Gotar

Di bîranîna 8an de ji koçkirina wi Seydayê Tîrêj ji nav me barkir, lê stêrka wî geş dimîne

  Ehmed Heso

Dilê Seydayê Tîrêj, ku 79 salan evîna kurd û Kurdistanê ketibû navê, di xwîn û laşê wî de belav bûbû û di rûpelên diwanên wî de xwe nîşan dida, ew dilê mezin demjimêr dora heftûnîvê şevê roja 23 ê Adara sala 2002an da, li nexweşxaneyeke li bajarê Hesekê sekinî.
Seydayê Tîrêj di 25 ê Adara sala 2002an da, li gundê bav û kalê xwe Girkeftar hatîye veşartin. Bi deh hezaran kurd û kesên ji neteweyên dîtir, ku li herêma Cizîrê dijîn, qasî 30 kîlometre li dû cenazeyê helbestvan û torevanê xwe yê nemir meşîyan da ku wî cara dawî birêkin.
 Tevgera Kurd li Süryê (bi hemû partî, rêxistin, komên folklorî û hwd) li helbestvanê xwe xwedî derketine, bernameyê veşartina cenazeyê Seydayê Tîrêj organîze kirine. Ev yêka jî nîşan dide, ku Seydayê Tîrêj helbestvanê Kurdistanî bû.

Li ser gora wî ya pîroz gotarên partî û rêxistinên Kurdî hatin xwendin. Van gotaran hemû li ser jîyana Seydayê Tirêj û kar û xebata wî yên sîyasî, cîvakî, torevanî bûn.

Tîrêj di jîyana xwe de herdem hevgirtin û yekgirtina gelê Kurd dixwest. Di roja koçkirina wî de ev yeka bi başi dîyar bû. Gelê Kurd li wî xwedî derket û nîşan da, ku mezinên xwe tu car ji bîr nake, qedr û qiymeta wan baş dizane.

Bila serê gelê Kurd sax be!

Seydayê Tîrêj (1923-2002) di sala 1923an da li Kurdistana Sûryê, li gundê Nicmok bi navê Nayîf kurê Heso hatîye dunyayê, bûye biçûkê sê bira û du xwişkan.
Tîrêj di heft salîya xwe da, li ber destê mirovekî zana û welatparêz, Mele Îbrehîmê Golî dest bi xwendinê dike, Quran û hinek pirtûkên şerîetê dixwîne. Mele Îbrehîm jêra şîret dike û usa dibêje: “Xuya dike, ku tu xortekî miletperwer î, here li dibistanê bixwîne.”

Seydayê Tîrêj li ser vê şîretê û bi alîkarîya bav û birayên xwe berê xwe dide dibistanê li bajarê Amûdê, û li wir pênç salan dixwîne. Di 16-17 salîya xwe de dest bi nivîsandina helbestê dike, û dikeve nava tevgera Kurdî. Di wê demê de dibe endamê “Xoybûn”ê û di nav refên wê de xebat dike. Her wê demê hevaltîya Seydayê Cîgerxwîn dike. Herweha bi alîkarîya Qedrîcan, Dr. Nureddîn Zaza, Hesen Hişyar û M.Elî şiwêş, li Amûdê, di dibistana ne eşkere de, di warê fêrbûna zimanê Kurdî gav avêtiye.

Helbestên wî di kovara Roja Nû de, ku Dr. Kamuran Bedirxan derdixist, hatine belav kirin. Her weha wî li Amûdê, di “Koma Keşefan” de kar kirîye.

Di sala 1952an de tê girtin. Gava dewlet ser mala wî de digire, dest datîne ser dîwaneke wî, ew dîwan winda bûye.

Berhemên Seydayê Tîrêj yên çapkirî 3 dîwan û pirtûkek in: Xelat, Zozan û Cûdî (dîwan in) û serpêhatiyên Kurdan.
Her weha berhemên wî yên ne çapkirî jî hene.


Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…