Hêvîdarim xwendevan hemî min baş fambikin û rojê carekê li ser mûzîka Kurdî û erkên xwe kûrbibin û bifikirin

Dîdar: Demhat Dêrikî
W:  Birêz Birader, îro li ser qada hunerê, ew kesên ji xwe re dibêjin hunermende û bi navê hunerê diaxifin, ger Kawîs Axa, Şakiro û gelek hunermendên di nava klasîka wêjeya dengbêjiya kurdî de diyarin tênegihêjin, em dikarin bêjin ew hunermendin?
B:  Belê, li gora pirsa te, em dikarin ji wan kesanre bêjin hunermendin .Lê merev nikare bêjê ew hunermendên Kurdin.Dibe ku ew kesana bi gelek cureyan hunerek bas di afirînin jî, lê nikarin xizmeteke bidin çand û wêjeya me. Mîna avahiyek bê bingeh e. Lingê wan li hewa ye.
 Dema mirov hunera xwe çêkê, pewîste haya mirov ji zargotina mirov hebe. Zargotina me jî di nava dengê Abdul Hadî, Reşo, Sakiro, M.Arif, Kawîs Axa, Ayşe Şan, Bakî Xido, Gulbaharê û h.w.d de veşhartiye. Her kesayetên ku dibêjin em stranbêjên Kurdin gereke ji wê kaniyê tam bikin. Bi bingeha mûzîka Ereb,Turk u Farisan mûzîka Kurdî çênabe. Pewîste rewrewkên mûzîka Kurdî ya nûjen ji derya mûzîka Kurdî bifûre.

W: Hunermend çawa dibe hunermend û birêz Birader di nava vê pirsê de çawa xwe dibînê?
B: Hunermend bi tu awayî nabe hunermend. Hunermend weka hunermend tê ser rûyê dinya yê. Dema însan çêdibe ger cewhere hunerê pê re hebe ji xwe wê bibe hunermend.
Lê ez pirsa te famdikim. Hunermendên me niha gelek ji wan çawa dibin hunermend an bûne hunermend ez  ê  ji tere bêjim. Gere pere hebin hunermendiya te hesane. Çend stran, klîp û wesandina internet an televisyonan.Tew ger xalekî te yê xurt hebe, ji xwe tu hunermendê herî populer û bi nav û denge. Lê di eslê xwe de tu ne hunermende.
Ez weka Brader, min gelek car gotiye, min cara yekem pêlava xwe bi tutukê daye û dest bi hunerê kiriye. Heta niha jî, ez bi rûnê xwe diqelim. Min gelek bedel daye û hêjî didim. Hem madî û hem manewî. Lê huner li min bûye bela. Nikarim dest jê berdim. Heta hebim jî weka erkekî û misyonekê, wê bimin re be. Bi dehan berhemên min hene lê nikarim derxîn im û ez hunera mizdanê jî nizanim.Peyvek me Kurda heye, dibêjin KUMÊ MIN DI RASTIYÊ DE QETIYA YE.Ya min ji têla tembûra min tim di rastiyê de qetiya ye.

W: Gelo, îro hunere kurdî nexweş e, bijîjk jêr divin yan hunera kurdî xwe derman kiriye û ber bi astek bilind ve diçe?
B: Hunera Kurdî di astek ne pir baş deye. Derfet gelekî zêdebûne lê em wan derfetan bi xeletî bi kartînin ev jî zerarê didê mûzîka me zargotin û çanda me. Her tişt bûye pere. Her tişt bûye popîlîzm û xal û xwarzêtî. Hinek hene ji ber bê peretî nikarin tiştên baş bikin. Hinek jî hene, bi pera tişten gelek xerab dikin. Min gelek car gotiye bila komisyonek netewî avabe ji hemî televizyonên kurdiî û bila siyasetek tenê jibona hunera Kurdî ya hevbeş hebe.Ya na em nikarin peşiya van xerabiyan bigrin.Yên hunerê birîndar jî dikin û yên karibin derman jî bikin, em in.

W: Çima piraniya ciwanan mûzîk û dengên biyanî guhdar dikin, li gor we cudahiya di navbera hunera strana kurdî û ya biyanî de çi ye?

B: Ez jî li mûzîka biyanî guhdari dikim. Lê ne bi qandî mûzîka Kurdî. Pêwîste ciwanên me bi qandî ku ji mûzika biyanî haydarin, ewqasî ji mûzîka xwe ya resen ji agahdarbin.
Û gelekî guhdarî bikin. Ez nabêjim bila ciwanên me jî weka me bi afirînin. Lê li me û mamosteyên me guhdaribikin. Bingeha xwe bi hêz bikin û derkevin qada hunerê. Wê demê wê karibin bersiva civata xwe bi hesanî bidin û xizmeteke baş bikin.
B: Huner helwesteke kesayetiye. Pêşketin û azadiye. Şoreşe di ruhê însanan de. Di ruhê hunermend de şoreş tunebe berhem jî çênabe. Kanî gerek derbive ku karibe biherike. Azad bi herike! Ji xwe afirandina mûzîka kurdî erke, layane, misyone, şoreşe û xebata azadiyê ye. Hewceyî qalip, qeyd û şertan nake. Lê pewîste hunermend mesûliyeta xwe ya demê zanibe. Hunermend mecbûre ji dema xwe re bi berhemên xwe çavdêriyê bike. Bi afirandina xwe dema xwe şîrove bike û here ser neheqiyan û layantî ji gelê xwe re bike. Hunermend nikarê pişta xwe bide guhartinên civakê. Ji ber huner di eynî demê de wijdane jî. Kesên bê wijdan nikarê bibe hunermend. Kenan Evren çiqas tablo jî çêkirin nebû hunermend. Jiber ku ew diktator bû.Wijdan pê re tunebû…
 
W: Hûn dikarin bi kurtî be jî, kar û xebata xwe ya ku niha pêve mijûlîn ji xwendvanên
rojname War re bînin ziman?

B: Niha projeyek heye.Şanoger û senarîstê xort Kawa Şêxê senariyoyek nivîsandiye û li ser dixebitê ku em karibin bikin filim. Ez nikarim naveroka çirokê vekim lê çîrokek pir xweşe ku ez ê jî teda bilîzim.
Wekî din ez haziriya albumek nû dikim. Min stran hemî amadekirine. Piştî biharê ger min karibû giredanê bi hinekan re deynim, ku jimin re bivin sponsor ez ê payîzê derxim însallah. Lê ger kesek alîkariya min neke difikirim li bajarên mezin li ewropa mûzîka kolanan lêbixim û merhema xwe raxim,da ku karibim belkî pere jibo albuma xwe bidim hevdû.

W: Gotina dawî
B: Spasiya Rojname ya WAR dikim ku nefesek da min ku karibim hinek tiştan bînim ziman. Hêvîdarim xwendevan hemî min baş fambikin û rojê carekê li ser mûzîka Kurdî û erkên xwe kûrbibin û bifikirin. Hatina miletan di ziman û çanda miletan de ye.
 
W: Sipas bo bersivdana pirsan
Ez ji spasiya we ji dil û can dikim û li gel silavên brayetî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…