Em Doza Gora Mîr Bedirxan Jî Dikin

Konê Reş

   Di roja 24/03/2010 an de, min di Netkurdê de ev banga xwarê, di bin manşêta  Gorên Mezinên Kurdan, xwend:

    (Grûba Diyalogê ya Dicle û Firatê kampanyayeke ji bo gorên serok û rêberên kurdên ku ciyê gorên wan nayê zanîn li ku ne li dar xist. Grûb daxwaz û bang li hemû saziyên sivil û gelê kurd dike da ku beşdarî vê kampanyayê bibin û name ji bo diyarkirina ciyê van goran ji serokkomar û serokwezîrê Tirkiyeyê bişinin. Têkiliya grûbê: komadiclefirat@gmail.com)
   Bi xwendina vê bangê re, gelek navdarên Kurdan, yên ku tev jiyana xwe di rêka azadiya welatê xwe de xerckirine û di sirgûnê de, dûrî xaka welatê xwe mirine hatin bîra min. Di serê wan de mîr Bedirxan, yê ku di sala 1868 an de li Şamê koça dawî kir û hisreta dîtina axa Cizîra Botan pêre çû gorê. Her wiha herdu neviyên wî jî, mîr Celadet û Rewşen xanim Bedirxan. Mîr Celadet, yê ku di eynî gora bapîrê xwe de li Şamê hatiye veşartin û Rewşen xanim a ku gora wê li kêleka gora wa ye.
   Doza min ne tenê ku em cihê gorên wan serok, rêber û gernasên kurdan nas bikin, belê ku em termên wan jî li cih û warên wan vegerînin. Da ku bibin cihê serdana welatperwer û evîndarên kurdayetiyê..

   Mebesta min ji vê şiroveyê ku em doza vegera termê mîr Bedirxan jî bikin û gora wî ji nû ve li Cizîra mîr Şeref ava bikin, Hestiyên wê di navbera medreseya Sor û Birca Belek de veşêrin. Da ku her sibeh li ser dengê Melayê Cizîrî şiyar bibe.. Feqayê Teyran, sirûdên xupxupa ava Dicle jêre bibêje.. Eliyê Herîrî, evîndariya Perîzade jêre şirove bike.. Ehmedê Xanî, ji nû çîroka evîndariya Mem û Zînê bidar veke.. Efno û Hejale, bê tirs ji nêçîrvanan di çiyayê Herekolê Botan de biçêrin.. Nêrgiziyên derdora Cizîra Botan, bi seyrangehvanan re bikenin.. Gêra mîr Miheme, tije gemî û qeyik bibe.. Beko xwe veşêrin, Tacdîn pirr bibin.. û ji nû Seîdê Hemo( Seîd Axayê Cizrawî), strana; Çûme Cizîrê Cizîra Bota.. Bibêje û bi bilîne..

Erê, em doza vegera gora Mîrê Botan bo Cizîra Botan jî dikin.
   Erê, em bi hêvîne ku cihê gorên rêber, serok û têkoşerên Kurdan yên nebedî û ne diyar eşkere û belû bibin. Ew kevnên me ne, em bi kevnên xwe ne û wek ku Kurdan gotiye; her gîhak li ser koka xwe sîn dibe..  Yê ku li kevnê xwedî dernekeve, ne pirse, û ne parêze, zore ku karibe tiştekî çak û rind ji gelê xwe re pêşkêş bike..

Qamişlo, 27/03/2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…