Agir jî ne ew agir e

Tengezarê Marînî

Li biyanistanê agir sar e, sar
Agir li rondikên xwe mukur tê û hêdî hêdî tîrêjên xwe bi xemgînî li ser dêmên zarokên li vir çûbûyî, ku wateya vî agir î nizanin  radixe. Silaveke ji şevên tazî berê xwe dide wan derbederên mişt bîrkirin û henaseke ji rengê qedexe berbi dilê me ve tê. Tenê li teniştê çar dilên ji ayatên melayan rizgar bûbûn, hizrên xwe bi keser avêtên sinorê rojavayê dil.

Dr. Amîr, keservedanek li ber wî agirî vehûna. Vodkaya welatên sar nikarîbûn hezkirin û bêrîkirina wî ji Sine re binax bikin.
Newroz e, agir sar e, sar û şeva newrozê, ji dengê xwe hezkir. Me jî hezkir, welatê me azad û serfiraz bibe. Me jî hez kir, ku li Kolanên Tirbespî, Qamişlo, Efrîn û kobanê, Dêrka Hemkê û çilaxa dengê kenê me, wêneyê girnijîna me xwe ji xerîbiyê azad bike. Me hez dikir
Me hêvî dikir. Bi hêviyan kesek girê nade baqê keziyan.

Ji nav dilê van kovanên di kolanên Langenhagen ê de, li tenişta Hannover, malbatên Kurdistanî ji başûrî rojavayê dil, ji bakurê dil û rojhilata dil li ber agirekî sar gihane hev, li ber perava çemekî, tîrêjên zîvînî reşandin û rondikên xwe li ber agir nivandin. Agir sar bû, govend sar bû, stran sar bû.  Lê dilê me bi omîdê dihate gerimkirin û soza agirî bi me re bi hêviya vegereke azad û serbilind bi rengê sor ji jor ve, kesk ji jêr ve, spî li navê bi rojeke ji bîst û yek tîrêjê ronî dide.

Newroz e, newroz
Li kurdan pîroz
Cih û demên dûr
Ji bîr nebirin doz
Ruh û dil pêk ve
Dane xakê soz
Dê çin wî bînin
Siwarê hespê boz.

20.03.2010/ 2710 kurdî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…