Çanda sexte

 Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Bandora perwerdehiya dagîrkeran, şûnşopa dijwar a çanda serdestan, hewldanên rêbazane yên talankirina giyan û laşê ziman, çand, kesayetî, bîr û bîreweriya mirov û civaka kurd û valakirina civakê ji naveroka kultûra wê ya gelmper û dîrokî, lawazkirina bîra wê ya resen û li gorî berjewendiyên xwe yên dagîrkerane ji nû ve çêkirina mirovê kurd, hin ji serencamên berdest û berhest û berçav ên prosesa têkçûn û veguherîna civaka kurdistanê ne.
Di vê prosesa jinûveçêkirina mirovê kurd de, kurdan sîmayên xwe, rewişt û gerdîşeyên xwe, xislet û nirxên xwe, taybetmendî û zemînên xwe yên derûnî, ramyarî, felsefî, exlaqî û rasteqîniya xwe ya netewî, çend mercên mirovatiya xwe jî pê re wenda kirin.
Di warê rehdaçikandin û çespandina nirxên sexte û perwerdahiya sexte û bîra sexte û têramandina sexte de, dagîrkerên kurdistanê têra xwe bingehên çandî, siyasî, dîrokî, aborî û civakî li pey xwe hiştin û hê jî dixwazin wan bingehan berfirehtir, geştir û berhemdartir bikin.
Dilsojên herî dilsojane yên vê prosesê, şagirdên herî destpak û herî wefadar ên vê veguherîna kurd a trajedî, yên ku rojane serdestan û hişmendiyên wan werdigerînin zimanê nivîsandina bi kurdî, yên ku di peywendiyên xwe de, di helwestên xwe de, di nivîsên xwe de, di berhemên xwe de, di danûstendinên xwe de, di exlaq û şêwazên jiyanên xwe de, di xeyal û nîgaşên xwe de, di vehûnan û ristina hevokên xwe de xwe dişibihînin serdest û dagîrkerên xwe; yên ku nikarin  xwe di pirsên bindestiya xwe de bibînin û pirsên bindestan biafirînin, yên ku nikarin pirsên xwe û yên neteweya xwe ji pirsên serdestên xwe cuha bikin û nikarin pêdiviyên rojane û yên dîrokî, yên hişmendî û zanîn û hokerên hebûnê yên dûr û nêzîk zeft bikin, yên ku bi kînê, bi zikreşiyê, bi tolhildanê, bi ezîtiyê, bi birakujiyê, bi keysperestiyê, bi bêbextî û tunekirina cihêwaziya hizr û ramanê, yê ku ji hemî civakê bêtir bandor û şûnşopa prosesa buhujîn û asîmîlasyonê wergirtiye û di jiyana nivîsandina kurdî de jî bi kar tîne,  rewşenbîr û nivîskarên kurd in.
Ji bo afirandina hin pirsên bûneweriya civakê û bûneweriya afirandin û nivîsandinê, pirsên di prosesa bindestiyê de çi bi serê me hatiye, em kî ne û em berhemên kîjan zimanan û dibistanan in, hestên me, hizrên me, xeyalên me bi kîjan kulturan hatine damezirandin û avakirin? Bi qasî ku giring in ew qasî jî di cîhana rewşenbîrî de, pirsine çarenûsane ne!
Di baweriya min de, bi destxistina nasnameya nivîskariya bi kurdî,  afirandina rasteqîn a deq û berhemên bi kurdî û zaftkirina asoyên revyayî yên bîra kurd a resen û birîndar, di vê qonaxa hestbar û hestyar de, erkên nivîsandinê aloztir û dijwartir dikin.
Ji boyî hêsankirina erkan û zelalkirina prosesa nivîsandinê, pêdiviya me bi hin çarçeweyên teorî heye, yek ji pêwistirîn çarçewe jî ew e ku, em xwe ji bandor û şûnşopa serdestên xwe rizgar bikin û em peykerên wî serdestî yên çandî û kultûrî di derûn û hinavên xwe de biherifînin û birûxînin. Em hewl bidin ku çend gavan ber bi hundirê xwe ve sernişîv bibin, xwe û dîroka xwe, hest û nestên xwe bixwînin û rastiya wendayî di asoyên bîreweriya xwe de zeft bikin.
Gava pêşîn a vê xwendinê jî di yek xalê de berceste û bi gewde dibe:

Ez çawan dikarim bi kurdî li xwe û li civaka xwe û li bindestiya xwe û li derûdora xwe û li taybetmendiya dîrokî ya neteweya xwe binêrim û bi wê nêrînê re, ez çawan dikarim pirsên cihêwaziya xwe wek nasname, wek xwenasîn û wek taybetmendî, biafirînim?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Di wêneyekî bi rengê bîranînekê de
Bi tayê simbêlên sivik
û awirin li kêlekê dûûûr dinerin
Serê xwe ji nav gelemşa serdemê derxist
û lêbûrîn nexwest
Mîna ku ez li nefsa xwe dinerim
çawa ji zanîngehê derdikeve
çentak bi xwe re hilgirtye
tijî axa Niqare ye
bi ava gola Kendal stirayî
bi pelên genimê nihêla Sêremka pêçayî
û tîpên minî pêşî lê hatibin nivîsandin.
*******
Li Şamê…

Ebdulhemîd Cemo

Bêhna buhurê hendivê

Heyv bûye çardeh şevî

Li jêrzemîn bû heyecan

Der di bûn kanî û devî

Buharê xwe xemiland

Geş bûn gelî û zevî

Şînkayê merşik raxist

Rûkê erdê divehî

Simbil serê xwe hilda

Gul û bişkuj dibişkivî

Ser…

Beşîr Botanî, Stokholm

Roja 25ê oktoberê bixwe wexera Sebrî Botanî ya 27an 2, ez bi vê hilkeftê dixwazim tenê li ser yekgirtina kurdan rawestm ji ber ku ev xal armanca Botanî bû û nemaze li Şoreşa Eylûlê dema “Mekteb Siyasî” sala 1964an ji şoreşê cuda bû û pê ziyaneke mezin gehişite bizava…

Heyder Omer

Di vê kurtelêkolînê de ez helbesteke Cegerxwîn (1903 – 1984), Şeva hicran([1]), ji warê avakirinê de didim hember helbesteke Sêx Nûreddîn Birîfîkanî (1790 – 1853), “Li kurdistanê kêvî ez”([2]) da bête xuyan, ku Cegerxwîn ta çi ast û radeyê dide pey helbestvanên kilasîkên Kurd.

Şêx Nûredînê Birîfkanî di helbesta…