binasin.

Pirtûk alavê herî kartêkir e, li ser hiş û hizr û bîra mirov.
Bêguman bi hatina çapxanê re, mirovahiyê gavên yekcar mezin di hemî biwarên jiyanê de avêtin.
Lê pirtûk berahîka çapxaneyê hebû û ew jî reşbelek û bi xêzên destan bûn. Cudabûna wê ev bû, ku pirtûk berê bi destên kahin, oldaran û fîlosofan dihatin nivîsîn û xwendevan jî her ew bûn.
Lê dema çapxane derket, bi hijmarên mezin hatin çapkirin û belavkirin, hinga hijmareke mezin ji xelkê bûn beşdarê damezirandina zanist û toreyê.

Rêxistina UNSECO, roja 23.Nîsanê kire roja cîhanî ya pirtûkê. Birayara dana wê, di 23.04.1995an hat, netenê roja cîhanî ya pirtûkê, belê (World Book and Copyright Day) ye.

Di vê rojê de, gelek semînar û xwe xwendin di cihên peywendîdar de, li dar dikevin.
Ji dema ku ev roj bûye rojeke cîhanî, mafê nivîser û weşanxaneyan di destûr û yasayên welatan û bi taybetî yên demoqrat û pêşkeftî, bêhtir hate çesipandin.

Mixabin, ku ev roj li welatên me û bi taybetî, yên ku Kurdistan di bin desthilatdariya wan de ye, çu nirx û behayî nadin pirtûkê û nivîskar, belkî bi hemi rengan, dixwazin milet dizan bimîne, bo bikaribin pîlanên xwe li ser wan bi rê ve bibin. Ji xwe bi siyaseta birçîbûna wan, pêkolê dikin, wan bikin xizmetkarên system û pîlanên xwe yên nemirovane.

Ev Roj, çima 23.Nîsanê?

Li Ketelan, ku Herêmeke di navbera Ferensa û Spaniya de parçekirî ye, mirovekî wan î pîroz hebû, bi nave Georg(Corc), div ê rojê de pirtûk û gul li xelkê belav dikirin û nave wê roja Qidîs Corc bû.

Lê ev roj, roja jidayîkbûn William Shakspeare û Miguel de Cervantes e, her wisa jî roja jidayikbûna nivîskarê ketelonî Josep Pla û ya nivîskarê Islandî, hilgirê xelata Nobel ya toreyê Halldòr Laxness(1955). 23. April 1902 in Reykjavík; † 8. Februar 1998.

Bo kurdan jî cihê dilxweşiyê ye, ku di 22.04. hersal roja rojnamegeriya kurdî ye. Miqdat Midehat Bedirxan, yekemîn rojname bi navê Kurdistan weshan û gihande destê xwendevanan, wate xwendin ji qûnaxa, ku tenê di hicrikan de be derxist biyava gel û milet î û ew bi êş û azariyên wan haydar kirin.

Bi hêviya ku ev roj li Kurdistanê jî bibe rojeke eyan û gelek çalakî bi vê boneyê li dar bikevin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…