(RIM DI ÇEWÊL DE NAYÊ VEŞARTIN)

Xemgînê REMO

Kekê Arşev , bawer bike min vêcarê li te venedigerand , lê ez dîsa dibînim ku tu bi çep û rast de davêje û bêyî ku tu nîşanê bîne
Keko min ne name ji malpera avesta re şandibû û min çi gazin ji te nekirine, belê bêtir weke daxuyaniyekê ye, eger ku name ba minê şandiba ser êmîla te, lê piştî çar rojan , min dît ku hûn naweşînin , ev yek jî , wisa ji min diyar bû, ku malpera we jî
 ( di çarçiva xal û xwarzêtiyê de ye)

An go nivîsara ku ne bidilê we be, hûn naweşînin , û we dixwest ku hûn bincil bikin.
Keko tu çima xwe di ser mişara yekê û duda re davêje, û diçe li ya sisiyan diraweste?
Te berî sê salan çi li ser me û govarê nivîsandiye , min nedîtiye , lêvegerandina min Li ser gotara te ya vê dawiyê ye, ku te xwe kiriye xwedanê FIKRA wê, min jî çîroka Destpêkirina govarê ,li ber te û xwendevanan raxist, lê min xwe nekiriye hevparê te heta bi hijmara dawî, belê min gotibû piştî ku me hijmara duda bidawî kir, lê berî ku em çap bikin min destê xwe jê kişand , û tu dibêje çi keda xemgîn di herdu hijmarê pêşî de nîne, ji aliyê diravî de tu rast dibêje, min û te quruşek bi tenê ji bêrîka xwe neda, min berê jî gotibû kumpûter yê Îsa bû , û her wiha pel û xîmav û tabi.e jî, yên wî bûn , ji ber ku dest ji kar berda bû , û ev pêdivya na , hemî zêde li ba wî bûn , vêce çawa navê min wek nav bi tenê di hijmara yekem de hebû, eger mebesta te navê komîtê bin , di herdû hijmarê pêşî de, me navên komîtê nedan wuya kirin, sedem çibûn ? her kes vê yekê dizane, ji ber ku em ne li ELEMANIYA û ne li HOLENDA bûn, em li sûrî bûn, di pê re eger we nav daxistibin , ev yek taybetiyek we bû, û eger ku keda min di destpêkê de nebû , te bi çi munasebetê navê min gotiye.
Keko eger ku ez hebim , ezê bêyî te hebim , û ez ne li hêviya te me . ku tu navê min bê munasebe li bîra xwe bîne, lê ez li hêviya rastiyê me , û tu sax be….

Qamişlo 25 /3/ 2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…